Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êqbal Elîremayî

14:49 - 9 Nîsan 2013

Îqbal Elîremayî naskirî bi Mam Îqbal kurê Fethulla sala 1338’an li gundê Bêsaran a ser bi bajarê Merîwanê, di malbatek hejar û desteng de hatiye dinê. Her di zarokatiya xwe de jiber feqîrî û destengiyê nikare here xwendingehê.

Mam Îqbal derheq nasyariya xwe bi PDK Îranê re weha dibêje; “Sala 1357’ê rêkxirav û aliyên siyasî derketin holê û di nav bajar û gundên Kurdistanê de çalakî dimeşandin. Wî çaxî çend kesên weke Seyîd Resûl Babî Gewre û Se’îd Efşar li bajarê Mihabadê ve dihatin dewera me û civînên siyasî û civakî ji xelkê deverê re pêk dianîn û basa PDK Îranê û mafê otonomiyê û herweha basê qedexebûna jin bi jinî û bi zorî jin bi şûdan û herweha sitandina mikê xelkê ji Axayan û vegerandina wan bo xwediyên wan dikirin. Ew civînên han bandor xist ser xelkê deverê û bû sedem ku gelek xurtên Kurd bên û tevlî PDK Îranê bin.

Ez jî yek ji wan xortan bûm ku di Befranbara sala 1358’ê de bi awayek fermî li bajarê Merîwanê Bûme pêşmerge.
Mam Îqbal derheq roja herî xweş a jiyana xwe dibêje; Dema hêzên PDK Îranê li kimyabarana Helebçê rizgar bûn, Dr. Qasimlo hat pêşiya me û civînek ji kadr û pêşmergan re pêk anî. Di civînê de min li dor kimyabaran û şerê navbera du dewletên Îranê û Îraqê pirsyar lê kir û di bersiva min de got; “ev kimyabaran karesatek pir dilêş e ku bi ser Kurdan anîne, lewma emê xebata xwe bidomînin û bo demekê ji xwbatê nasekinînin û ez jî weke we hemûyan kolepiştiyê dê avêjim pişta xwe û digel ve dibim”, herweha li dor şerê Îran û Îraqê jî got; “ Bîr û Hizra me bi tenê li ser çiyayên Kurdistanê ye, jiber ku heya niha çiyayên Kurdistanê li pişta me sekinîne, lewma me xebata xwe bi tu alî û dewletekê ne girêdaye.

Îqbal Elîremayî roja herî nexweş a jiyan xwe weha tîne ziman; “Sala 1368’ê em li baregehên PDK Îranê li Qislanê bûn ku RDK Îranê nûçeya birîndarketina û pişt re şehîdbûna Kak Dr. Qasimlo belav kir. ez pir aciz bûm lê min soz da ku her weke rêberê me yê şehîd Dr. Qasimo di got; Ezê rêya şehîdan bidomînim û heya bêhna min kar dike ez vê rêbazê bernedim”.

Îqbal Elîremayî dibêje sala 1372’an min li bajarokê Bazyan a ser bi herêma Kurdistanê keçek peyda kir û min jiyana hevpar pêre pêk anî. Berhema jiyana me jî du zarok in bi navên Tajan û Bêsaran. Ez pir li jin û zarokê xwe hez dikim, bixasmanî hevjîna min, jiber ku di tewahiya zehmetî û nexweşiyên jiyanê li pişta min bûye û xwediyê hizra PDK Îranê ye û berpirsatiya karaûbarên partiyê jî birêve dibe.
Îqbal Elîremayî derheq kadr û pêşmerge û rewşa niha ya PDK Îranê dibêje; “Berî her tiştî dibe em şanaziyê bikin ku pêşmergê PDK Îranê ne, paşan hewce ye ku kadr û pêşmergên hizbê bi awayek rêkûpêk erkên xwe cîbicî bikin, çûnkî bi kar û çalakiyên zaftir, em dikarin baştir ber bi pêşve herin û ji serkevtinê nêzîk bibin, rewûa ku niha em têde ne, wê bê guhertin û bi vî awayî namîne, lewma dibe em xwe amade bikin bona roja guherînan”.

Êqbal Elîremayî di daviyê de dibêje ku; Ez pir şanaziyê bi rojnameya Agirî dikim, jiber ku eva yekemîn car e ku di dema pêşmergatiya xwe de hevpeyvînek bi vî awayî tevî rojnameyek PDK Îranê dikim û deng û hizrên min digijîne xelkê Kurdistanê. Serkevtin û rizgarî bo çar parên Kurdistanê.