Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa ser balyozxaneyan, ji afirandinên Komara Îslamî!!!

12:38 - 12 Çirriya paşîn 2012

Arif Vêlzî

Di roja 13’ê Xezelwera sala 1358’ê de, hijmarek ji xwendekarên zanîngehê ku, xwe bi xwendekarên peyrewê xeta Îmam dinasandin, bi rêberiya meinewî ya Mela Mihemed Mûsewî Xûînîha, êrîş kirine ser balyozxaneya Amerîkayê li Bajarê Tehranê û piştî dagîrkirin û dest biserdegirtina belge û esnadên balyozxanê, pitir ji 50 dîplomatên Amerîkayî bi rehîn girtin û bi çavên girêdayî ve, ber bi cihek nediyar veguhastin.

Hereketa han ya Komara Îslamî di dîroka pêwendiyên dîplomatîk de, bê mînak bû, û bi awayek eşkere Konvansiyona Vîyenê ku çavdêriya parastina dîplomat û cihên dîplomatîk e, binpê kir û bû despêkek bo serhildana girjî û aloziyên di navbera peywendiyên Îran û Amerîkayê de.
Piştî derbazbûna salekê bi ser vê kiryarê de, Komara Îslamî di 11’ê xezelwera sala 1359ê de, pêşniyara Komisyona taybet bi dîlên Amerîkayî pejirand û bi vî awayî bi beşdariya aliyê sêyemîn, wate Welatê Elcezayêrê, bi awayek nerasterast digel dewleta wî çaxî ya Cîmî Kartêr ketin gotûbêjê.

Piştî heyamek zaf danûsitanên di navbera herdu aliyan de, di 30’ê Befranbara sala 1359’ê, hemberî 20.01.1989’ê, bi vajokirina rêketinnameya Elcezayêrê ji aliyê deshilatdarên Tehran û Waşintonê de, piştî 444 rojan desteserbûnê, dîplomatên Amerîkayî ji aliyê deshelata Xumeynî ve serbest hatin berdan û îzna çuneder ji xaka Îranê bi wan re hat dan û bi vî awayî kêşeya di navbera her du dewletan bi berçav dawî pê hat.

Ferheng û kultûra êrîşkirina bo ser balyozxaneyên welatên din ku di urfa dîplomatîk de bi wateya êrîş bo ser axa vî welatî tê hejmar û, digel tu yasa û rêsayên navnatewî ên peywendîdar bi babetên weha hev nagire, bo cara yekem li Îranê û li nav deshelata melayan de ji dayîk bû, û bi dagîrkirina Balyozxaneya Amerîkayê li Tehranê jî dawî pê nehat.

Belkî dûre me dît ku di doma kiryarên weha de, êrîş kirin ser Balyozxaneyên Welatên Erebistana Seûdî, Danmark û herweha di 8’ê Sermaweza sala 1390’ê de, ji aliyê kinc şexsiyên bi nav xwendekar ve, hevdem êrîş kirin ser du bînayên diplomatîk ên Berîtanyayê li du cihên Bajarê Tehranê û, piştî şewitandina ala û destbiserdegirtina belge û esnadên nava balyozxaneyê de, heyamê çend demjimêran şeş dîplomatên Berîtanî bi dîl hatin girtin û bi vî awayî pêwendiyên siyasî di navbera du welatên Îran û Berîtanyayê di gel aloziyê berbirû bûn û di encam de, ev hereketa han ji aliyê piraniya welatan ve hat mehkûmkirin û hindek welatên rojavayî jî, bona nîşandana narazîbûna xwe li hember vê hereketê, balyozên xwe ji Tahranê vexwendin.

Berdewamiya êrîş bo ser cihên dîplomatîk heya niha, vê yekê diselimîne ku herçend pitir ji sî sal bi ser bûyera 13’ê Xezelwerê re derbaz dibe, lê deshelatdarên vê rejîmê bona parastina deshelata xwe, di her demekê de ku pêwîst be, dîsan jî urf û yasayên dîplomatîk dê binpê bikin û kiryarên bi vî awayî ducarî bikin.