Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erteşa Azad a Sûriyê 350 girtiyên siyasî serbest berdan

21:15 - 8 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Erteşa Azad a Sûriyê piştî kunterola mezintirîn navneda nîzanî a bajar, 350 girtiyên siyasî di padganek Helebê de serbest berdan.


Li gor rapora Elerebiye, Erteşa Azad a Sûriyê karî kunterola badgana nîzamî a “Henano” li Helebê kumezintirîn navnedên nîzamî ên wî bajarî ye bidest xist.
Erteşa Azad ragihandiye ku pişte girtina wê padganê, 350 girtiyên siyasî serbest berdane û 35 leşkerên Erteşa Sûriyê jî destbiser kirine.
Kunterola padgana “Henano” di halekê de ye ku balafirrên şerrker ên rejîma Esed deverên cur bi cur ên Helebê bombebaran dikin.
Di çend rojên derbassbûyî de pevçûnên giran di navbera Erereşa Azad a Sûriyê û hêzên dewletî di Helebê de dijwar bûne. Dijberan ragihandiye ku pirraniya deverên wî bajarî xistine jêr kunterola xwe de û hevdem mijûlî operasyonan li dijî Erteşa Sûriyê di devrên Şam, Hums û Dêrezûrê û deverên din di wî welatî de ne.

20\'emîn Salvegera terora Dr. Şerefkendî û Hevelên wî