Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ew efserên Kurd ku li ser rêbaza Kurdatiyê pêdagir bûn

00:14 - 24 Hezîran 2012

Şehab Xalidî

Roja 19’ê Hezîrana 1947’an, çar efserên nîştimanperwer ên Kurd ji aliyê rejîma wê demê ya Îraqê ve bi tawana beşdariya li tevgera mafxwaziya gelê Kurd de hatin bidarvekirin. Ew çar efserên Kurd hesta wan ya kurdatiyê bû sedem ku amade nebin xizmetê bi deshilatekê bikin ku tewaya hewla xwe ji bo tepeserkirina Kurdan bi kar tîne, lewra dest ji berpirsayetiyên xwe hilgirtin û riya xizmeta bi neteweya xwe hilbijartin.

Wan çar Efserên Kurd her piştî veqetiyana ji hêzên deshilata wê demê ya Îraqê heyetek pêk anîn û daxwazên Kurdan li çarçoveya daxwaznameyekê li çend xalan de amade kirin û dane hikûmeta Bexdayê.

Lê piştî wê ku wan çar efserên Kurd zanîn hikûmeta wê demê naxwaze ku pirsa Kurdan çareser bike û tewaya hewla wan ew bû barzaniyan neçar bikin ku çekên xwe danên û dest ji şoreşê hilgirin, rû li rojhilatê Kurdistanê kirin û li wir li gel Barzaniyan xizmetên pirr mezin li gorî şarezayiya xwe bi Komara Kurdistanê kirin ku dîrok ji bo heta heta wan û xizmetên wan ji bîr nake û bi xetên zêrîn xizmetên wan wê tomar bike, ji ber ku wan efserên Kurd di serdemekê de ji erteşa Îraqê cuda bûn û dest ji wan pileyên xwe ên bilind hilgirtin ku di nav erteşa Îraqê de çavnihêriyek weha li efserên payebilind ên Kurd nedihate kirin.

Herweha wê demê dewrana şerê dûyemîn ê cîhanî bû û Birîtanya deshilatdarê rastîn ê Îraqê bû û biryar di destê wan de bûn heya di destê Nûrî Seîd de, û berjewendiya Birîtanyayê li dostatiyê bi Erebên deshilatdar re bû heya Kurdan.

Piştî wê ku Komara Kurdistanê bi gellek sedeman hate hiloşandin û dawî bi temenê pirr berhem ê Komara Kurdistanê hat, mela Mistefa Barzanî û hêzên xwe bi afirandina destan rêsiyeke pirr mezin û piştî çend şerên dijwar bi hêzên Îranê re karîn rêpêvîneke dîrokî bikin û ji çemê Eres derbasî Soviyeta Pêşîn bin. Lê mixabin ew çar Efserên nîştimanperwer di ge Şêx Ehmed Barzanî û gellek hevalên din bi gellek sedeman neçar man ku rû li Îraqê bikin. Lê dewleta nawendî ya Îraqê ew çar efserên Kurd yên nîştimanperwer li 19’ê Hezîrana sala 1947’an de bidarvekirin. Termê Mihemed Qudsî û Mistefa Xoşnaw bo bajarê Silêmaniyê û termê Îzet Ebdulezîz bo Amêdiyê û termê Xeyrulla Ebdulkerîm jî bo Hewlêrê hate birin.

Wê demê xelkê Kurdistana başûr bo rêzgirtina ji xebat û tekoşîna wan efserên Kurd û bona selimandina vê rastiyê ku ew nirxên xwe yên netewî ji bîr nakin û wê rê û rêbaza wan bidomînin, li ber çavê deshilatdarên wê demê meşên berfireh rêve birin û ew kiryara wan şermezar kirin û bi awayê herî baş termê wan ber bi aramgeha wan ya ebedî ve rê kirin.

Wan çar efserên nîştimanperwer bi vê xizmeta ku bi Komara Kurdistanê kirin û bi vê wesiyetnameya xwe ya ku têde şîreta xortên Kurd kiribûn ku berdewam bin li ser xebat û tekoşîna ji bo standina mafê xwe, dan selimandin ku heya çi qasekê bi rê û rêbaza Kurdatiyê emegdar in, û bi şanazî ve mirina li pêxema xizmeta bi nîştimana xwe qebûl dikin.

Lewra ew xizmet û fîdakariya wan ya ji bo neteweya wan û şehîdbûna wan ya li ser Kurdatiyê qet ji bîra xortên Kurd naçe û navê wan bo heta heta li nav rûpelên dîroka Kurdan de wê bimîne.