Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Eyad Ellawî: Îran nift û ava Îraqê didze

13:18 - 26 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Partiya Eleraqiye ku Eyad Ellawî serokatiyê dike, di daxuyaniyekê de belav kir ku Îran bi Eşkere nifta Îraqê didze û herweha avên rûbaran hişk dike.


Li gor nûçeyê nûçegihaniya “Awêne”, Partiya Eleraqiye di daxuyaniyekê de ragihandiye, rejîma Îranê tevî ku nifta kêlgeya “Fekke” li ser sînorê herdu welatan didize û bi qaçax derbasî Îranê dike, rûbaran jî hişk dike û berma û paşmaweyan dixe nava avên rûbaran û gumana vê yekê tê kirin ku bermayên navikî bin, vê yekê jî metirsî xistiye ser jiyana xelkê sînorakincî yê Îraqê.
Partiya Eyad Ellawî dibêje ku karên han bi eşkere ji aliyê rejîma Îranê ve dihên encamdayîn û hikûmeta Îraqê jî li hember de bêdeng maye. Herweha daxwaz ji saziyên navdewletî û hundir ên mafên mirovan, werzêrî û avdêriyê kiriye ku dengê xwe li hember wan binpêkirinan bilind bikin.
Bi gotina partiya han, eva diziyek eşkere ya abûrî û pereyê rojane yê hevwelatiyan e, hişkkirina welatê Îraqê weke landika şaristaniyetan e.
Partiya Eleraqiye mezintirîn partiya dijberî partiya desthilatdar a ku Nûrî Malikî serokatiyê dike ye û bas ji vê yekê dike ku desthilata Îraqê bi serokatiya Nûrî Malikî berbi dîktatoriyetê diçe.

Partiya Şî’e meseb a ku Nûrî malikî serokatiya wê dike, nêzxîk ji rejîma şî’e a Îranê ye.