Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Festîvala nehemîn a fîlma Kurdî û gerra pêncemîn ya kêbirkêya Yilmaz Gûney bi rê ve çû

20:04 - 8 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedia: Nehemîn festîvala fîlma Kurdî û herweha pêncemîn gerra kêberkêya “Yilmaz Gûnay bo kurte fîlmê” li bajarê Lenden a welatê Berîtaniyayê hate lidarxistin.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmedia yê, festîvala han bi beşdariya fîlmên Kurdî ku berhema sînemakarên Kurd û bîhanî û herweha di sê parên fîlmên bilind ên sînemayî, fîlmên dêkyomêntarî, Enîmêyşin û kurte fîlm, bi kakila çîrok û dikyomêntar, di rojên 22 heya 29’ heyva Xezelwer a sala 1394’an a Rojî, li sînemaya “Pîkçerhaws” (Picture house) li herêma “Heknêy” (Hachney) li welatê Berîtaniyayê hate lidarxistin.

Di pirograma îsal de 9 fîlmên bihêz ên dirêjmideh hatine hilbijartin ku 7 ji wan bo cara yekemîn e ku li welatê Berîtaniyayê têne nîşandan. Herweha 11 fîlmên dêkyomêntarî û 10 kurte fîlm jî di pêncemîn kêbirkêya xelata “Yilman Gunay” de wê beşdar bin.

Fîlma “Bîreweriyên ser kevir” a Şewket Emîn Korkî, germ û guriyek taybet dide bi nehemîn festîvala fîlma Kurdî. Fîlma navbirî weke nûnerê Îraqê di 88’mîn xelata Akademiya Oskarê de weke fîlma herî baş ya bi zimanê bîhanî hatiye hibijartin.

Di vê festîvalê de 10 kurte fîlmên herî nû û taybet wê bêne nîşandan ku di her çar parên Kurdistanê de hatine berhemanîn, û bona bidestxistina xelata îsal ya “Yilmaz Gûnay” kêbirkê dikin.