Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fîlma sînemayî ya “Merdan” di festîvala navdewletî ya “Mîlî Walrî” li Amerîkayê de hate nîşandan

21:11 - 26 Çirriya pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Fîlma sînemayî ya “Merdan” ji derhînana “Betîn Qubadî” di beşa “Sînemaya Cîhanê” de, li 38’emîn gera festîvala navdewletî ya fîlma “Mîlî Walrî” li Amerîka de hate nîşandan.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, fîlma sînemayî ya Merdan yekem berhema sînemakarê Kurd Betîn Qubadî, fîlma hilbijartî ya welatê Îraqê bo 87’emîn gera rêûresma xelatên sînemayî ên akademiya Oskar li sala 2015’an, bi nûnertiya Herêma Kurdistanê, li du sansên cuda de, di rojên 13 û 15’ê Çiriya Yekem a 2015’an, di beşa sînemaya cîhan, li 38’emîn gera festîvala navdewletî ya fîlma “Mîlî Walrî” li bajarê Rafaîl di wîlayeta Kalîforniya li Amerîka çû ser perdeya sînemayan.

38’emîn festival navdewletî ya fîlma “Mîlî Walrî” bi nîşandana zêdetir ji 200 fîlmên sînemakarên zêdetir ji 50 welatên cîhanê li çendîn beşên cur bi cur li bajarê Rafaîl li Kalîforniya de bi rê ve çû.

Herwisa pêştir jî fîlma sînemayî ya “Merdan” di dawîn beşdariya navdewletî ya xwe de û bi amadebûna Betîn Qubadî, roja 25’ê Îlonê di beşa pêşbirkêya duyemîn gera festival navdewletî ya fîlma “Sîlkrod” li bajarê “Fojo” li Çînê de hate nîşandan.