Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gef û dijkiryara Rohanî li hemberî dorpêçên Amerîkayê de

18:10 - 7 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Serkomarê rejîma Îranê, piştî biryara zivirandina dewra yekem ya dorpêçan ragehand ku, Amerîka ji wê biryara xwe wê poşman be.

Çend demjmêran piştî zivirandina dewra yekem a dorpêçan bo ser rejîma Tehranê, “Hesen Rohanî” serkomarê rejîma Îranê li kanala 2 a televîzyonî a fermî a rejîmê de, di yekem dijkiryarê de bas ji vê kir ku “Tramp” ji vê biryara xwe wê poşman be.

 “Donald Trump” roja Duşemî 15`ê Gelawêjê, biryara destpêkirina dorpêçan bo ser rejîma Îranê vajo kir û ragehand ku: “Siyaseta me givaşeke tewaw e bo ser aboriya rejîma Îranê”.

“Rohanî” şeva Duşemî li kanala 2 a Komara Îslamî a Îranê de, daxwaza “Tramp” ji bo civîna digel berpirsên rejîmê û hevdem  vajo kirina biryara dorpêçan bi du tiştên neteba û bê wate da zanî”.

Navbirî ragehand ku, dorpêç wekî kêrikekê (çeqoyekê) ye ku Amerîkayê li milê me rakiriye , û heyanî wê kêrikê ji mile me dernexîne, em li ser tu tiştî digel wan gotûgêjan nakin”.

Ev dorpêçên nû yên Amerîkayê ku bi dorpêçên piştşikandinê bi nav dikin, piraniya çalakiyên pere û aborî yên rejîma Îranê kirine armanc.

Hevdem “Tramp” amadebûna xwe ji bo danûstandinên digel berpirsên rejîma Îranê bi armanca dawîanîna bi çalakî û destêverdanên xirab û şerxwazane yên wekî: Bernameyên mûşekên balistîk û piştevanîkirina ji terorîstan daye xuyakirin.