Kurdistanmedia: “Nîştiman Es`edî” nûçegihana “Ajansa Mukriyan”ê di heyama du mehên derbazbûyî de, aliyê kêm du caran ji bo îdareya Îtila`ata rejîmê ya bajarê Mehabadê hatiye gazîkirin.
Li gora nûçegihaniya malpera “Kurdistanmedia”yê, Îdareya Îtila`ata rejîmê ya bajarê Mehabadê, roja Pêncşemî 5`ê Rêbendana 1396`an, di pêwendiyeke telefonî de, ji bo cara duyem, ji jina Kurd ya bi navê “Nîştiman Ese`idî” daxwaz kirine, ji bo lêpirisînê serdana vê îdareyê bike.
Herwiha ji navbirî re gotine da ku, malbata xwe jî derheqê wê serdanê de haydar bike, cimkû ev serdana egera demdirêjbûna wê heye.
Berevajiyê daxwaza vê dezgeha rejîmê, “Nîştiman Es`edî” ev dawxaza Îdareya Îtila`atê red kiriye, û pêdagirî li ser vê yekê kiriye ku tenê di demekê de, serdana vê Îdareyê dike ku destûra dadweriyê a derheqê vê bangevaziyê de rasdestî wê bikin.
Bi sebeba guhnedana Es`edî ji bo neçûna vê Îdareya Îtila`atê, hêzên vê Îdareyê yên bajarê Mehabadê di vê derheqê de gefên binçavkirina wê jê kirine.
Cara yekem di meha Sermaweza îsal de, Îdareya Îtila`ata rejîmê ya bajarê Mehabadê, piştî gazîkirina Es`edî, ji bo vê Îdareyê, daxwa jê kiribûn, da ku hemû çalakiyên çapemeniyê yên xwe biseknîne, yan jî hemû rapor û hevdîtinê ku ev belav dike, pêş belavbûnê digel dezgehên vê Îdareyê hemaheng bike.
“Nîştiman Es`edî” di bajarê Nexedê de hatiye dine, û niha jî di bajarê Mehabad a Rojhilata Kurdistanê de akincî ye, û navbirî di warên mafê mirovan û mafên Jinan de çalak bûye, û zêdeyî salekê ye, ku weke nûçegihana Ajansa Mukriyanê çalakiyên xwe bi rê ve dibe.