Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

’’Ger Pasdark 6 pisteyan bide min, ezê Çek û rextê xwe danêm û vegerim mala xwe’’

02:06 - 9 Îlon 2012

Hevpeyvîn: Arif Vêlzî
Rehman Mihemedzade, naskirî bi Rehmane Kurde, kurê Feqî Kerîm, sala 1333’an li gundê Siyader a ser bi bajarê Seqizê hatiye dine. Wekî her zarokek din temenê xwe yê zarokatiyê derbas dike û dibe nûciwan. Li wî temenî de ye ku hest bi berpirsatiyê dike û mijûlê kar bo malbata xwe dibe. Di sala 1347’an de, seba kar û kasibiyê diçe Başûrê Kurdistanê û heyamê 10 salan li vir dixebite.

Ji ber ku babê wî pêşmergê şoreşa Şêx Mehmûdê Berzencî bûye û berdewam basa xebat, siyaset û bêmafiya kurdan bo zarokên xwe re kiribû, lewma hesta netewî li dil û derûna Rehmane Kurde de berdewam li hale ajardanê de bûye. Dem derbas dibe heta ku şoreşa gelên Îranê rû dide. Wê demê ji başûr ve vedigere bo rojhilatê kurdistanê û serbarê wê ku xwendewar nebûye, lê bernameya PDKÎ diecibîne û hest dike ku PDK Îranê partiya hejar û feqîran e û dê bikare mafên kurdan bidest bixe. Eve dibe sedem ku li yekemîn komîteya partiyê li Banê de wekî endam xwe navnivîs bike û dest dide xebata xwe ya siyasî.

Li destpêkê de tenê wekî endam çalakî meşandine, lê piştî fermana cîhad a Xumênî û şerê Sê Mange bi awayek fremî çeka pêşmergatiyê xiste milê xwe û heya niha jî bi dilgermî ve berdewam e li ser xebata xwe li nav refên PDK Îranê de.

Kek Rehman sala 1357ê, li Bajarê Bane de tevî Xunçe Kerîmî jiyana xwe ya hevpar destpê dike. Lê di yekemîn şeva zewicîna me de topbaran û bombebarana derdora me destpêkir û em ji hev veqetiyan. Heya midehê 25 rojan hevjîna min ji min wunda bû, lê paşan me hevdu dît.

Kurde bîranînên xweş vegêrandin ku yek ji wan ev e: Sala 1366’ê di navbera demsalên Zivistan û Buharê de em li çiyayên Bane de bûn ku hêzên Komara Îslamî hatin û em dorpêç kirin, pêşmergeyek xweşbêj û qisexoş bi navê Elî Seqizî jî di gel me bû, fermanderê me pêşmergan re got ku dibe em niha vê hêza dujmin bişikînin. Elî Seqizî jî di bersiva Fermande de got; fermandê me gelek ecêbe! çûnkî hekî niha pastarek Îranê bê û 6 pisteyan bide min, ezê çek û rextên xwe bidemê û vegerim mala xwe, em bi vê gotinê pir keniyayn û rabûn ser xwe û me boseya hêzên dujmin şikand bêy ku em şehîd an jî birîndarekê bidin û cardin çiya ketin destê pêşmerge de. Ew serketina me pir xweş bû û bû sedem ku her di çiya de em cejn û govendê bigrin.

Li hemberî wan rojên nexweş de Kurde bîreweriyên tal û bijan ên xwe jî zaf hene û roja herî nexweş a jiyana xwe ya pêşmergatiyê weha anî ziman; ez taze ji menteqê vegeriyabûm Qendîlê ku Kak Mistefa Hîcrî şand pey min û got dibe wekî çawsax û beled tev hêza Melbenda 2 cardin vegerî menteqê. Em bi rê ketin û çûn kûrahiya axa Kurdistanê. Demjimêr 10’ê sibê bû, me nanê têştê dixwar ku daxûyaniya şehîdketina kak Dr. Qasimlo me bihîst. Nan xwarina me bûye şîn û girî, roja herî nexweş a jiyana min ew bû. Her bi vê boneyê ez heya niha jî di nava refên PDKÎ de berdewam im li ser xebata xwe, çûnkî li Qendîlê midehek zaf wekî parêzer û îskort di xizmeta şehîd Qasimlo de bûm û min ew wekî babê xwe dihesiband, lewma niha jî ku tê bîra min çavên min rondikên keserê dirêjin.

Hêviya min ew e ku xelkê kurdistanê her weke heta niha piştewanê partiyê bûne, niha şûnde jî her piştewan bimînin Ji ber ku partiya Pêşewa, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî ye. Silav ji her çar perçen Kurdistanê.

Kurde: Di destpêka pêşmergatiya xwe de heya niha 8 caran hatime birîndar kirin û ji mirinê filitî ye.

Ehmed Ferecî kurê Mihemed Şerîf, sala 1342’an li bajarê Nodşê hatiye dinê. Temenê zarokatiya xwe hêdî hêdî derbas dike heta ku malbat wî dişînin ber xwendinê. Heya sinfa sê a navendî xwendina xwe didomîne. Paşan dev ji xwendinê ber dide û mijûlê kerê dukandariyê dibe heya ku temenê wî digîje 18 saliyê.

Paşan bi neçarî diçe serbaziya Îranê ku hevdem bûye di gel şoreşa gelên Îranê, ji leşkeriyê direve û xwe digehîne bajarê xwe û êdî venagere.

Ehmedê xebatkar despêka nasîn û tevlîbûna xwe bi PDKÎ weha bo Agiriyê wedigêre; dema şoreşa gelên Îranê bi encam gihîşt, tewaya xelkê Kurdistanê ji xwendewar û nexwendewaran û piraniya tex û qatên civakê piştewanî ji PDK Îranê dikirin, herweha kak Heme Seîd Kalkal Ku endamê PDK Îranê bû û hertim digel Kak Dr. Qasimlo de bû, xelkê Bajarê Nodşê bû û dihat mala me û bas ji siyaset û karê PDK Îranê dikir. Bi vî awayî min PDK Îranê naskir û sala 1360’an li derdora Defterê min xwe bi meqerê partiyê nasand û çeka pêşmergatiyê ji Kak Hekîm Rezayî wergirt û bi awayek fermî bûme pêşmergê PDK Îranê.

Kak Ehmed Ferecî roja herî xweş a jiyana xwe weha tîne ziman; dema ku Hêzên PDK Îranê li bajarê Helebçê ketibûn nava dorpêçê de, Dr. Qasimlo gotibû ez tu tiştekê naxom heya ew hêza mezin ya PDK Îranê rizgar nebe. Dema ku xeber pêre anîbûn ku hêzên partiyê karîne ji vê rewşê rizgar bibin, gotibû nan û ça û maşînan amade bikin û bi xwe jî bi wan re çûbû Qislanê û li wir bo pêşmerge û xelkê wê deverê axivî. Wî di axaftina xwe de keremkir: min çar roje tu tişt nexwariye, lê niha bi we re bi rihetî dê nan bixom, li dû xwarinê de jî em xelat kirin. Di vê rojê de em pir keyf xweş bûn.

Roja nexweş a jiyana Ehmed Ferecî du roj in, roja yekem ew e ku piştî Kongireya 8 li herêma Seqizê, kak Hekîm hat şehîd kirin. Şehîd ketina navbirî bandor xist ser min û ez pir nerihet bûm. Ya duyem ew e ku sala 1372’ê, dema ku kak Mistefa Hicrî diçe seredana meqerên hêza Şinoyê, di dema vegeriyanê de şehîd Sitar Celalî kak Mistefa re dibêje, hinekê bisekine heya ez diçim û rê diceribînim, paşan hûn jî li dû min de werin, di wê pêşengî û rêxweşkirinê de, dikeve ser mîn (mayîn)a çandî a kirêgirtiyên Komara Îslamî û mixabin canê xwe ji dest dide û şehîd dibe.
Kak Ehmed di dema kîmyabarana Helebçê de, mixabin dikeve bin bandora çeka kîmyayî û heya niha jî ji dest êş û azarên wê de dinale.

31 sal bi ser temenê xebata Ferecî de derbas dibin, lê hêj nezewicî yê û li hizra wê de jî nine. Helbet em ji vegêrandina serhatek evîndarî a xwe bêpar nehêlan û domand. Li Nodşê min û qîzek bi navê (M, S) hej hevdu dikir, min malbata xwe şand xwastinê û keçik dan min, lê roja din şer destpêbû û Nodşe ji aliyê hêzên Komara Îslamê ve hat girtin û bavê keçikê bû caş û got ez keça xwe nadim te. Lewma heya niha jî em ji ber wefadariyê û eşqa paqij û ji dil, em nezewicîne û hertim bi hêviya hevdu ne.

Kak Ehmed bi vê gotinê dawî bi axaftina xwe anî û got: ez hêvî dikim ku PDK Îranê ji xabata xwe berdewam bimîne û nehêle xwîna şehîdan bi xisarî here û herweha dilê zîndaniyên siyasî û malbatên şehîdan rabigre.