Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girîngînedana Komara Îslamî bi geşekirina perwerdehiyê di Îranê de

12:31 - 26 Îlon 2013

N: Hesen Salihzade

Perwerde di her civakekê de weke beşa sereke û bingehîn bona pêşkevtin û derbazbûn ji paşvemanê tê hesibandin. Her jiber vê yekê ye ku bûye cihê hûrbînî û çavedêriya taybet a berpirsyarên her deshilatekê.

Lewra her welatek hekî bona pêşkevtinê xebatê bike, gerek di despêkê de û berî her karekê, hêza amade û jêhatî a mirovî berhev bike. Lê di sîstema deshilatdariya Komara Îslamî a Îranê de, piştî ku meclisa Şêvira Îslamî deng bi wezîrê pêşniyarkirî a dewleta yazdemîn neda, Wezareta Perwerde û Hînkirinê weke yek ji wezaretên herî girîng û berfireh di Îranê de, bê berpirsyar ma û heya pêşerojek nediyar jî çarenûsa wê bi qeza û qederê hat sipartin. Meclisa Şêvira Îslamî di Îranê de tu caran nekariye ku nûneratiya xelkê bike û baweriya xelkê bidest bîne, jiber ku şiyana biryardana xweser nine û weke berê her di xizmeta berjewendiyên taqima deshilatdar di welat de maye. Di çend salên derbazbûyî de wezîrê Parwerde û Hînkirinê bilez û bi awayek ne şareza, pirojeya çend guherînkariyên weke bêhnvedana Pêncşemiyê û guhertina sîstema polan(kilasên dersê) derxist holê, yan jî di bûyera tal û bijan a gundê Şînawê û çend bûyerên din ên weha de, ku têde berpirsyarên payebilind ên hikûmetê bi awayek bêhurmetiyane bersiva civakê dan û xwe di bûyeran de berpirsyar nedizanîn, meclisa Şêvra Îslamî jî di vê pêxemê de nekarî ku tu zext û gîvaşekê bixe ser aliyên peywendîdar. Civaka me gellek caran di encama xemsariya berpirsyarên binyatên perwerdeyî de, tûşî bûyerên karesatbar bûye, lê binav nûnerên xelkê dengê xwe xistine kêleka dengê berpirsyarên deshilatê û tu dijkiryarek taybet ji xwe nîşan nedane ku wezîrê Perwerdê û karbidestên wê beşê, pêdeçûnê bi ser kiryarên xwe ên şaş de bikin.

Piraniya bûyer û karesatên xwendingehên Îranê bi sedema bê îmkanatî û nedana bûdceya taybet û hewce bo dezgeha parwerdehiyê diqewimin.

Herweha bêparbûna bi hezaran zarokên temen 6 - 15 salî ên malbatên kêmdahat û hejar dûrî xwendinê ketine û eva jî bûye sedem ku hejmara xwendekarên xwedî behre di Îranê de roj bi roj ber bi zêdebûnê ve here. Eva di demekê de ye ku welatê Îranê welatek dewlemende bi çavkaniyên bingehî ên weke petrolê, eva jî bûye sedem ku piraniya nawend û binyatên berjewendîxwaz ên deshilatê û heta beşek berçav ji aliyên binajoxwaz û terorîstî dii cîhanê de jî, bi dahata vê xizîneyê(patreol) vehesiyên.

Li gorî gotinên karbidestên payebilind ên wezareta Perwerde û Fêrkariyê di kabîneyên berê de, dema dabeşkirina bûdceya welat, wezareta Perwerde û Fêrkarî dikeve qonaxên herî dawiyê û tu hewlek li hember pirsa fêrkariyê nahê dan û nêrînek zanistî bo pêşeroja welat nahê berçavgirtin. Di xwendingehên Îranê de salane bi awayek berdewam em şahidê bûyerên dilêş in ku hokarên wê ji aliyekê vedigere bo xirabiya avahî û pêdawîstiyên xwendinê û ji aliyê din bo dabînnekirina mafên xwendekaran û girîngînedan bi guherîna jiyana mamostayan.

Karbidestên parwerdehiyê tu girîngiyekê nadin rewşa xirab a jiyana mamosta û xwendekaran di Îranê de. Eşkerekirina rastiyan vê yekê nîşan dide ku perwerde di Îranê de, bûye goriyê taqimek berpirsyarên kevneparêz û bi tenê di hizra baştirkirina pêgeha xwe de ne. Ev girûpa han bi vê nêrînê ku binyad û dezgehên perwerdehiyê tu dahatek aborî bi dû xwe re naînin, hertim bona vê kar kirine ku pirsa perwerdkirinê roj bi roj îzoletir bikin û ji rêya rast derbixin.
Di encama hewl û tekoşîna berpirsyarên rejîmê li dor berdewamiya siyaseta ferq û cudahîdanan di wezareta Perwerde û Fêrkariyê de, çend diyardeyên nerênî(nigetiv) derketine holê ku weke tehlûke li ser pêşeroja fêrkariyê tên hesibandin. Eva ku îro di rewşa ewlehî ya dezgeha parwerdehiyê de tê xûyakirin, bêparkirina xwendekarên netewên Îranê ye ji xwendina bi zimanê dayikî.

Rêveber û şarezayên zanistî xistine perawêzê û derfet ji wan re nahê dan. Rêveberiyên bilind di piraniya organ û xwendingehan de di destê kesên ne şareza de ye. Rejîma Komara Îslamî di cihê vê de ku behreya baş ji dahatên xwezayî ên welat wergire û di bin siya wê mîkanîzmê de derfeta kar û asayişê bo xelkê xwe pêk bîne, bona pirojeyên formalîte, çek û teqemenî, xercên zaf di warê îdolojiya leşkirî siyasî û berjewendiyên takekesî ên karbidestên hikûmetî de, tên bikaraanîn û di encam de, kirîzên civakî derdikevin holê ku kêmrengkirina wan kirîzan jî pir zehmet dibe. Îro rojê bi dîtingeha piraniya welatên cîhanê, mijara pêşeroja zarokan weke mijara herî sereke di pirograma karê dewletê de ye. Bo vê meremê jî weke erkek mirovî bodceya taybet jêre tê berçav girtin û bi kiryar hewla nehêştina nexwendewariyê didin bê vê ku reklamê jêre bikin û kesatiya zarokan bişikênin.

Di welatên weha de sindûqa bîmeya malbatan, weke piştevanê serek a malbatê, her di despêka jidaykbûna zarokan de heya ku temenê wan digîje 18 saliyê, bi awayek çalak mijûlî xizmetkariyê ye. Cuda ji vê ku heyvane alîkariya diravî bo her zarokekê diçe ser hisêba serperestên wê/wî, û berî destpêkirina xwendinê jî tewahiya hewcehiyên xwendina her zarokekê li stûyê sindûqa navbirî ye.

Dewlet jî li kêleka xizmetgûzariyên xwe ên berfireh, bi belaş zarokan dişîne ber xwendinê û karkirin ji wan re qedexe kiriye û xwendin heya temenê 16 saliyê jî weke îcbar hatiye ragehandin.

Li hember de, bi avrûdan ji sîstema deshilatdariya Komara Îslamî û şêwaza reftarkirin li hember mijara mafê zarokan, derdikeve ku berpirsyarên me ne tenê hewla dabînkirina asayiş û pêşeroja zarokan nadin, belkî bi ewlehîkirina nêrîn û hizrên wan, rastiyan vedişêre.

Berpirsyarên perwerdehiyê bi hêceta alîkariyên madî, hindek kiryarên nezok û ne zanistî û ne serdemiyane encam didin ku tenê şikandina keramet û kesatiya xwendekarên hejar û malbatên wan bi dû xwe re tîne. Gelaleyên weke “Cejna atifeyan, sindûqa asayişa qutabiyan, alîkariya qutabiyên bê beza’et û .... hwd”.

Herçend sebaret bi siyaseta ferq û cudahîdanan û bihêzkirina nawendên sîxurî, terh û gelaleyên mezin di berdest de ne, lê di vir de merem ji anîna van çend mînakên biçûk tenê jiber vê yekê ye ku di çardîwara xwendingehan de bimîne.

Herweha armanc baskirin ji siyasetên riyakarane ên karbidestên rejîmê ye ku bi dirûşmên bi berçav ên weke “Edlî Elî û Îslama nab a Mihemmedî”, bi destek vekirî serwet û samana gelên Îranê didin taqimek girêdeyî bi xwe û li hember de xwedî heq ên vî welatî ku heman zarokên feqîr û hejar in, ji her cure alîkariyekê bêpar dikin.