Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gurûpên ‘’Jîwar û Rûnak’’ konsertekê li Tehranê lidar dixin

17:56 - 15 Îlon 2016

Kurdistan Media: Her du gurûpên mozîkê yên ‘’Jîwar û Rûnak’’konsertekê li Tehran a serbajarê Îranê de birêve dibin û hunera xwe li mozîkê de nîşan didin.

Li gor nûçeyan, gurûpa Jîwar bi serperestiya Jîwar Şeyxulîslamî, qirare îro pêncşemî, 15’ê Îlona 2016’an li hola Wehdet a Tehranê de konsertekê birêve bibin.

Ev gurûpa hunerî li du beşên kurdî û farsî de konserta xwe lidar dixin. Herweha gurûpa mozîk a Rûnakê bi çendîn parçe mozîkên ji deverên cuda cuda ên Îranê konserta xwe dixemilînin.

Serperestiya gurûpa Rûnak li stûyê Keywan Elî Mihemedî ye û ahenga wan bi beşdariya hunermendên xwecihî birêve diçe.