Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemexan Efendî: “Roja herî nexweş ku bandor xistiye ser min û tu caran ji bîra min naçe, roja şehîdketina Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî ye”.

15:06 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013

Hevpeyvîn: Faxir mewlod

Hemexan Efendî kurê Mewlûd, sala 1322’an (1943) li gundê “Axdere” ya ser bi bajarê Diwanderê di malbatek desteng û hejar de tê dinê.
Hemexan bi sedema feqîriya malbata xwe nekariye here xwendingehê, lewma ew jî weke para herî zaf a zarokên serdemê xwe nexwendewar ma ye. Ewniha xwediyê du zarokan bi navên Şengar û Koçer e.
Hemexan derbarê nasîn û tevlîbûna xwe bi PDK Îranê dibêje: “Piştî wê ku PDK Îranê di sala 1357’an (1979) de xebata xwe ya eşkere ragehand û di piraniya gund û bajarên Kurdistanê de xebata siyasî dest pêkir, di demek kêm de teşkîlata partiyê li derdora Dîwanderê bû xwediyê nifûzek bihêz û her ew nifûza bihêz jî ez xistim bin bandora xwe û bûye sebeb ku ez jî siyasetê hez bikim û biryar bidim tevlî refên partiyê bim. Lewma di sala 1357’an (1979) de, min xwe bi binkeya PDK Îranê li “Şaqelayê” ku wî çaxî di bin serperestiya Şehîd Riza Fetahawayî de bû nasand û bi awayek fermî çeka pîroz a pêşmergatiyê min hilgirt.”
Hemexan dibêje: “Bi dirêjahiya temenê pêşmergatiya xwe, min berpirsatiyên cur bi cur weke berpirsê tedarokat a hêza Dîwanderê û herweha berpirsê zîndana wê hêzê li Şaqelayê wergirtine û di piraniya şerên derdora Seqiz û DÎwandere û Hewşarê de beşdar bûme”.
Hemexan Efendî derheq rojên herî xweş û herî nexweş ên jiyana xwe de weha dibêje: “Jiyana pêşmergatiyê jiyanek nexweş û bi êş e, lewma rojên nexweş tê de zaf in, lê roja herî nexweş ku bandor xistiye ser min û tu caran ji bîra min naçe, roja şehîdketina Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî ye.
Di hember de jî roja herî xweş a jiyana min ev e ku Dr. Qasimlo hatibû û tevî hêza Dîwanderê nûçeyên radyoya “Mocahidîn”ê guhdarî dikirin, radyoyê gellek tan avêtin, piştî bidawî hatina nûçeyên radyoyê Dr. Qasimlo got ku rûyê wan tan û propagendeyan li me wate PDK Îranê ye, lewma ez dibêjim ku hekî ez bi tenê jî bimînim, disan jî vê partiyê Îdare û birêve bibim. Eva jî roja herî xweş a jiyan min bû û tu caran jibîr nakim, jiber ku tewahiya kadr û pêşmergan moralek bihêz ji gotina Dr. Qasimlo wergirt in.”
Hemexan Efendî derheq derbazbûya xwe dibêje: “Gellek kesan daxwaz ji min kirine ku destan ji şoreş û pêşmergatiyê bikêşim,lê tenê bo yek deqeyê jî ez nesekinîme û ji pêşmergatiyê mandî nebûme û niha jî şanaziyê bi derbazbûya xwe dikim”.
Hemexan rû li kadr û pêşmergên PDK Îranê dike û dibêje: “Heta hûn dikarin bi paqijî û dilsozî ve pêşmergatiyê bikin û ji pêşmergatiya xwe dudil û dilsar nebin û hertim şanaziyê bi derbazbûya xwe bikin”.
Hemexan Efendî rû li xelkê Kurdistanê dike û bi vê gotinê dawiyê bi gotinên xwe tîne: “Xelkê Kurdistanê daxwazê ji we dikim ku berdewam piştewaniya PDK Îranê bikin û weke berê pişt û penaya pêşmerge bin û herweha daxwazê ji wan kesan dikim ku çeka rejîmê hilgirtine, çeka xwe danên û cardin vegerin hembêza xelkê xwe”.