Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hepsîkirina 100 kes û destbiserkirina 192 kesên din di 6 mehan de

16:09 - 24 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Hukmê 628 sal heps û 15 sal hepsa helawêstî biser 100 girtiyên Kurd di şeş mehna de hatiye sepandin.


Li gor rapora nûçegihaniya “Kurdpa”, di 6 mehên derbasbûyî de 192 hevwelatiyên Kurd hatine destbiserkirin û hukmê 628 sal heps jî bi ser 100 hevwelatiyên din de hatiye sepandin.
Bigiştî hukmê bi ser wan hevwelatiyan de hatiye sepandin, 628 sal heps, 15 sal hepsa helawêstî û 74 qemçû bûne.
Pirraniya wan hukman ji aliyê dadgeha Înqilab ve di demeke kin de hatine derkirin û wan hevwelatiyan mafê diyarîkirina parêzer ji xwe re nebûne.
Li gor rapora han û bi piştqahîmî bi hin fakteran, kesên ku ji aliyê dezgehên ewlehî ên rejîmê ve hatine destbiserkirin, pirraniya wan çalakên çandî, sivîl û xwendekariyê ne, lê piştî destbiserkirinê dozên ewhelî ji wan re çêkirine.
Tometên ku bi wan hevwelatiyan dane, pirranî endametî û alîkariya partiyên Kurdî ên dijberî rejîmê hatine tomarkirin.
Amarên han tenê ji aliyê ajansa “Kurdpa” ve hatine piştrastkirin, lê seba nebûna ragihandina azad û xweser di hundirî Kurdistanê de, amarên han ji wê yekê pêtir in.