Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina sê heyetên PDK Îranê, Komele û PYDK Sûriye li Hewlêrê

22:09 - 3 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Du heyetên PDK Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê pêşwazî li heyetek Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdên Sûriyê li bajarê Hewlêrê kirin.


Li gor rapora malpera kurdistanmedia, roja Duşemî berwar 3’ê Îlona 2012’an, li binkeya Deftera Siyasî a PDK Îranê li bajarê Hewlêrê, du heyetên PDK Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistan Îranê bi serperestiya birêz “Necmedîn Gulperwer” û PDK Îranê bi serperestiya birêz “Tahir Mehmûdî”, pêşvazî li heyetk Patiya Yekîtiya Demokrat a Kurdên Sûryê bi serperestiya birêz “Ebo Sabîr” Endamê Mekteba Siyasî yê wê partiyê li Hewlêrê kirin.
Birêz “Ebo Sabîr” bi boneya rêkkevtinnameya PDK Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê bi germî pîrozbayiya xwe pêşkêşî wan du partiyan kir û bi cihê keyfxweşiya xelkê Kurdistanê û herweha bi gavek girîng bo gişt hêz û aliyên siyasî û dostên tevgera Kurdî zanî.
Nûnerên her du partiyan tevî keyfxweşiya xwe ji seredana wê heyetê, xalên wê rêkkevtinnameyê şirove kirin û li ser qahîmkirina pêwendiyên navbera PDK Îranê û Komeleya Şoreşghêrên Zehmetkêş ên Kurditsdan Îranê pêdagirî kirin.
Di rewşek dostane de, her sê heyetan di basek siyasî de, pirsên Sûriyê û Îranê anîn ber bas û şiroveyan.