Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevjîna Mela Hesen Şêweselî di merasima kongireya 16.mîn de axavtinek kir

21:28 - 6 Adar 2018

Kurdistanmedia: Xatûna Kulsûm hevjîna Mela Hesen Şêweselî piştî wergirtina xelata rêzgirtinê bi boneya xizmetên bi salan bi hevjînê xwe yê kêmendam Mela Hesen Şêweseliyê şoreşger, çend peyvan axivî, û ragehand ku ewê berdewam be di xizmetkirina bi hevjînê xwe yê têkoşer.

Deqa axavtina wê weha bû:

Ez xwe bi serbilind dizanim ku rê bi min hate dan ku di kongireya 16.mîn ya PDKÎ de beşdariyê bikim. Ez bi boneya serkevtina kongireya 16.mîn ya PDKÎ pîrozbahiyê li we rêzdaran û hêjayan û malbatên serbilind ên şehîdan, kadr û pêşmergeyên qehereman û li tewahiya gelê Kurd dikim.

Bi boneya vê qedirgirtina ku ji me hate girtin, ez xwe hêjayî vê lewha rêzgirtinê nabînim, lê min wergirt û ez ser serê xwe dadinêm, eva bo min tişteke gellek mezin bû, hêvî dikim ku bikarim zêdetir xizmeta hevjînê xwe bikim, û bi vê yekê jixwerazî (xobayî) nebim (çepikên beşdaran).

Spasiya we dikim, zor zor spasiya we dikim (çepikên beşdaran). Ez şermendê we me. Hêvî dikim ku hûn hemû serkevtî bin û daxwaza serkevtinê ji we hêjayan re dixwazim.