Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeyvîn

14:50 - 23 Tebax 2012

Hevpeyvîn: Bêhzad Simko


Mam Ehmed: Dr. Qasimlo kerem kir, çiqas hûn bikarin xwe ji wan şeran dûr bigirin, herweha bi belavokan û roşengeriyê pirsgirêka eşîretan kêm û çareser bikin.
Navê min Ehmed e, lê li nav xizm û kesan de bi Ehmê li nav hizbê de jî bi mam Ehmed têm naskirin. Sala 1334’ê li gundê Yêrelmax a ser bi bajarê Makû’yê li malbetekî hejar û kurdperwer de ji dayîk bûme. Babê min midehê 10 salan li zîndana Şahê Îran de hepsî bû û berî şoreşa gelên Îranê hat serbest berdan.

Ji ber wê ku jiyana xelkê pir dijwar bû û xelik pirr feqîr û destkurt bû, gavanî û şivanî karê zorahiya xelkê bû; xwendewarî pirr kêm bû, dema zarokatiya me, qutabxane li gund tunebûn. Piştî ku em mezin jî bûn êdî dereng bibû û me nekarî bixwînin.

Sala 1357’an a rojî, meqer û komîteya PDK Îranê li Makûyê bi hevkariya hin kesên navdar û xwedî desthilat bi taybetî nûnerê Makûyê (Şehîd Hesen Wekaletî) hat damezirandin . Serok eşîr, û rûsipiyên gunda dihatin wir û digotin eva komîta kurdan e. Ez jî têde bûm endam û min dest avête kar û çalakiyan. Me (ez û kurmamek xwe ‘’Hesen’’û Hesen Wekaletî) meqerk li nav gundê Axgolê û yekî din jî li nav Saka da ava kir.

Ez bi wan re du caran çûme Mehabadê bal Şehîd Dr. Qasimlo.

Sala 1358’an de ji ber şerê sepandî bi ser gelê kurd de, li navbera me û hêzên rejîmê de şer û pevçûn çê dibûn. Ji aliyê dine jî di wê demê de şerên eşîretî li navbera Celaliyên Makû’yê de dest pê kiribû ku çend kes hatibûn kuştin. Dr. Qasimlo kerem kir: Çiqas hûn bikarin xwe ji wan şeran dûr bigirin, herweha bi belavokan û reşengeriyê pirsgirêka eşîretan kêm û çareser bikin. Xelkê bicivînin û li meqeran de wan kom bikin, tevî wan qise bikin, endamgîriyê bikin û daxwaza hevkariyê ji wan bikin.

Sala 1359’ ez bi fermî bûm pêşmerge û me çend operasiyon encamdan, lê zêde me dixwest ku karê teblîxatî bikin û bi taybetî şehîd Hesen digot: ‘’Bila tu kes neyê kuştin’’.

Paşan şehîd Hesen, bi pilan û senaryoyek darêtî ya rejîmê li jêr navê navincîtî û çareser kirina kêşe û şerê malbatî ê li navbera kurmamên wî de bo wir hat rakişandin û mixabin bi nemerdî ew şehîd kirin.Piştre li sala 1360’î de mela Hesen Şîweselî, Celîl Gadanî û sergurd Rebî’î weke meimûriyet nêzîkî 4 mehan bo herêma Makû’yê hatin şandin û xebat û çalakiyên çekdarî û siyasî yên cur bi cur bi serbilindî ve bicî anîn.

Li 14’e Sermaweza heman salê de, Komara Îslamî êrîşek berfireh kire ser me û gundê me kawil û şevitandin, nemaze mizgevta gund jî şevitandin. Em hilkişiyane quntara çiyayê Agirî li nav eşîretên Qizilbaş û Sakan de. Ew ji zarok û gundiyên me heta bihara sala din xwedî derketin û pêwîstiyen wan jî dabîn kirin. Paşan rejîma Komara Îslamî li buhara sala 61’an de efûyek giştî bo wan gundiyan ragihand û ew vegeriyan cihê xwe.

Her çend ku hin ji wan derbasî Turkiyê bibûn ku yek ji wan, apê min bû bi malabat xwe re. Ew midehê şeş mehan li wir mabûn, lê piştî vê bi zorî radestî dewleta Îranê kirin û rejîmê ew li Makû’yê de hepsî kirin, lê xelkê Makû’yê û bi taybetî Azeriyan nerazîbûna xwe li pêşberî fermandariya Makû’yê li hember zîndanîkirina jin û zarokan nîşan dan û rejîm neçar ma ku piştî 24 demjimêran wan serbest berde.

Ji ber wehşet û zext û givaşên rejîmê, hêdî hêdî hêza me li vir kêm dibû, bi neçarî em bo Herêma Somayê paşde kişiyan. Li wir şehîd Guro, kurê Emerxanê Şikak hat pêşwaziya me û kêmasiyên me dabîn kirin û em gihandin gundê Heştiyanê.

Midehek şûndatir herêma Soma û Biradostê ket destê dujmin û me tu rê neman. Lê Tahirxanê kurê Simko hevkariya me kir û em di gundê Coniyê de veşartin ta ku me rê peyda kir û hêzên me hêdî hêdî kom dibûn. Em bûn 50 pêşmerge, çek û silahên me bi destê Esker, kurê Tahirxan dabîn bibûn.

Hey Donya! Ewqas sal çawa bilez derbas bûn, dem derbas dibe û temenê me ber bi dawiyê dice. Me jî rojên sext û dijwar, xweş û nexweş, şirîn û tal derbas kirin. Çiqas bîrewerî ji me re man. Lê naxwazim xwendevanên we bêpar bihêlim ji wan. Midehek bû xelkê gazinde ji kesekê dikirin bi navê Sofî, ku bi gotina xelkê caş bû.

Lê wî hin caran hat û çoya nav me jî dikir û em pê nehesiyabûn. Ez hatim şandin bo kuntirol kirina wî. Rojekê li nav seyrangahekê da min ew dît bi çend kesan re. min baş şopand, dûre min fêm kir ku ew pasdar in û bûye kirêgirtiyê rejîmê. Piştî wê destûra girtina wî bal pêşmergan ve hat dayîn.
Heval çûn û ew girtin. Birêz mela Hesen Şîweselî û Clîl Gadanî di nava şikevtê de pêre qise dikirin û kar û tawanên wî jêre dihejmartin, lê Sofî berdewam înkar dikir ku tu têkiliyek bi rejîmê re hebe.

Paşan neçar ma ku îtiraf bi sîxortiya xwe bike, lewre kete girî, lahî û dalahiyan û daxwaza efûyê kir. Biryar hat dayîn ku Sofî were serbest kirin çûnku poşman bûye. Me Sofiyê xwe bire ser cadê û ew berda. Li ber çavên me siwarî tirombêlekê bû. Li xeyala xwe de me Sofî ji rejîmê qedandiye û ger nebe welatparêz jî, êdî îxanetê nake!. Lê hêj em 5 deqîqeyan li ser cadê dûr neketibûn ku Sofiyê pilegewir hêza caş û pasdaran bi alîkariya hêlîkopteran anî ser me û bi zehmet û dijwarî me karî xwe xilas bikin.

Şanaziya herî mezin bo min ew e ku min du caran şehîd Dr. Qasimlo dît. Her du caran jî li Mehabadê, carekê jî me destê hev girt. Niha pêş çavê min e.Mixabin min tu car Şehîd Dr. Seîd Şerefkendî nedît. Min du caran jî sergurd Ebbasî dît ku bîreweriyên xweş in bo min û tu car ji bîr nakim.
Jiyana pêşmergatiyê tejî ye ji bîreweriyên xweş û tall ku ger bibêjim vê hilgirê gelek nivîs û pirtûkan be, lewma bila serê xwendevanan neêşe û dixwazim bibêjim hewce ye pêşmergên nû, pitir guhdariya wan ceribîn û ezmûnan bikin û ji xwe re bikin ders.

Bila agedarê halê pêşmergên kevnar bibin û zortir li ser bîranînên wan bixebitin. Bila çepera berxwedan û şeref a pêşmergatiyê tu car vala nehêlin.
Herweha li dawiyê de dixwazim bibêjim ku: heta ez hebim rêbaza Dr.Qasimlo, Dr.Seîd û hemû şehîdan wê her bidomînim.