Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

hevpeyvîn bi du pêşmergeyên dêrîn ên PDK Îranê re

22:08 - 24 Gulan 2012

Hevpeyvîn: Arif Velezî
Ce’fer Hesenzade naskirî bi Ce’fer beg, kurê Ehmed, di sala 1327’an (1948) li herêma Armirdeya ser bi bajarê Banê hatiye dine,û piştî şoreşa gelên Îranê çeka pêşmergatiyê hilgirtiye, û heya niha jî di nav refên PDKÎ de xebat û tekoşînê dike.

Cefer Hesenzade bîrewerî û serpêhatiyên xwe ên pêşmergatiyê weha bi me re parve kirin:

“Di temenê zarokatiya xwe de, bi cotyarî û kasibiyê ve mijûl bûm heya temenê min gehişte 18 saliyê, piştî wê ez çûm leşkeriyê. Di serdemê rejîma pasatiyê û di sala 1352’an de min leşkerî bidawî anî, û ez vegeryame mala xwe.

Min karê cotyarî û kasibiya xwe domand heya ku şoreşa gelên Îranê dest pêkir, û min jî weke gelek kesan hest bi kêm û kasî, û zulm û sîtema rejîma paşatiyê li ser netewa Kurd kir, lewma jî digel şehîd Îzet ku birayê hevjîna min bû, rolê xwe wek her kesî di şoreşa gelên Îranê de lîst.

Kak Cefer di doma axaftinên xwe de weha dibêje: “Min wê serdemê PDK Îranê bi başî nas nedikir û herweha şoreşa salên 46-47’an jî bi başî nedihat bîra min û heta rejîmê jî vê serdemê digot ku çekdarên şoreşa 46- 47’an diz û çete ne. Piştî şoreşa gelên Îranê ku PDK Îranê dest bi xebata xwe kir, xizmek me bi navê Sofî Ehmed ku di şoreşa 46-47’an de beşdar bibû, beşdariya di nav refên PDK Îranê de weke rêya herî baş bo çereseriya doza gelê kurd û rizgariya ji zulm û zoriyê ji me re bas kir.

Piştre di cejina 25’ê Gelawêja sala 1358’an de, wek yekem car di kar û bar û cejna partiyê de ez beşdar bûm, piştî heyamekê ku Komîte li Kurdistan û bajarê Banê hatin avakirin, em sê çar kes bûn ku me bo yekem car navê xwe weke endamê PDK Îranê nivîsand. Di dû de piştî midehekê Sitada Muşterek (nawenda hevpar) li bajarê Banê hat avakirin û min bi awayekî fermî weke pêşmergê PDK Îranê, çek hilgirt û heya niha û heya roja ku dimirim, ez di xizmet partiya xwe ya xweştevî de me”.

Ce’fer Beg derheq bidawî hatina şerê Îran û Îraqê jî weha ji Agirî re axivî: “Dema ku agirbesata navbera Îran û Îraqê hat ragehandin, kadr û pêşmerge nîgeran bûn. Encama agirbestê bû ev ku rejîma Îraqê givaşê bixe ser binke û baregehên me di Îraqê de. Piştî wê nûnerê me li Bexdayê wate Kak Xefûr Hemzeyî hat Qendîlê û got ku hikumeta Îraqê du meh ji me re diyarî kirine û ragehandiye ku dibe hûn herne nava kempan de. Em sê kes çûn xizmet Dr. Qasimlo û me pirsyara vê rewşê jê kir, Dr. Qasimlo şokolat dan me û got; eva şiriniya bidawîhatina şerê Îran û Îraqê ye, û taliya wê jî ew e ku heya du salên din çi naqewime, lê piştî du sala wê asoyek ji kurdan re peyda bibe. Piştî du sala gotina Dr. Qasimlo rast derket û raperîna sala 1991’an li Kurdistana Îraqê de pêk hat, û Kurd derbasî qonaxek nû ya jiyana siyasî ya xwe bûn. Ce’fer Beg ji Agiriyê re weha axavtina xwe domand: “Bîreweriya herî nexweş di pêşmergatiya min de ku tu caran li bîra min naçe, ew e ku sala 1368’an, em di navbera Bajarên Seqiz û Banê de mijûlî karê siyasî û rêxistiniya xwe bûn, ku xeber dane me ku Dr. Qasimlo şehîd kirin. Lê bîreweriya xweş ku di temenê pêşmergatiya min de rû daye, ew e ku piştî şehîdkirina Dr. Qasimlo, Melbenda du û hêza Arbaba bi hevre cewleyek ewlehî û siyasî li dewerên Bokan û Miyandoawê pêk anîn. Em li bajarê Bokanê ber bi gundekê çûn û di gond de min pirsyara Caş û Pasdaran ji xelkê kir, di bersiva min de keçek hate pêş û got; tu ferq û cudahî di navbera we û pasdar û caşan de tuneye, em pir nerehet bûn û min jê pirsî çime? Got jiber ku Dr. Qasimlo hertim dijî rêdînê bû, û niha piştî şehîd ketina wî, we jî rêdîn heye.

Piştî vegeriyana me bo binkeyên partiyê, seba axaftina wê keçê berpirsên partiyê biryar dan ku her kesek rêdina xwe netiraşe, wê ji partiyê bê derxistin. Lewra hemû kadr û pêşmergeyan rêdînên xwe lêden.


Seîd Meqrozî naskirî bi Seîd Hewramî, kurê Ce’fer, sala 1328’an li li gundê Dere Hecîc, ya ser bi bajarê Nodşê ji dayîk bûye, û heya niha jî bi moralek bihêz xebata xwe li nav PDKÎ de didomîne.

Kak Seîd jî weke piraniya ciwan û xortên din ên kurd li Îranê, her di despêka nûciwaniya xwe de ji bo dabînkirina bijîva jiyana xwe û malbata xwe dest davêje cotyarî, Baxevanî û kesabeta ser sînorên Îraqê, paşan bo kar û kasibiyê rû li bajarên din ên Îranê weke bajarên Bender Ebas, Abadan, Tehran û …hwd dike.

Seîd Hewramî ji Agiriyê re weha axivî: “Dema wê hatibû ku ez herim leşkeriyê, lê min hez nedikir ku ez xizmetê ji rejîma zalim ya paşatiyê re bikim, lewra heyamê pênc salan min her carekê ku dihatin min bigirin û bibin leşkeriyê, min 500 tûmenê wê demê weke bertîl dida wan, û heya heyamekê desta ji min dikişandin.

Dema min li bajarên cur bi cur ên Îranê de kar dikir û ez vedigeriyame Kurdistanê, min gelek hest bi paşveman û bêparkirina kurdistanê li çav herêmên din ên Îranê dikir, ew xuyakirina cudahiyan ku di navbera Kurdistanê û herêmên di ên Îranê de hebûn, bûne despêkek ku ez bikevim hizra xebat li dijî zulm û zora rejîma hakim bi ser kurdistanê de, û di Buhara sala 1358’an de, min program û peyrewa navxwe a PDKÎ dît, û min hêvî û armancên xwe têde dîtin, lewra bi awayek fermî di heman salê de ez bûm pêşmerge.

Kak Seîd dibêje di heyamê pitir ji 30 sal temenê pêşmergatiya xwe de min gelek rojên nexweş, bi êş û xem dîtine, weke şehîd ketina du birayên xwe bi navên Ebdulrehman û Se’dulla û birayê hevjîna xwe, lê dibêje roja herî naxweş a jiyana min li Qendîlê bû, roja şehîdkirina rêberê navdare kurd, Dr. Qasimlo, ku di rastî de zirarek gelek mezin bû ku li cesteyê partiya me û gelê kurd ket”.

Kak Se’îd weke bîreweriyek xweş di temenê pêşmergatiya xwe de dibêje ku li ciheke Qendîlê de bi navê Gewredê kongireya PDK Îranê pêk hat û ez jî weke çavdêrê kongirê li wir bûm, di roja duyem a kongirê de şehîd Dr. Qasimlo got ku ez we xatircem dikim ku tu caran gelê kurd û PDK îranê di gel aşbetaliyê ber bi rû nabe, eva xeberek xweş bû, ku me bihîst. Herweha di sala 1361’an de, em bo me’muriyeta partiyê de çûn Şêwecoyê, û li wir me daxwaza dîtina Dr. Qasimlo kir. Di dema hevdîtinê de hevalan di gel Dr.Qasimlo axaftin kirin, û pirsiyar û nêrînên xwe anîne ber bas, dema goviya min hat, Dr. Qasimlo got; kurê baş tu çi dixwazî? Min ji pirsiyara dîplomasiya Partiyê di derveyî welat kir, lê Dr. Qasimlo hindekê mat ma, û paşan got ku heya niha kêm kesan pirsiyarek han kiriye û ji min pirsî ku gelo xwendewariya te heye? Min got nexêr, û paşan bersiva pirsiyara min bi xebera anîna pizîşkên biyanî bo çareseriya birîndarên şer û karkirin di nexweşxaneyên partiyê de da.

Birêz Seîd Hewramî di dawiya axaftina xwe de dibêje ku, piştî 33 sal xebat di refên PDK Îranê de bi heq dizanim ku daxwaza pêşveçûnê ji rêberiya partiya xwe bikim û herweha daxwaz ji xortên kurd dikim ku niha serdemê xwendin û şerê pênûsê ye, lewra xwendina xwe bi başî bidomînin û mafên xwe ên rewa weke gelê blindest ê kurd bi başî binasin û destnîşan bikin, paşan di pêxema bidestveanîna wan armanc û mefên netewî, xebata pêwîst bikin.