Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeyvîn bi du xebatkarên demokrat ”Xalîd Mehmûdî” û Ehmed Sembolî re

20:34 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2012

Kak Quwet:Azadî nêzîk e, çûnkî Komara Îslamî li ser kendalê herifînê ye û ez jî hez dikim ku azadiyê bi çavê xwe bibînim.

Hevpeyvîn: Arif Vêlzî

Zafin ewên ku di pêxema serbestî û serbilindiya gelê xwe de çepera pîroz a xebat û pêşmergatiyê hilbijartine û di vê riyê de jî yan şehîd ketine, yan jî hêj bo azadiyî li vê çeperê de berxwe didin. Ger mirov bê û rûpel bi rûpel û roj bi roje jiyana wan hilde, her yek ji wan hilgirê sedan pirtûk û fîlm û destanrêsan in û hewce dike ku mîna roniya çavan bên parastin, lê dixuye ku carê pêvajoya vê xebatê dê carê berdewam be û ew îmkan carê neafiriye. Lê bêguman dê ew roj bê ku hesreta dilê wan û çavniheriya çendîn saliye wan bi cî were û ala rizgarî û azadiyê bi destê xwe li ser çiyayên bilinde Kurdistanê biçeqînin.

Ehmed Sembolî kurê Mihemed naskirî bi Mam Quwet, sala 1955an, li gundê Nella ya ser bi bajarê Serdeştê hatiye dinê.

Ji ber nebûna qutabxanê di serdemê zarokatiya xwe de, ji xwendinê bêpar dibe, lewma her di temenê zarokatiye xwe de mijûlê karê cotyarî û ajeldariya malbata xwe dibe.


Kak Quwet çawaniya nasyariya xwe bi PDK Îranê re weha vegerand; Ez li malbatek şoreşavan û xebatkar de mezin bûme. Babê min bi dirêjahiya temenê Komara Kurdistanê, wate midehê 11 mehan pêşmergeyê Komara Kurdistanê bûye. Piştî hiloşîna Komara Kurdistanê û serhildana tevgera 46, 47’an birayê min ê mezin bi navê mihemed tevlî şoreşê bibû û digel Mela Aware û Simayîl Şerîfzade û hevelên xwe dest dabû xebata xwe ya siyasî di pêxema azadiya netewa xwe de. Ew têkiliya malbatî a me bi şoreşê û PDKÎ re bibû sedem ku ez jî bi başî haydarê vê şoreşê û jiyana pêşmergan bibim.

Mam Quwet derheq tevlîbûna xwe bi refên pêşmergên Hizba Demokrat re weha got: Piştî şoreşa gelên Îranê, PDK Îranê jî li gundê BinewXelef a bajarê Serdeştê Komîteya xwe ava kir, piştî midehekê min xwe bi komîteya partiyê nasand û bi awayek fermî ez bûme pêşmergeyê PDK Îranê.

Kak Quwet niha di 57 saliya temenê xwe de ye. Ew hêj nezewiciye, û jiyana pêşmergatî û şoreşvaniya xwe bi derfet nezaniye ku bizewice, lê hêj bêhêvî nebûye û her dilterr û geşbîne bi pêkanîna jiyana hevpar û piştî azadiyê çavnihêriya bextek wusa ji xwe re dike.

Quwet derbasî nav rûpelên jiyana xwe bû û got: Hemû jiyana min nexweşî bûye, gelek caran ez ji şer û awareyî yê mandî û di hundur de jî xemgîn û dilteng dibûm, lê dema RDK Îranê gazî dikir ‘’Serinc bidin’’ û serkrvtin û operasiyonek pêşmergeyan ji xelkê kurdistanê re bas dikir, ez vedigeşiyam û min enerjî, hêz û aramiyek derûnî distand.

Wî di jiyana xwe de rojên nexweş pir dîtine, lê yên herî tal, şehîd ketina rêber Qasimlo û Dr. Şerefkendî da zanîn. Hekî yên mîna min şehîd ketiban, pirr girîng nebû, ji ber ku kesên din bi hêsanî dikarin cihê me bigrin, lê şehîd kirina rêberan xesarek gelek mezine ku cîgirtina wan hinekî zehmet e. Lê li mekteba şehîd Qasimlo de kesên weha perwerîne ku nahêlin partî û xebat bikewe qedeman. Bo mînak gelek kesên weke Kak Mistefa Hîcrî û Kak Rostem Cehangîrî û … dewsa wan girtine.

Quwet bi şanazî ve basa karê xwe li partiyê de kir ku heya niha karê çapeziyê dike, her ji serdemê Dr. Qasimlo ve heya niha. Li vê derheqê de got: madam ku ji bo pêşmergan e ez amade me her karî bikim, lewma bi dil û can ve ez karê xwe dimeşînim heya ku bikarim li ser piyan bisekinim wê berdewam bimînim.
Kak Quwet li dawiyê de weha axivî: ‘’min jî her weke bab û birayê xwe tewahiya temenê xwe di pêxema rizgariya netewa xwe de derbaz kir û seba vê yekê pir keyfxweş im û şanaziyê bi rêbaza xwe dikim, lê bila tu car lawên kurd rêbaza şehîdan ber nedin, ji ber ku azadî nêzîk e, çûnkî Komara Îslamî li ser kendalê herifînê ye û ez jî hez dikim ku azadiyê bi çavê xwe bibînim.

Xalîd Mehmûdî, kurê Sofî Elî Çiyane, sala 1334’ê li gundê Soxalwê ya ser bi bajarê Pîranşarê hatiye dinê.

Piştî derbasbûna çend salan mala xwe bar dikin û diçin gundê Çiyane. Li wir bona vê ku malbata Kak Xalid xwedî erdên cotyarî û Çaxaneyekê bûne, Karê malbata xwe dabeş kirine, lewma karê cotyariyê dikeve ser milê Xalid û çayxane jî bo birayê wî. Heya temenê 16 saliyê mijûlê cotyariya xwe dibe û paşan daxwaz jê tê kirin ku biçe serbaziyê, piştî dîtina dewreya fêrgehê li padigana Ecebşêrê tevlî 17 kesên din bi dana bertîlê ji eskeriyê hatiye miaf kirin.

Kak Xalid sala 1352’ê li gundê Çiyane digel Menîc Mela Emînî jiyana hevpar pêk aniye û berhema zewaca wan dibe sê kur û sê keç. Kurek min ku niha endamê rêberiya partiyê ye û yekî din jî li nexweşxana partiyê de mijûlê xizmetê ye. Ez gelek şanazim bi wan ku rêbaza min û bapîrê xwe û şehîdan wunda nekirin û li çepera xebat û berxwedanê de ez bi tenê nehiştim.

Bavê Kak Xalid ji sala 1341’ê pêşmergeyê PDK Îranê bûye, lewre malbatî têkilî û hevnasê partiyê bûne. Bavê wî heya sala 1373’ê, anku heya dema ku baregehên partiyê ji Qendîlê daketin xwarê û li deşta Koyê de akincî bûn, her pêşmergeyê partiyê bûye, lê seba kaliyê li ser îzna pertiyê dest ji pêşmergatiyê kişand û vegeriya Îranê. Lewma seba vê têkiliya malbatî bi PDK Îranê re, kak Xalid jî di sala 1362’an de bi fermî bûye pêşmerge û li refên partiyê de dest daye xebat û tekoşîna xwe ya siyasî.

Birêz Mehmûdî derheq bîranînek xwe ya xweş got ku; sala 1357’ê Kak Dr. Qasimlo bo seredana meqerên partiyê li gundên Qelatê, Cerranê, Yêmin Abad û herweha avakirina meqerê partiyê li gundê me hat deverê, piştî seredana meqerên wan gundan, hat gundê me û li dû dîtina cihê ku dixwastin meqerê partiyê têde ava bikin, bi şehîd Sergurd Eliyar re hat çayxana me û bo cara yekemîn min şehîd Qasimlo di hemberî xwe de didît.

Herweha min li meqerê partiyê li bajarê Raniyê erkê xwe yê pêşmergatiyê dimeşand, wê çaxê gelek caran şehîd Dr. Seîd dihat seredana meqerê partiyê, lewma gelek caran ez gihîştime xizmeta wî û pêre rûniştime.

Derheq rojên nexweş ên jiyana xwe Kak Xalid dibêje ku; Roja şehîd ketina her du rêberên me, rojên herî nexweş ên jiyana min in, çûnkî wî çaxî medya û ragihandin weke niha bihêz nebû, lewma me wusa fikir dikir ku êdî partiya me jinav diçe û namîne, çonkî şehîd kirina wan rêberan bi qasekê bandor xistibû ser hêza pêşmerge ku tû hêvî di dilê wan de nemabû.


Kak Xalid hêvî û çavnihêriyên xwe weha bo Agiriyê anîn ziman: Hêviya min serkevtina gelê me ye li her çar parçeyan û bi taybetî li rojhelatê Kurdistanê daku zehmetî û keda me xesar nebe.


Şoreşgêrê PDK Îranê kak Xalid weke gotina davîn dibêje; daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikim ku pişta PDK Îranê ber nedin, û tekoşîn û xebata wê bilind binirxînin û bi rêbaza şehîdan re xwedîsoz û emegnas bin. Her çend ku bi xweşî ve xelkê kurdistanê PDK Îranê dihebînin û jê xwedî derdikewin, herweha daxwazê ji lawên kurdistanê dikim ku refên şoreşê vala nehêlin û tevlî PDK Îranê bibin û şûna me pîr û kalan bigrin.