Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeyvîna Agirî bi du pêşmergeyên dêrîn ên PDK Îranê re

01:26 - 6 Hezîran 2012

Hevpeyvîn: Arif Vêlzî

Abdulmihemed Qaremanî Muqedem, kurê Mecîd naskirî bi Mam Ewlê, sala 1931’an, li gundê Şêremerd a ser bi bajarê Tikabê hatiye dinê. Piştî derbasbûna çend salan, malbata wî Ji vî gundî koç dikin û li gundê Ehmedawa ya ser bi bajarê Tikabê akincî dibin.

Mam Ewlê heya temenê 10 saliyê tevî malbata xwe mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê dibe û paşan karê xwe diguhere û heyamê 16 salan karê qesabiyê dike. Di temenê 20 saliyê de jî dizewice û berhema zewicîna wê, heft kur û du keç in.

Mam Ewlê di hevpeyvîna bi Agirî re dibêje ku, nasîna min bi PDK Îranê re vedigere sala 1357’an. Di sala 1357’an Kak Hejar tevî Elî Pîşkarî weke nûnerên PDKÎ hatin gundê me û di mizgewtê de ji xelkê re axaftin û daxwaz ji xelkê deverê kirin ku, her çend kes bi hevre çekekê bikirin da ku bikarin hewdem digel PDKÎ berevaniyê ji xelk û axa kurdistanê bikin.

Paşan di dawiya sala 1357’an de, Komara Îslamî sindûqa dengdanê anîn gunde me, lê xelkê gund bi yek deng ragehandin ku em deng nadin heya Dr. Qasimlo ku wê demê li bajarê Mihabadê di nava pêşmerge û meqerên partiyê de bû îzna dengdenê nede me. Paşan xelkê gundê me, ez û Mihemed Weysî û Îsmaîl Beraderan weke nûnerê gundê Ehmedawa şandin bajarê Mihabadê heya ku kak Dr. Qasimlo bibînin, lê mixabin şehîd Qasimlo ne li wir bû, lewra em şandin bal cêgirê Dr. Qasimlo ku wê demê Mamosta Mela Şêx Îzedîn bû.

Di Mizgewta Sor ya bajarê Mehabadê de me hevdîtin bi Mamosta re pêk anî û peyama xelkê Ehmedawa me gehande xizmeta wî, û Mamosta di bersivê de got: Em kurd in, û dengên xwe didne nûnerên xwe ên kurd. Em cardin vegeriyan û xelkê me bi giştî dengên xwe dan nûnerê PDKÎ ku wê demê kesek bû bi navê Rezwanî, lê Komara Îslamî encama Hilbijartinan nepejirand û piştre hêdî hêdî derdor aloz bûn û herêm ber bi rewşek ne ewlehî û şer ve dicû.

Mam Ewlê di dirêjîyê de dibêje ku, li ser daxwaza PDKî min bi tenê çekek kirî û xelkê gund jî bi giştî çar çek kirîn, û me bi wan çekan gundê xwe diparast. Heya çend mehan bi vî avayî me derbas kir, paşan di despêka sala 1358’an, bi awayek fermî min çeka PDKÎ hilgirt û ez bûm pêşmerge.

Rêzdar Mam Ewlê du kur û biraziyekî wî şehîdên PDKÎ ne. Kurekî wî bi navê Kerîm Qaremanî di şerek ne camêrane de, li dewera Gultepe ya ser bi bajarê Seqizê hat şehîdkirin û herweha kurê din yê wî bi navê Yehya Qaremanî di dema topbarana gundê Ehmedawa de hat şehîdkirin.

Bîreweriyek xweş ya Mam Ewlê ew e ku dema di şeran de serkevtin bi dest dixistin, û dujmin têk dişkest, PDKÎ êxsîrên şer digirtin û piştî ku pere û cil didan wan, ew serbest berdidan. Ev karê PDKÎ bû reklamek bo pêşmergeyan di qadên şer de, ji ber ku çekdarên Komara Îslamî êdî bi dil şer nedikirin û zû xwe teslîm hêza pêşmerge dikirin, da ku neyên kuştin.

Mam ewlê weha axavtina xwe ya bi Agirî re didomîne: “Bîreweriya herî nexweş di jiyana min de ew e ku em li Qendîlê bûn û tevî pêşmergên bi temen ên nexwşxaneya partiyê, me nanê taştê dixwar, ku Birêz Baba Elî hat û gote me ku mixabin şehîd Dr. Qasimlo şehîd kirin”.

Mam Ewlê piştî rijandina gellek rondikan seba vê bîranîna nexweş û cergbir got ku piştî 33 sal xebat di pêxema azadiya gelê xwe de, çavnihêriya min ji partiya min ne malê dine ye, û ne pile û payeyên di nava partiyê de ne, belkî daxwaza min bi tenê ew e ku partiya min serkevtinê bi dest bixe, da ku zehmet û xebata me bi avê de neçe, û bi serbilindî em cardin vegerin welatê xwe. Herweha dibêje ku daxwaza min ji xelkê Kurdistanê ew e ku yekgirtî bin, da ku kes nekare wan ji nav bibe.

Ebdulmuhemed dibêje ku heyamê 25 salane ku ji malbat û kes û karên xwe dûr im, herweha piştî şehîd ketina du kur û biraziyeke xwe, ez hest bi mandîtiyê li xebatê de nakim û ger niha her sê kurên min ên mayî jî bêne şehîdkirin û nan jî nebe ez bixwem, heya ruh di laşê min de be, ezê pêdagir bim li ser xebata xwe, jiber ku gelek zulim li gelê min hatiye kirin. Mam Ewlê carekê di şer de hatiye birîndarkirin û niha jî destek wê seqet e.
Maperî Kemalî, naskirî bi Kak Helmet sala 1961, li gundê Memeş ya ser bi bajarê Nexedê hatiye dinê. Di temenê zarokatiya xwe de mijûlî pezdariyê bûye û herweha digel bavê xwe karê cotyarî kiriye.
Maperî di bersiva pirsyara min de ku gelo te kengî û çawa PDKÎ nas kir dibêje; di serdemê rejîma paşatiyê de, heft pêşmergên PDKÎ hatin derdora me, û li pişt gundê me ketin boseya hêzên hikumetê de, mixabin çar ji wan pêşmergan şehîd ketin û sê jî ji boseyê rizgar bûn, eva despêka nasîna min bi PDK Îranê re bû.

Di doma axaftinên xwe de Kak Helmet dibêje ku sala 1358’an, meqerê PDK Îranê li gundê me hat avakirin. min û kurek hevalê xwe bi navê Qadir biryar da ku tevlî refên pêşmergên partiyê bibin û me xwe bi meqerê partiyê di gund de da nasandin, lê gotin me heya ku hûn nameya şorayê gund ji me re neînin, em nikarin weke pêşmerge we wergirin, paşan ez çûm û min kaxeza şorayên gund anî û ez bûm pêşmerg û midehê mehekê bi roj li miqerê partiyê de dixebitîm û di dema şevê de diçûm mala xwe.


Maperiyê heya niha şû nekiriye û nezewiciye û dibêje ku heya niha ez li zewicînê nefikirîme û hekî ez nehatibam nava partiyê de jî, ez nedizewicîm, sedem jî ew e ku ez naxwazim ku kesek din bi ser min de zal be û deshilata xwe bi ser min de bisepîne.

Kak Helmet dibêje bîreweriyek min ya xweş ew e ku di sala 1359’an de, di meqerê partiyê li gundê Memelyana ser bi bajarê Nexedê dimam ku agehdarî dan Kak Dr. Qasimlo wê bête seredana binkeyên partiyê. Ez nobedar bûm ku tirumbêlek Jeep hat û nava tirumbêlê xûya nedikir, min tirumbêl sekinand û îzna çûnê jêre neda, Kak Seyîd Resûl Babî Gewre ji tirumbêlê hat xarê û got min, em bixwe ne, û min bo cara yekemîn di jiyana xwe de Dr. Qasimlo dît, paşan min rêya tirumbêlê berda û hatin û li mizgewta gund de Dr. Qasimlo civîn pêk anî û ez jî têde beşdar bûm.

Maperî dibêje di heyamê ku ez pêşmerge bûm heya niha dayka min, birayê min, xûşka min û gelek kes û karên min mirine û min nedîtine, lê tu yek ji wan bi qasî şehîd ketina Dr. Qasimlo bandor nexist ser min û ez aciz nekirime. Di dema şehîdketina Dr. Qasimlo ez li menteqê (li navçê) seba nesaxiyê vegeriyabûme Qendîlê û li pirsgeha PDKÎ de dimam, heya sê rojan min her jêve bû ku xebata me bidawî dibe û emê ji Qendîlê bêne xwar.

Têkoşera vê carê dibêje ku piştî pitir ji 30 sal xebat di nava refên PDK Îranê de, min tu çavnihêriyên madî û berpirsatî ji partiya xwe nîne, jiber ku ez li navçeyê de Serpel bûm û aliyê madî ji tu girîngiyek bal min nine, lewma min jiyana xwe goriyê partiya xwe û gelê xwe kiriye, û bi tenê min serkevtina partiya xwe divêt.

Maperî heya niha du caran di şer û topbaranê de birîndar ketîye.