Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeyvîna Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî yê PDKÎ di gel TISHK TV

15:12 - 8 Îlon 2014

Hevpeyvîn: Selam Îsmaîlpûr

pirs: Bo çi serbarê derbazbûna heyameke dûr û dirêj bi ser rabûna xelkê Sûriyê û bihêzbûna rola DAÎŞ’ê di guherînkariyên vî welatî de, û serbarê vê ku di vê sala dawiyê de pêşkevtineke berçav di karê vê girûpê di Sûriyê de nedihate dîtin, lê her ku hêzên wê bi awayekî micid hatin nav guherînkariyên Îraqê de, em şahid bûn ku beşeke berçav ji erdnîgariya Îraqê kete jêr deshilata vê girûpê de?

Bersiv: Ew yek vedigere ser cudahiya qada kiryarên terorîstî û karên ku DAÎŞ’ê di welatê Sûriyê û Îraqê de encam dida. Em dibînin ku di Sûriyê de serbarê deshilata nawendî, û arteşa vê hikûmetê di şerê digel neyaran de hêzên din jî hene, ji wan El-nusre û DAÎŞ, Kurd û ...hwd.

Serbarê vê ku ew di çarçoveya Sûriyê de ne, lê li hemberî dewleta nawendî de arteşa Azad yan Kurd yana El-nusre, yan DAÎŞ, hevbendî û yekîtiyeke wisa di navbera wan de tuneye. Serbarê vê renge her yek zêdetir ji vê ku di gel hikûmeta nawendî ya Beşar Esed şer dikin, li dijî hevdu jî şer dikin, û ew yek dibe sedema ku qada çalakiya DAÎŞ’ê li Sûriyê, bi sedema hejmara tevgerên ji bilî DAÎŞ’ê, hêdî here pêş.

Lê qada çalakiyên terorîstî û kiryarên tevdanîkarane yên vê girûpê di Îraqê de bi awayekî din bû. Em dibînin ku di herêmên Suniyan de eşîrên Sunî meseb yên herêma Mûsil û Tikrît û Diyale, di rastî de ji hikûmeta nawendî û dewleta Malikî nerazî bûn, serbarê vê Neqşbendî û paşmayiyên rejîma pêşîn ya Be’sê jî hene, û di rastî de herêma Misil û Tikrîtê em dikarin bêjin ku cihê rabûna partiya Be’sê bûne.

Ku wisa bû tevî vê ku em dikarin bêjin renge wan dijberî û cudahî di gel DAÎŞ a berê di warê siyasî yan jî di warê piratîk û kiryarên ku di herêmê de encam didin hebin, lê bi giştî hinek nêzîkatî û hevbendî jî bi hevdu re hene, ku dikarin li hemberî dewleta nawendî de kiryarên bi vî rengî encam bidin, ku di heyama yek yan du rojan de herêmeke berfireh bixin jêr kontrola xwe de.

Di vî warî de hewce ye ku em qala pirseke din jî bikin ku ew jî ew e ku çima arteşa Îraqê wisa paşekêşe kir, tevî vê ku yên min bas kirin jêre alîkar bûn, û renge jî li hemberî arteşa Îraqê de hevalbend bûn, lê arteşa Îraqê jî ji piştevaniya xelkê bê par bû.

Arteşa Îraqê di serdema Malikî de bi awayekî hatibû parzîngkirin ku zêdetir jî %80 ji wê Şîe bûn. Arteşeke bi vî rengî di herêmên Suniyan de nikare xwediyê piştevaniya xelkî be. Arteşek ku xelk piştevanyê lê nake û renge li ber çavên xelkê herêmê, û ji aliyê seranên eşîrên Sunî, û heya dewleta Îslamî û Neqşbendiyan û paşmayiyên partiya Be’s, ew arteş tenê arteşeke bîhanî be ku di herêma Suniyan de be.

Lewra di vê herêmê de alîkariya xelkê heya qasekê hebû, û hevgirtina wan hêzan serbarê cudahiyên wan bûne sedema vê ku ev di Sûriyê de hêdî çûne pêş, lê di Îraqê de bi awayekî berfireh û bi lez çûne pêş.

Pirs: Piştî dagîrkirina Şingalê sedema pêşkevtina bi lez ya destpêkî ya DAÎŞ’ê di nav xaka Kurdistana Îraqê de, heya nêzîkî Hewlêrê û piştre jî sedemên vekişiyana wan çi bû?

Bersiv: Ew pêşrewiyên DAÎŞ’ê di rojên destpêkê de, çavkanîgirtî ji du pirsan bû, yek eva ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê yan xelkê Kurdistanê bi awayekî xafilgîr bûn, wate wan wisa hizir dikir ku DAÎŞ li dijî hêzên Îraqê ye, û dixwazin ku Bexdayê dagîr bikin, lewra wisa hizir nedikirin ku ew bi vî awayî berfireh êrîşî ser herêmên li jêr deshilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bikin.

Lewra ne amadeyiyek di nav hêzên pêşmerge de dihate dîtin, serbarê vê yekê jî hêzên dewleta Îslamî di warê çek û teqemeniyan de gellek bi hêz bûn û ew çekên ku ji arteşa Îraqê sitandibûn, li dijî hêzên pêşmerge bi kar anîn. Di demekê de ku kelûpelên ku diviya bo bergirî ji Herêma Kurdistanê di destên pêşmergan de ban, li hemberî çekên ku di destên DAÎŞ’ê de bûn gellek lawaz bûn.

Lê piştî çend rojan ku hêza pêşmerge xwe bi awayekî nû organîze kir, û ew îmkanatên ku renge wê demê li pişt eniyên şer de bûn, ber bi xalên herî pêş ên çeperên şer hatin şandin, û piştre jî alîkariyên derekî û leşkerî giha destê pêşmergeyan, û me dît ku pêşmergeyan piştî çend rojan karîn ku di destpêkê de pêşkevtina DAÎŞ’ê asteng bikin, û nehêlin ku zêdetir bêne pêş, û di kêliya duyemîn de ew paşve vegerandin, ew pirsa xafilgîriya wan, û pirsa cudahiya di nav çekên pêşmergeyan û DAÎŞ’ê de, li ser hev bûne sedem ku pêşkevtinên berçav ji bo DAÎŞ’ê çê bin.

Pirs: PDKÎ di heman rojên destpêka êrîşên DAÎŞ’ê de bo ser Kurdistanê bi derkirina daxûyaniyekê tevî piştevaniya ji xelkê, û xelkê Herêma Kurdistanê ragehand ku hekî Herêma Kurdistanê û berpirsyarên têkildar ji me daxwaz bikin, em amade ne ku heya di çeperên şer de li dijî vê girûpê hêzên xwe jî bişînin û amadeyiyeke çalakane me hebe, û di rojên piştre ew kar encam dam, gelo armanca PDKÎ ji şandina hêzên xwe bo çeperên şer li dijî DAÎŞ’ê çi bûn?

Bersiv: Yekem eva ye ku PDKÎ çend rojan pêştir cejna 69’emîn salvegera xwe bi rêve bir, di hemû vê heyamê de, berdewam bona cihgirkirina demokrasiyê û dabînkirina mafên neteweyî yên neteweya Kurd, û ji bo pêşvebirina dadperweriyê, û wekheviyê û nehêlana her cure zordariyê di nav civakê de xebat kiriye, li dijî teror û mirovrevandin û xirapkariyan bûye, û tu yek ji van şêweyan ne tenê nexistiye nava pirograma karên xwe de, belkû em dikarin bêjin ku şermezar jî kiriye, lewra dema em dibînin ku hêzeke çekdar bi îdeyên paşvemayî, û bi tundûtîjiyan êrîşî ser xelkê Herêma Kurdistanê, û xûşk û birayên me dike, û rehmê bi keç û jin û pîran nake, xwazayî ye ku di rewşeke wisa de, partiyek ku xwe di eniya cîhanî ya li dijî terorîzmê de dibîne, amade be ku di vê xebata li dijî terorîzmê de beşdar be.

Hûn dizanin ku PDKÎ bixwe goriyê terorîzmê ye, û eva bixwe sedema hevdil û yekdiliya di gel xûşk û birayên me yên Kurd di Kurdistana Îraqê de ye.

Ya duyem ev e ku renge 15 hezar kes ji Kurdên Kurdistana Îranê bi sedemên siyasî li jêr çavdêrî û şopandinê de ne, û ji bo rizgarbûn ji destê şopandin, girtîgeh û îşkenceyê û îdamê yên ji aliyê rejîma Îranê ve, hawara xwe bo kurdistana Îraqê anîne.

Lewra bixwazî yan nexwazî, rasterast yan ne rasterast ew 15 hezar kes, kêm û zêde qedera wan bi qedera xelkê Kurdistana Îraqê ve hatiye girêdan, lewra her amadebûnek di van çeperan de, û bergirî ji Herêma kurdistanê bi awayê rasterast yan ne rasterast berevanî ji wan 15 hezar kesa ye ku ji Kurdistana Îranê ber bi Kurdistana Îraqê ve hatine, ku wisa bû li ser bingeha baweriya me bi demokrasiyê û xebata li dijî terorîzmê, û ji bo parastina canê wan û li kêleka wan jî, ji bo hevderdî û hevdengî û piştevaniya ji Herêma Kurdistanê, me daxûyaniyek derkir, ku hekî ji me daxwaz bikin emê herin şer.

Çima me got ku hekî daxwazê ji me bikin, jiber ku di rewşeke bi vî awayî hestiyar de hekî her hêzek bi awayê xweser bê nav çeperên şer de, û zanyarî li ser bernamerêjî û rewşa qadên şer tunebe, renge zirarê bibîne, û weke destêwerdana di nav karûbarên navxweyî ya beşek ji Kurdistanê bê zanîn, ku em li dijî wan şêwe destêwerdanan in, lê dema ku daxwaz ji me kirin her çawa ku me gotibû, emê li gorî şiyana xwe herin çeperên şer de.

Di şevekê de Deftera Siyasî ya me biryar girt, û di heman şevê de me şiya ky fermandarên leşkerî û hejmareke hêzên xwe yên leşkerî organîze bikin û di rastî de, me Konseya Şer ava kir, û di heman şevê de heya sibehiyê me pêşmerge amade kirin, û demjimêr 6’ê sibehiya wê rojê me dît ku hêzên me amade û serhal û bi coş û bi şanazî ve ber bi çeperên şer bi rê ketin, û di wir de jî bi lez piştî cihgirbûna wan di nav çeperên destpêkî hinek serkevtin bi dest xistin, û du gund azad kirin, û çend tirombîlên DAÎŞ’ê şewitandin û hinek kesên wan jî ji nav birin û hinek kes jî destbiser kirin, û eva serkevtinek bû, piştre jî ji me daxwaz kirin ku em vegerin cihê xwe, û me jî her wisa ku daxwaz kiribûn, biryara vegeriyanê da hêzên xwe.

Pirs: Li gorî gotina we ku pêşmergeyên PDKÎ di vî şerî de amadeyiyeke serkevtiyane hebûn, û bi baldana bi vê ku li gorî daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê we biryar dabû ku hêzên xwe bişînin çeperên şer, çima wisa bi lez berpirsyarên Herêma Kurdistanê daxwaz ji PDKÎ kirin ku hêzên xwe paşve vegerîne, û serbarê vê serkevtinê, pêşiya berdewamiya hebûna pêşmergeyan di eniyên şer de girtin. Tê gotin sedem zexta Komara Îslamiya Îranê li ser Herêma Kurdistanê bûye. Lê çima dibe ku Komara Îslamiya Îranê daxwazeke bi vî rengî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike?

Bersiv: Sedem ji bo me jî bi tewahî ne zelal e. Ew pirsa we me jî ji berpirsyarên pêwendîdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kirin, lê me tu bersivek wernegirt, lê her wekî ku we qala wê kir, eva ku renge ew li jêr zexta Komara Îslamî de bûne zêde ye, çima?

Yekem eva ku serbarê vê ku PDKÎ partiyeke demokrat bûye û niha jî demokrat e, û ji bo demokrasiyê li dijî deshilatên paşvemayî weke Komara Îslamiya Îranê şer dike, bixwe jî goriyê terorîzmê ye, û rêberên weke Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî ji aliyê terorîstên Komara Îslamiya Îranê ve hatin şehîdkirin, û çend sed kes jî di herêmên cur bi cur ên cîhanê de û heya di Herêma Kurdistanê de jî ji aliyê terorîstên Komara Îslamiya Îranê ve hatine terorkirin. Serbarê vê jî rejîma Îranê PDKÎ bi terorîstbûnê tometbar dike.

Ji bo Komara Îslamiya Îranê gellek giran e ku hêzek ku weke terorîst bi nav kiriye, lê niha dibîne ku di derveyî xaka xwe de, li dijî terorîzmê şer dike, û heya kesên ku renge bawerî bi Komara Îslamiya Îranê hene, dibînin ku ne wisa ye, û di rastî de eva boxtaneke bê bingeh bûye.

Ya duyemîn eva ye ku Komara Îslamiya Îranê berdewam ragehandiye ku PDKÎ partiyeke hiloşayî ye, û ew ji nav çûne, û tu şûnwarek ji wan nemaye, di vê derheqê de bi salan toyê bedbînî û bê hêvîtiyê di nav dilê tewahiya xelkê û bi taybetî xelkê Kurdistanê de reşandiye.

Lê dibîne ku ew hêz di şevekê de dikeve nav şereke giran de, û ew amadeyiya heye ku di şevekê de hêzên xwe organîze bike, û bişîne çeperên şer de, û di çeperên herî pêş de cih bigre, û em dibînin ku ew gumana jinavçûna PDKÎ heya di nav yên ku bawermend in bi vê rejîmê jî eşkere dibe, û ew jî dibînin ku ne wisa ye.

Ya sêyemîn ew e ku Komaar slamiya Îranê dît dema ku hêzên pêşmerge yên PDKÎ di xalên herî pêş ên eniya şer de li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, bi hezaran kesî ji ciwanên Kurd di Kurdistana Îranê de, amadeyiya xwe nîşan dan, û em agehdar kirin ku hez dikin bi lez tevlî refên pêşmergeyên PDKÎ bibin, û di vî şerî de beşdar bin, ku ew yek jî ne bi dilê rejîma Îranê bû.

Lewra hekî Komara Îslamî di gel dewleta Îslamî li hev nakin, û her çawa ku îdia dike DAÎŞ’ê li dijî xwe dizane, di rastî de divêt ji vê kiryarê gellek jî kêfxweş be, lê bo Komara Îslamiya Îranê, ew xalên ku min bas kirin giringtir ji vê bûn ku bikare hebûna hêzeke siyasî ya Kurd li kurdistana Îranê di eniyên şer de tab bike, her çawa ku min got em li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê çûne şer, û dema ku daxwaz li me kirin ku em vegerin em jî vegeriyan, lê sedema wê bi awayekî diyarîkirî û zelal ji kanaleke cihê baweriyê bi me nehatiye gotin, renge tenê meslihet di vê de bûye. Lê niha bi her sedemekê ve be.

Lê li gorî wan sedemên ku min bas kirin, û belge nîşan didin ku zext ji aliyê rejîma Îranê ve bûye.