Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

hevpeyvinn

04:14 - 12 Tebax 2013

Hesen Şerefî
Roja 31’ê Pûşperê yekemîn kombûna amadekarî bo kongireyek neteweyî li herêma Kurdistana Başûr de birêve çû, û biryar hate dan ku lêjneyek 21 kesî bi navê lêjneya amadekarî bê avakirin.
Di vê derheqê de me hevpeyvînek bi rêzdar Hesen Şerefê cihgêrê sekreterê giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re pêk anî ku eva deqê vê hevpeyvînê ye:

1- Di çend rojên borî de nûçeya pêkanîna yekemîn kongireya neteweyî a Kurd, bi beşdariya hemû partî û aliyên siyasî ên her çar perçên Kurdistanê bûye rojeva basa medyayên Kurdî û heta ên derve. Di vê derheqê de kerema xwe bas ji vê bikin ku bîrokeya pêkanîna kongireyek weha vedigere bo kengê, û dikare tu bandorek hebe li ser rewşa niha ya neteweya Kurd?


Bersiv: Bîrokeya yekdengî û yeksitratejîbûna xortên netewa Kurd, bîrokeyek kevnar e û bi awayên curbicur hewl jêre hatine dayîn, lê her tim bi sedema rewşa herêm û rewşa Kurd di her perçeyek Kurdistanê de û herweha pîlan û karşikêniyên welatên zal bi ser Kurdistanê de, bi ser neketiye.
Heya du sal berî niha cardin ev hewcehiya han ji aliye serokê herêma Kurdistanê ve ket ber bas û hewlên zaf jêre dan û heya nêzîkatiya pêkanînê jî hewlên curbicur berdewam bûn, lê mixabin vê carê jî tevî asteng û pirsgirêkên curbicur berbirû bûn. Berî du heftiyan cardin mijara han ji aliyê serokê herêma Kurdistanê birêz Mes’ûd Barzanî ve ket ber bas û her di vê peywendiyê de name bo 40 partî û rêkxirawên herçar perçên Kurdistanê şand û têde daxwaz hatibû kirin ku di kombûnek berfireh de bi amadebûna wî yê rêzdar beşdar bin. Ewa bû ku hejmarek ji partî û rêkxirawên çar perçên Kurdistanê û her yek bi heyetek du kesî û di pileyên bilind ên rêkxiraweyî de, demjimêr 2’ê piştî nîvro a roja 31’ê Pûşperê di kombûnê de amade bûn. Di vê kombûnê de aliyên siyasî ên her çar perçên Kurdistanê, rewşa Kurdistana xwe xistin ber bas û amaje bi rewşa giştî a navçe û cîhanê kirin û di encam de li ser pêkanîna yekemîn kongireya natewî a Kurd yekdeng bûn.
Bi liberçavgirtina yekdengî û hewcehiya pêkanîna kongireya netewî a Kurd, kongirê biryar da ku lêjneyek 21 kesî bi navê lêjneya amadekarî bê avakirin û piştre ew qonax jî birêve çû. Eva ku kongire dikare çi bandorekê bixe ser rewşa Kurd, hewce ye ku bêjim, nabe em li benada mo’cîzeyekê bin, jiber ku yekem ceribandina Kurd e, lê bêguman bandorê dixe ser xortên Kurd, û peywendiyên di navbera partî û aliyên siyasî di herçar perçên Kurdistanê de bêtir û saxtir dike.
Di warê navnetewî de pirsa kurd yekdeng dixe ber çav û bi awayekê piştewaniya Kurd ji Kurd li herçar perçên Kurdistanê derdixe holê, lewra di despêkê de pêngava han dikare bi erênî were nirxandin.
2-Şêwe û mîkanîzma beşdariya hêz û aliyên siyasî li parçeyên Kurdistanê di vê kongireyê de bi çi şêweyekê ye û para her parçeyeke Kurdistanê li gorî çi pêverekê di vê kongirê de hatiye diyarîkirin?

Şeweya dabeşkirina wan 21 kesan bi vî awayî bû ku, ji bo Bakûr bi KNK’ê ve 7 kes, Başûr 5 kes, Rojhelat 5 kes û Rojava 4 kes hate diyarîkirin. Eva ku peywendî bi Kurdistana Rojhelatê ve heye ev e ku 5 kesên Rojhelatê bi hilbijartinek azad û bi beşdariya 9 aliyên beşdar hatine hilbijartin, lê di parçeyên din de bi awayek din hatine diyarîkirin.
3-Hinek ji aliyên siyasî û hûrde partiyan derheq şêweya diyarîkirina nûnerên parçeyên Kurdistanê û bi taybetî rojhelatê Kurdistanê di medyayan de rexne girtine, hûn çawan bersiva wan rexneyan didin?

Bersiv: Derheq şêwaza diyarîkirina 5 kesên Kurdistana Rojhelat, baştir û dirustir ji hilbijartinê dikare çi be? Lê xwezayî ye ku di her hilbijartinekê de aliyek ku nehê hilbijartin nerazî ye, lê girîng ev e ku hilbijartin demokratîk bûye û her 9 aliyên beşdar jî berî dengdan û deng wergirtinê, razî bûne û heta beşek ji wan ku piştî hilbijartinê ragehandin ku nerazî ne, pîrozbahî ji hilbijartiyan kirin. Ya ku pêwendî bi parçeyên din ve jî heye, baştir ew e ku bixwe şêweya parvekirinê bas bikin.
4- Ev kongire heya çi qasekê dikare li ser hevkêşeyên siyasî ên Kurd di nav sînoran û li derveyî sînorên her çar perçeyên Kurdistanê bandorê danê?

Ew kongireya yekemîn kongire ye ku piştî wan hemû salan birêve diçe, lewra bê guman bê kêmasî nabe, û çavnihêriyek weha nikare rast û dirus be, ku encameke gellek mezin û bi bandor lê bikeve, yan mo’cizeyekê bike, lê di navxwe ya Kurdistanê û di parên din ên Kurdistanê de dikare bibe hêvina tebahiyê, û lihevnêzîkbûna hizb û aliyên siyasî dikare vê çandê cihgir bike ku kêşe û nakokiyên di navbera partî û aliyên siyasî di her parçeyekê de di gel partî û aliyên parçeyên din ên Kurdistanê ji riya diyalogê û bi şêweyek serdemiyane ve bihê çareserkirin, û şerê Kurd bi dijî Kurd bi ne rewa bihê zanîn. Piştre dikare ku şêweyek ji piştevaniya Kurdan li parçeyekê de, ji Kurdên perçeyek din zêdetir bike, û pirsa Kurd li her parçeyekê wek beşek ji pirsa Kurd bi giştî çav lê bihê kirin, û Kurdên her parçeyekê li pêvajoya xebat û pêwendiyên xwe de berjewendiya xwe li zirargehandina bi berjewendiyên Kurdên parçeyên din de nebîne.
Li derveyî Kurdistanê jî kongire dikare hebûna Kurdan di kom û civînên navneteweyî de berfirehtir, yekdengtir û yek daxwaztir bike, û Kurdên her parçeyekê di nav wan kom û civînan û di bîrûraya giştî de soz û piştevaniya xwe bo Kurdên parçeyên din nîşan bide, û navmala Kurd teba û yekgirtî nîşan bide.
5- Peyama vê Kongireyê bo neteweya Kurd û welatên cîhanê û bi taybetî welatên cîran ên Kurdistanê çî ye?

Peyam, peyama aştî û lihevhatinê, û tebahî û dilsozînîşandan bo hemû Kurdan e. Peyama bo bîrûraya giştî ya welatên cîhanê û cînar ên me ew dibe ku Kurd dîrokek dûr û dirêj ji cînayetên bi xwîn heye, û haşa ji hebûna wan tê kirin, mafê Kurdan tê binpêkirin, daxwazên siyasî, însanî û neteweyî bi tundî, bi tepeserî, zîndan û îdam û terorê tê bersivdan. Bi giştî kongire wê rewayiya xebata Kurdan bixe berçav, banga jiyanek serdemiyane, û tolerans di gel neteweyên din dike, û dibêje wan ku Kurd hez dike kêşe û nakokî bi riya aştiyane bêne çareserkirin.
Bidestvehatina mafên demokratîk û neteweyî ên Kurd bi zirara tu gel û welatekê nabe, berevajî dibe sedema aramî û berevpêşveçûna welatek û heya herêmê jî. Lewra hewce ye ku rewşenbîr û bîrûraya giştî di hemû welatan de piştevaniyê ji Kurd û daxwaziyên Kurdan bikin. Kurdan tu carî êrîşî ser tu neteweyekê nekiriye, belkû bûye armanca êrîşan û mafê wê hatiye binpêkirin, ji şer û xwînrêjiyê hez nekiriye belkû şer bi ser de hatiye sepandin û xwîna wê rijiyaye, peyamek ku vê rastiyê tîne berbas, di rastî de reng û rûyê mirovê Kurd nîşan dide.
6- Gelo ev kongireya kongireya dawî ye, yan li salên bê de jî berdewam dibe?

Rewş bo pêkanîna vê kongireyê niha çiqas giring e, ew qas jî pêkanîna kongireyek din piştî vê kongireyê dikare bandora xwe hebe, û bo her rewşekê kongireyek taybet divêt bihê pêkanîn û lewra ez hêvîdar im, ew kar û ew hewcehiya di vê kongireyê de berçav bê girtin.
7- Mîkanîzmên îcrayî (birêvebirinê) ên vê kongireyê çi ne?

Heya niha mîkanîzmên birêvebirinê yên vê kongireyê bas lê nehatine kirin, lê xwezayî ye ku her kongireyek ku peyam û biryar û helwest hebe, hewce ye ku piştî kongireyê jî nawendek weha jî hebe ku piştî bidawîhatina kongireyê bo cîbicîkirin û şopandina wan armancan karê berdewam bike, û rapora kar û encama tekoşînê bide kongireyê, û kêmasiyan destnîşan bike û ji wan ceribandinan bona baştir û bi bandortir birêvebirina kongireyên din mifah jê bê wergirtin.
8- Mîkanîzmên berdewambûna vê kongireyê û şopandina daxwaziyên vê kongireyê ji welatên cîhanê û bi taybetî ew welatên ku Kurdistan bi ser de hatiye parvekirin çawa ye?
Her wek di bersiva pirsa pêştir de min bas kir, carê di vî warî de bas nehatiye kirin, jiber ku ew mijar û bas taybet bi biryara dawiyê ya lêjneya amadekar nine, belkû eva kongire bixwe ye ku di vî warî de bas dike û biryarê dide.
9- Hûn rol û pêgeha partiyên Kurdistana Rojhilat û bi taybetî PDKÎ di vê kongireyê de çawan dinirxînin?

Asayî ye ku hekî PDKÎ pêkhatina vê kongireyê bi baş nezanîba, yan hest bi vê yekê kiriba ku di vê kongireyê de rolek berçav tunabe, beşdarî nedikir. Partî û aliyên din ên siyasî ên Kurdistanê jî her bi vê çavê li kongireyê dinêrin.
10- helwesta welatên Îran, Îraq, Turkiye û Sûriye di vê derheqê de çî ye? helbet bi berçavgirtina vê ku hinek ji aliyên siyasî weha şirove dikin ku ev kongire destpêkek e bo avabûna Kurdistaneke yekparçe?

Heya niha ji bilî hikumeta Turkiyê ku di helwesta xwe de hêviya vê yekê xwastiye ku vê kongireyê peyama aştiyê hebe, hikumetên din bi awayek fermî tiştek negotine, bê guman hekî bi berçav nerizayetî jî ji xwe eşkere nekiribin, di rastî de pê kêfxweş nînin, û dûr nine ku Komara Îslamiya Îranê bone têkdan yan sernekevtina wê pîlanan jî danê.