Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetek PDK Îranê seredana Partiya Demokrat a Pêşkevtinxwaz ya Kurdên Sûriyê kir

20:30 - 25 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Heyetek PDK Îranê bi serperestiya birêz “Mıstefa Hicrî “ seredana Prtiya Demokrat a Pêşkevtinxwaz ya Kurdên Sûriyê kir.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, roja Sêşemî berwar 24’ê Nîsana 2012’an heyetek PDK Îranê bi serperestiya birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê seredana Partiya Demokrat a Pêşkevtinzxwaz ya Kurdên Sûriyê kir û ji aliyê birêz “Hemîd Derwêş” Sekreterê Giştî yê partiya han ve li binekya nûneratiya wê partiyê ve hat pêşvazîkirin.
Di vê seredanê de li ser rewşa siyasî a dever û Kurd bi giştî û pêvajoya bûyerên Sûriyê û nêrîn û helwestên aliyê Ereb, li hember pirsa Kurd di wî welatî de dan û sitandin hatin kirin û li ser helwesta dijî Kurd a hin aliyên pêwendîdar bi pirsa Sûriyê bas kirin û ji bo hember bûn tev wan hewlên dijî mirovî ên neyarên Kurd li ser yekîtî û bihevrebûna hêzên siyasî ên Kurd pêdagirî hat kirin.
Di rûniştina han de heyeytek Partiya Sosyalîst a Kurdistana Turkiyê bi serperestiya birêz “Mesûd Tek” beşdar bû û ra û boçûnên partiya xwe xisitin ber nêrînên heyeta partiya Demokrat a Pêşkevtinxwaz ya Kurdên Sûriyê û PDK Îranê, û li swer dosîtî û hevkariya her sê aliyan di vê dema hestyar de pêdagirî kirin.