Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetek PDK Îranê seredana Yekîtiya Zanayên Olî ên Herêma Kurdistanê – Liqa Silêmaniyê kir

20:05 - 25 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Heyetek Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya birêz “Mistefa Hicrî” seredana Yekîtiya Zanayên Olî Ên Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê kir.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, berwar 24’ê Nîsana 2012’an, heyetek PDK Îranê bi serperestiya birêz “Mistefa Hicrî” Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, seredana Yekîtiya Zanayên Olî Ên Herêma Kurdistanê – Liqa Silêmaniyê kir û ji aliyê heyetek wê yekîtiyê bi serperestiya birêz “Necmedîn Qadir” Berpirsê Liqa Silêmaniyê ve bi germî hat pêşvazîkirin.
Di serdana han de mamosta “Necmedîn Qadir”, keyfxweşiya xwe û endamên birêveberî ên Yekîtiya Zanayên Olî ji seredana birêz “Mistefa Hicrî” nîşan da û di doma axaftina xwe de amaje bi xebat û tekoşîna PDK Îranê û rêzgirtina rêberên partiyê ji kesayetiyên olî ên Kurditsanê bilind nirxand û herweha bas ji helwesta bilind û pîroze rêberên olî di tevgera netewî a Kurdistanê de kir.
Piştre birêz “Mistefa Hicrî” tevî sipasî ji pêşvaziya Yekîtiya Zanayên Olî ên Herêma Kurdistanê – Liqa Silêmaniyê, basek li ser rolê mamostayên xebatkar ên Kurdistanê kir û di doma axaftina xwe de got: Rolê mamostayên olî ên Kurd di xizmet armancên netewî ên Kurd veşartî nine û mamostayên nîştimanperwer ên Kurditanê di gişt bûyerên dîrokî û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê, gaziya aşitî, azadî û bihevre jiyana gişt pêkhateyên Kurdistanî kirine û li dijî tun û tûjiyê rawestane.
Birêz “Hicrî” di beşejk din a axaftina xwe de amaje bi cinayetên rejîma îslamî a Îranê û dar û destên terorîst ên wê rejîmê kir ku bi navê ola pîroz a îsalmê hovane xelkê sivîl û bêtawan û mafxwazên Îran û Kurdistanê şehîd dike û di vê derheqê de helwesta netewî û mirovheziyane a mamostayê olî ên Kurdistana Îranê bi liqawdana siyasetên dijî mirovî ên rejîma îslamî a Îranê bilind nirxand û got: Hejmarek zaf a kesayetiyên olî ên Kurd niha li jêr hovanetirîn azar û îşkenceya vê rejîma kevneparêz de ne.