Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ser bi rejîmê li sînorê Pîranşarê gulle berdane karvançiyan

20:18 - 9 Hezîran 2016

Kurdistanmedia: Hêzên ser bi rejîma Komara Îslamî ya Îranê, careke din liser sînorê Pîranşarê, rasterast gulle berdan kasibkarên Kurd.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Kurdistanmedia yê, roja Çarşemî 8’ê Hezîranê, li ser sînorê di navbera Kurdistana Rojhilat û Başûr de, û li cihekê bi navê “Kone Rê” yê, hêzên ser bi Komara Îslamî ya Îranê êrîş birin ser kasibkarên Kurd û rasterast gulle berdan wan.

Çavkaniyeke haydar ragehand ku di encama vê êrîşa hovane de, karvançiyek Kurd bi navê “Necmedîn Qadirpûr” kurê “Şêx Mihemed Meşekanî” bi tundî birîndar bûye û li gorî zaniyariyan, navbirî hêj di “Koma”yê de ye.

Hate ragehandin ku Necmedîn Qadirpûr 25 salî ye û bi sedema nedarî û hejariyê, rû li kasibiya metirsîdar ya kolberiyê kiriye.

Li Kurdistanê bi sedema nebûna derfeta kar û geşekirina hejarî û desttengiyê, bi neçarî xortên Kurd rû li kar û pîşeyên metirsîdar ên weke kolberiya liser sînoran dikin.

Rejîma Îranê ku destê xwe ji serkut û îşkence û kuştina gelê Kurd li Kurdistanê naparêze, heyamê çend salane ku li ser sînorên Kurdistanê, rêgiriyê li karê kolberiyê dike û rasterast kolber û karvançiyan dike armanca gulleyên xwe.