Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hibijartina serok komara êslamî û Jinin Iranê

15:43 - 9 Hezîran 2013

Perî Îslamniya

Çend rojek bo 11’mîn dewra hilbijartinên serkomariyê li Îranê maye. Hilbijartina serkomar û hilbijartinên civatên gund û bajaran îsal bi hevre ne. Tirs, şik u goman, bêbawerî zor di nav gelên Îranê de heye. Lê li derveyî Îranê çaven hemû dewletên dost û neyarên komara Îslamî li hilbijartina vê mehê ye.

Heta niha li hemû hilbijartnan de gelê Îranê hatiye xapandin. Çend sala berî niha jin û ciwanên Îranê bi dirûşmên drevîne Xatemî hatne xapatin. Li sala 2009’an şûnde, dîsan jin û ciwanên Îranê bi hêvîyekê pir mezin çûne ser sindoqên hibjartinê. Lê mixabin me hemûyan dît ku ew hilbijartin tenê sergirêdanek bû, û naweroka wê vala bû.

Her li sal 1979’an ku Komara Îslamî, gelên Îranê wek kole kire bin desthilatdariya xwe de, wê rejîmê hemû maf û kontrola gelên Îranê kire bin zêhniyata peşkevtiye xwe de.
Di bin siya vê rejîmê de, Kurd, Belûç û Ereb li ber wê hendê ku sonî ne, qet mafê vê nînin ku xwe kandîd bo potsta serkomariyê berbijar bikin. Cuda ji vê ku ew hinde zulma netewî, kulturî, civakî ,abûrî ....û hwd li wan tê kirin.
Jinên Îranê her li despêka vê hikûmetê de, ketine ber tofana qehr û nefretê.

Di Destûra Bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê de, çi xalek demokratîk ji bo mafên jinan nehatiye berçavgirtin. Bêhurmetiyên herî mezin di Detûra Bingehîn ya Îrane de, li hember jinan hatene kirin. Mirov pêwîst nake ku hetmen yasa nas be bo vê ku li wan yasayên nemirovane têbigîje.

Ezê tenê îşarê bi çend ji wan xalan bikim û gellek zû ev rastiye derdikeve holê. Xalên weke: Du jin bi yek şahid zanîn, sîxe, mêr dikarin li gor dilê xwe çend jinan li xwe mare bikin. Mêr dikarin heta çar jinan hebin, jinan mafê veqetiyan û cudabûne ji mêr nîne, lê mêr her dema ku dilê wî xwast, dikare jina xwe berde. Jina mafê xwe kandîdkirin ji bo posta sekomariyê tun ye. Jin nikare bibe Qazî. Jin mafê serperestiya zarokan nîne. Jin ji mafê mîratê de, gellek kêm ber dikeve. Bi kurtahî, mirov dikare bibêje ku hemû yasayên Îranê li dijî jinê hatine darêtin ku bingeha vê yekê îdeolojiya ”Welî Feqih” e.
Jinên Îranê hindek daxwazî li dewra 10’mîn a serkomariyê hebûn, bo nimûne: Îran dibe konvansiyon dijî tebîz li jin qebûl bike û çend xalên wek 19, 20, 21, û 115’ê ya destûra bingehîn biguhere.

Mirov dibîne ku jinên Îranê êdî hatine ser vê baweriyê ku ew rijîma qet li destûra bingehîne xwe de guhertine pêk naîne.

Paşî heşet salên pir ji zulm û xiyanet bi gelên Îranê, Ehmedînijad ew perên petrolê ku soz dabû bîne ser sivka feqîr û hejarên Îranê, pêşkêşî Hizbullahê û çêkirina binkeyên terorîstî li welatên Îraq, Vênzoêla, Lubnan û deverên din ên cîhanê de kir.

Ji aliyek din ve rejîm ku dizane tewaw pêgeha xwe li nav xelkê de ji dest daye, lewra niha biryara xwe daye ku du hilbijartinan bihevre birêve bibe.

Jinên Îranê bila pêş hemû tiştî de karnama wan heşt kandîdan bixwînin û şirove bikin. Jinên Îranê divêt li xwe pirs bikin ku gelo heke min wek jin ew mafa nîne ku xwe ji bo posta serkomariyê kandîd bikim, çima beşdariyê li hilbijartinek weha de bikin?