Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hicaba bi zorî, bêrêziye bi jinan

14:50 - 7 Tebax 2012

Hicaba bi zorî, bêrêziye bi jinan


Kejal Neqşbendî

D i dema şoreşa gelên Îranê di sala 1979’an de, jinan jî mil bi milê mêran beşdariyek berçav û çalakane di şoreşê de kirin ku encama wê jî herifîna rejîma paşatî û hatine serkara Komara Îslamî bû, lê piştî serkevtina şoreşê û vegeriyana Xumênî qonaxek nû ji meseleya jinan di civaka Îranê de derkrt holê, ew jî hicaba bi zorî bû. Bi zorîkirina hicabê wateya destxistine nava kar û bar û jiyana taybetî û takekesî ye ku eva jî bi civaka azad re nateba ye. Komara Îslamî ji bo kiryarên tund û tûjiya derheq vê yekê her ji destpêkê ve heya niha hertim îdeolojiya îslamî, tîtalên sunetî û kevneşop weke mêtod bikar tîne.
Ji ber vegeriyana yasayê ji bo şerîeta Îslamî û serdestiya îslama siyasî di Îranê de, ew deskevtên ku jinan di serdemê rejîma paşatiyê de bidest xistibûn, ji dest dan. Her ji despêka bidest girtina desthilatê ji aliyê hakimên Komara Îslamî ve, gaziya azadiya derbirînê, rêkxistin û azadiya tevalî hat kirin, lê piştî midehek kurt ku rejîmê xîm û pêpikên deshilata xwe bihêz û qahîm kir, hemû soz û qerarên xwe ji bîr û binpê kirin û yekem dijberiya xwe digel jinan de, ji bizorî û neçarîkirina hicabê de da xuyandin.
Bi dirêjahiya sê dehikên temenê Komara Îslamî, jinên Îranê seba hicaba nebaş û gor dilê melayan û gelek tometên din, rapêçî girtîgehan hatine kirin û digel îşkence, destdirêjiyên cinsî, qamçî lêdan, kevirbaran û îdamê berbirû bûne.

Niha Îranê bûye girtîgehek tirsnak bo jin û azadîxwazan û jin bi tewahî hatine perawêz xistin. Lê serbarê van hemû ciyawazî û çewsandinan, jinên azadîxwaz bêdeng nebûne û bi awayên cur bi cur dest avêtine nerazîbûn û daxwaza mafên xwe dikin. Hicaba bizorî wateya veşartina kesatiya rastîn a jinan e li pişt kesatiya direwîn, ku di rastî de ‘’Zahir perestî’’a civakê digehîne. Bona zêdetir sepandina hicaba bi zorî û tirsandina jinan û herweha qebûlkirina wê ji aliyê jinan ve, di sala 1363’ê de bi pejrandina yasaya cezayên îslamî di Meclîsa Şêvra Îslamî de, bê hicab yan ‘’bed hicab’’(Hicaba Nebaş) bi 72 qamçiyan tên sizadan.

Yasayên serdest di Îranê de, ciyawazî û helawardina li dijî jinan nehadîne kiriye û bi awayek fermî dewlet piştewaniyê jê dike. Li rex xanenişînkirina jinan û kêmreng kirina beşdariya civakî ya wan û çêbûna civakak mêr serdest, tund û tûjî xurt dibe. Tundûtîjiya han di encama nekarîn û bêşiyaniya mêran li hember givaşên malî de diçe nava malbatê û bi vî awayî tund û tîjî li hember jin û zarokan bi hêz dibe. Roj li dû rojê tarîperstên hikûmeta Îranê seba zext xistine ser jinan û zêdetir îzole kirin û şikandina kesatiya jinan, babeta hicabê li zanîngeh û îdaran de zeq dikin û pitir riyê ji jinan digrin daku bi awayek giştî jinan xanenişîn bikin.

Qeraetî derheqî vê cudakirinê dibêje ku; keç û kurr di qonaxên seretayî, nawendî û amadeyî ê de bi hevre nînin û ji hev cuda ne, lê çima di zanîngehê de ku şehwet û xerîzeya wan zêde dibe, bi hewre ne؟ Lewma dibe li gor regezan ji hev bên cudakirin.

Hikûmeta Komara Îslamî niha jî bi hinceta yeksankirina cilên jinan di zanîngeh û îdareyên hikûmetî de (yek reng û yek model) û cudakirina kur û keçan di zanîngehan de dixwaze givaşek xurttir bixe ser wan.
Di rastî de meseleya hicabê alaweke di xizmet melayan bi ser civakê de û herweha avbendek bihêz û astengek mezin bûye li ser riya pêşketina jinan. Heya niha jinan bi şêwazên cur bi cur hewil dane ku van hemû ciyawazî û teb’îzan kêmreng û pûç bikin û bêguman jin karakter û faktorên bihêz û xwedî bandor in di guhertin û guherînkariyên pêşeroja Îranê de.