Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilbijartin an destnîşankirin

20:09 - 26 Şibat 2013

Pêyxam Hişmetî

Sî û çarsal berê, dema ku stûnên dîktatoriyeta Paşatiyê li Îranê ber bi hilweşînê dibûn, evîndarên azadî û demokrasiyê bi hêviya bidestveanîna wê bûn, lê çavrêtiya wan pêk nehat. Ji ber ku desthilatdarên nû, ramanên gemar di ser de hebûn û baweriya wan bi azadî û demokrasiyê qet nebû. Ev bê bawerî di hilbijartinên pey de bi awayên cuda - cuda xwe derxist ku qanûn û biryara herî ne demokratîk `çavdêriya baş û rindzaîna kêrhtîbûna berendaman` derket holê.
Hilbijartinan li her welatekê qanûnên taybet bi xwe hene ku çawaniya beşdariya dengderan û berbijaran destnîşan dike. Li Îranê ji xeynî astengên qanûna hilbijartinan û desthilata bê sînor a Konseya Parêzvanên rejîmê ku endamên wê hemû Meleyên olî û ne hilbijartî ne, bi salan e rêya berendamên hilbijartinan asteng kiriye. Komara Îslamî ligel astengên ku li pêşbrî hilbijartinên azad ên xelkê pêk tîne, bendavek bi navê `çavdêriya baş û rindzaîna kêrhtîbûna berendaman` aniye holê ku saziya Konseya Parêzvan vê kkontrla xurt dimeşîne. Endamên vê konseyê ji aliyên serokê olî tên destnîşankirin ku ji destpêk hea dawî proseya hilbijrtinan kontol dikin û tenê mafêxelkê ev e ku deng bidin berbijarên îlankirî ji aliyê vê saziyê ve. Bi wateyek din encamp û çarenûsa hilbijartinan diyar dike.
Hilbijartin di sîstema `Welayeta Feqîh` de herdem nimayişî bûne û dewlet bona nimayişkirina rêzên dirêj û tejî xelk hilbijartinan bikar tîne da ku bi raya giştî ya cîhanê pêşan bide xelk di desthilatê de beşdar e û hikûmeta dînî maf û azadiyên xelkê dabîn dike û rejîm xwedî pêgehek xurt a civakî ye. Loma desthiltdarên Îranê bi hemû şêwazekê hewlan didin rojeva hilbbijartinan grm bikin û bi xapandin jî be cemawer bikşînin ser sindoqên dengdanê. Heta bikarin sextekariyê di hilbijartinan de dikin û di nav berendamên bêjînkirî, kesên herî nêzîkê rêberên rêjîmê ji sindoqan tînin der. Ji xwe gellek cihan ne lazim e deng jî bidin, ji ber ku bi eşker sindoqên din datînin cihên wan sindoqan ku bi xwe tejî dikin. Herwiha serhejmariyên dengdanê herdem bi awayekî xeyalî dibin jor da ku wisa bidin nîşandan rêjeyabeşdarya xelkê zêde bûye. Encama wan hilbijrtinan jî, hinek guhertinên biçûk di asta çend dezgehan zêdetir derbas nabe. Ji ber ku kiryarên saziyên hilbijartinê li Îranê û hem qanûna bingehîn û herwiha ezmûnasî û çar salên borî nîşan dide ku div ê dewletê de dezgehên hilbijartnên nimayişî û sembolîk in rêvebirina hilbiartinan pêngavek nimayişî ya eşkere ye ku hebûna vê niha bo xelkê qet ne giring e. Ji ber ku xelk bi hilbijartinê tu hest bi guhertina rewşa jiyan û rêveberiya xwe nakin.
Hibijartin nîşaneya destêwerdan û beşdariya xelkê di jiyana siyasî û civakî ya wan e û şert û mercê sereke yê bicîhatina wê, pêkhatna azadiyên demokrtîk, azadiya beşdarî û çalakiya partiyên siyasî, rêxistn, komele, senkîda û çapemenî û medyaya serbiwe ye û mafê hilbijartin û berbijêrbûnê bo wana ye. Bi van şert û merc desthilat û îradeya xelkê ewle û garanî dibe. Li welatekê ku qanûna bingehîn bi eşkere hemû rêvebirina welat ûp biryarên girng û stratejîk dayine rêberê olî û ew jî kontrola her tiştî dik, êdî hilbijrtin di wî welatî de nayê çi wateyekê.
Belkî ev pirs vir bê pêş ku wisan e çima dewlet bi milyar tûmen mesrefa proseya hilbijqrtinan dike li Îranê. Eşkere ye di rewşa îro de her derê behsademokrasî û hikûmeta gelserdestiyê tê kirin, hikûmetên dîktator desthlata xwe di xeterê de dibînin û bi vê rêyê dixwazin nîşan bin ku qaşo hikûmetek xelkî ne. Lê gelo di sîstema dîktatoriya Komara Îslamî de tiştek bi vî reng û nîşanî heye? Bêgumn na. Ji ber ku desthilata rewa û bê sînor di destê rêberê olî de ye û tea serê we biryarer û desthilatdarê hemû welat e. Loma xelk nikarin ti rol û beşdariyek di jian û çarenûsa xwe de bilîzin.
Li gor olê fermî yê dewleta Îranê, tenê oldarên Şîî dikarin bibin rêber û rêveber, loma hemû hevwelatiyn sunnî li Îranê ji vê mafî bêpar hatinekirin. Li 34 salên borî ev yek bi sedî sedhatiye rêvebirin û tu kesek sunnî ol nekariye bibe rêveberek heta derece 10 d vê rejîmê de. Ev yek binpêkirina eşkere ya maf û azadiyên hevweltiyan e ligel sedan nimûnyên din ên ne demokratîk.
Gerra 11’hemîn a bi nav hilbijartinên serkomariyê li Îranê di rê de ne, xelk gellek bi xemsarî ligel vê hilbjartinê tev diger, lê bi berhevdana hemû van fakteran û pirr sedemên din, nexapin û pêdivî ye ku xelk xwe nekin şewata agirê tendûra hilbijartinên vê rejîmê û Komara Îslamî pê germ nekin.