Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilkêş - dakêşa pêwendiyên navbera Tehran – Washington(beşa dawî)

23:13 - 24 Gulan 2012

Ebdulla Hicab

Çavkaniya serekeye arîşeyên di navbera Amerîka û Îranê de îdeolojiyên fermiye her du aliyan e ku bi eşkere li dijî hevin û yek ji wan hebûn û pêşveçûna xwe di nebûn u paşveçûna ya din de dibîne. Amerîka bi lîberalîzma siyasî û abûrî, baweriya bi destvernedana dewletê di jiyana taybete kesan de, azadiya Olî, parastina mafê tak û serbestiya bê sînûre mirovan (her nebe bi awayê fermî û li gor Yasaya Bingehîn e welat) bûye sembola sîstema sermayedariyê. Komara Îslamiye Îranê bi destverdana di jiyana hemû kes u komên civakê de, serdest kirina siya îdeolojiya xwe ya olî bi ser hemû baweriyan de, vegeşandina hestên tolhildan û dijberiya bi Amerîka re dikeve xala himberanî wê îdeolojiyê. Eger Amerîka bi hêza xwe ya leşkerî û abûrî bixwaze serdestiya xwe bi ser beşek ji cîhanê biparêze, Îran bi hewlên ji bo dersînûr kirina îdeolojiya dijî Amerîkayê bûye astenga serekeye li ber pozê Washingtonê.


Dijberiya ku li ser bingeha cudahiyên îdeolojîk hatiye ava kirin bi rengên cuda û her carê bi awayekê xwe nîşan dide. Hêcet zorin, lê hêcetên ku weke faktorên siyasî ji bo berdewam kirina dijberiya navbera her du aliyan de têne bi kar anîn piranî xwe dispêrin wan arîşeyan ku piştî sala 1979 li dema destpêka jiyana Komara Îslamî di navbera her du aliyan de serî hildan. Ji wê demê ve heya niha her arîşe û aloziyek ku di navbera her du welatan de serî hildabe, bi awayekê xwe dispêre wan nakokiyan ku piştî hatine ser kara Komara Îslamî destpê kirin.
Pêgava yekêye rêjîma Komara Îslamî piştî destpêka jiyana xwe li sala 1979 tûjkirina hestên dijî Amerîka û hevpeymana serkeye wî welatî li cîhanê, Îsrailê bû. Ev dijberî bi hin helwêstên Amerîkayê li hember rêjîma nû ya Tehranê û parastina karbidestên payebilinde rêjîma Şah derbasî dijminayetiyek bê sînûr bû ku niha piştî 32 salan hê dikele u weke tê xuya kirin, carê wê dawî jê re tune be. Xumeynî beriya ku deselatê bigre dest, Amerîka weke piştewanê serekeye Şah u bi wî awayî weke dijminê xwe yê sereke nîşan da û berê gef û dijberiya xwe ya îdeolojîk da Washingtonê.
Şah beriya ku sala 1979 li Îranê bireve, bi miliyaran pareyê nefta Îranê li bank u navendên abûrî û bazirganiye Amerîkayê bi cî kiribûn. Dema rêjîma Îranê guherî, rêjîma nû bi gefan daxwaza wî diravî kir, lê Amerîkayê ne tenê ew dirav paş ve nevegerand, belkû dest danî ser û bi wî awayî rê neda ku rêjîma nû wî diravî paş ve bizivirîne Îranê an ji bo berjewendiyên xwe li derveyî welat bi kar bîne. Ji wê demê ve ew dirav bû mijarek giringe ciyê netifaqiyê di navbera her du aliyan de. Îran îdia dike ku sermayeya Îranê ku Amerîka piştî sala 1979 dest danî ser ji 10 miliyar dollaran pitir e. Li gor Amerîkayê beşa herî zore wî diravî di dema arîşeya Balyozxaneya Amerîka u di encama li hevhatina di navbera birveberiya Reagan û Komara Îslami li ser serbestberdana dîplomatên Amerîkayî li Îranê derbasî Îranê bû û êdî ev mijar di rojevê derdikeve. Îran wê dosyayê hê vekirî dizane û DYA tawanbar dike ku bi neheqî dest daniye ser heyiya Îranê.
Komara Îslamî ji nêzîkbûna Amerîkayê ji bo guhertinên siyasiye herêma Rojhilata Navîn jî pir aciz e. Di gel ku Amerîkayê bi ji navbirina du rêjîmên dijberî Îranê; Taliban li Efxanistan û Rêjîma Baes li Îraqê alîkariyek mezin da Komara Îslamî u di rastiyê de temenê jiyana Komara Îslamî dirêjtir kir, lê rêjîma Komara Îslamî li bendê bû ku Amerîka hema piştî guherîna wan rêjîman li herêmê paşve bikişe. Hebûna hêzên leşkeriye Amerîka li rojhilat û rojava ya Îranê, wê dudiliyê ji karbidestên Komara Îslamî re çê dike ku neke gelên Îranê ji guherîna rewşa siyasiye heremê hêz bigrin û bi wî awayî serhildanek berbelav destpê bikin. Ev kabûsa ku rêjîm jê ditirse, bi amadebûna leşkerê Amerîka li welatên Kendavê hê pirtir Tehranê ditirsîne.
Di heman demê de dorpêçên abûriye ku bi pêşengî u navtêdana Amerîkayê niha ji her demê pitir karîgerî li ser abûriya Îranê daniye, mijarek dine ciyê netifaqiyê di navbera her du aliyan de ye. Her çend Îran îdeaya hindê bike ku zêde guh nade wan dorpêçan û heya niha bi rihetî xwe ji bandora wê siyasetê parastiye, lê binesaziya abûriye Îranê bi awayek cidî ketiye bin bandora wan dorpêçan. Bi awayekê ku eger ji ber firotina neftê û dahata bilinde Îranê ji wê riyê ve nebaya, wê niha ji mêjve bûya ku Komara Îslamî biketa qeyranek kûr. Ew siyaset weke yek ji astengiyên herî xurt û bi bandore li ser riya pêwendiyên navbera Tehran û Washingtonê tê zanîn.
Îran li hember wê siyaseta Amerîkayê, eger nekare zextê li Washingtonê bike, hemû derfet û îmkanên xwe li dijî Îsraîlê bi kar tîne. Ji bo Îranê ew dijberî hem tê maneya pêşvebirina îdeolojiya Xumeynî û hem jî di heman demê de serêşiyeke ku bi awayê eşkere Amerîkayê aciz dike. Siyaseta Îranê li dijî Îsrail û berjewendiyên wê di asta cîhanî de, bi tenê bi piştgiriya Îranê ji bo Hizbullah, Cehada Îslamî û Hemasê re sînûrdar nabe. Li her devera cîhanê ku tora îstixbaratî u îmkanên leşkeriye Îranê hebin, li dijî berjewendî û siyaseta Îsrailê tê bikar anîn. Ew zêdegavî dema bi gefên aşkereye karbidestên Tehranê li dijî Îsrailê re têkel dibin, ji bo Amerîka, weke piştevan û parêzerê serkeye Îsrailê, dibe giriftariyek mezin.


Serêşiya Amerîkayê bi tenê ew zehmetî nînin ku Komara Îslamî ji bo Îsraîl û hevpeymanên dine Amerîka li Rojhilata Navîn pêk tîne. Îran li Afrîqa, li Amerîka Latîn, li Asya dûr û Navîn, li Qefqasya û li Balkanan jî li hember hemû wan pêvajoyên siyasiye ku Amerîka û Rojava dixwazin bi pêş bixin disekine û ya ku destan bê dike heya astengiyan dayne ser riya wan pêvajoyên siyasî. Ew serêşî carna Amerîkayê tîne ser wê baweriyê ku di gel hemû wan sûdên ku hebûna rêjîmek weke ya komara Îslamî ji bo berjewendiyên wê yên stratêjîk dikare pêk bîne, lê dîsan jî nebûna wê rêjîme bi ser hebûna wê de tercîh bike.
Pêvajoya guhertinên siyasiye ku li welatên Ereb destpê kiriye û niha derbasî Sûriyê bûye jî yek ji xalên nakokiya navbera Îran û Amerîkayê ne. Li Misr, Lîbiya, Tûnîs û Yemen Îran dixwaze bi navtêdana grûpên şîe, reng û rûye îdeolojiya xwe bide pêvajoya guhertinên siyasî. Li welatên Kendavê jî tiliya Îranê di kar de ye heya pêvajoyek siyasiye bin kontrola Tehranê destpê bike. Îraq û Lubnan bi xwe bûne dûvik u dûvajoyên Qum û Tehranê. Niha serhildan ketiye Sûriyê, lê xuya ye ku ev ji bo Komara Îslamî xeta sore. Lewma di serhildana Sûriyê de, Komara Îslamî bi awayek rasterast piştgiriya abûrî, siyasî, çekdarî û lojestîk dide rêjîma Esed. Ji wê jî zêdetir Supahê Qudse Komara Îslamî rasterast beşdarî şerê rêjîma Esed li dijî serhildêrên Sûrî dibe. Ew rewş ne bi dilê Amerîka ye.
Bi kurtî cîhana ku Amerîka diparêze û ew pîwan û nirxên ku Amerîka li pey digere, di gel yên ku Komara Îslamî dixwaze û diparêze, ji bingeha xwe re li dijî hevin. Di rewşek wisan de, projeya navkakiliye Îranê hem serêşiyek zêdetire bo Amerîka u hem jî derfeteke ku Washington dikare bi wê hêcetê, eger bixwaze hinekê dev û difina Melayên Îranê pê mizde. Lê hem Washington û hem jî Tehran dizanin ku Îranek bi çekên atomî teyarkirî, wê nekare şiyana xwe li dijî berjewendiyên Amerîka an li dijî Îsrailê bikar bîne. Supah û artêşa Îran her çi qas xurt bin jî, lê li hember teknolojiya pêşketiye Amerîka û hevpeymanên wê, zehmete ku bikarin bi riya leşkerî serî hildin. Pirsgirêk ewe ku Îrana teyar bi çekên atomî wê parsenga hêzê li herêm û heta li cîhanê jî biguhere û kontrola Amerîka û hevpeymanên wê bi ser zeradxaneya atomiye beşek zor li cîhanê sînordar bike. Di rewşek wusan de wê zehmet be ku cîhan bikare pêşbirkiya xwe teyarkirina welatên din bi çekên atomî rawestîne. Dema kontrola teknolojiya atomî ji dest dewletan derket û kete destê grûpên dijber, wê demê kabûsa serekeye Amerîka û welatên xwedî bandor di siyaseta cîhanî de zêde dibe.
Hilkêş- dakêşa siyaseta Amerîka li hember Îranê niha ketiye qonaxek aloz û pir hestiyar. Îran niha bi cidî ber bi xwe teyarkirina atomî ve diçe, Amerîka dixwaze pêşiyê lê bigre. Îranê pêwîstî bi demê heye, Amerîka ber bi hilbijartina serokkomariyê ve diçe û pêwîstî bi aramî di siyaseta xwe ya navneteweyî de heye. Di wê navberê de Îsraîl bi dudiliyek mezin çav li riya encamên pêvajoya guftogoyên di navbera Tehran û koma 5+ 1 de ye. Arîşeyên Amerîka û Îranê xuya ye ku wê hê ji gelek kendal û korên din re derbas bibin, lê heya Komara Îslamî li ser kar be bi dawî nayên. Gelo wê Îsraîl heya kengê tehemula wê hilkêş – dakêşê bike, zehmete niha bê pêşbînî kirin.