Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hişyariya takekesan mercê sereke bo pêşgiriyê

21:23 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012

Şine Dirûdger


Her wek di beşa yekem a babetê de me amaje pêkir, xwekujî diyardeyeke ku takên civakê li ser daxwaza xwe seba bi dawîanîna jiyana xwe li hember arîşe û kêşeyên ku rastî wan tên encam didin. Xwekujî diyardeyeke ku hemû cîhan xistiye bin bandora xwe, em dibînin seba pêşkevtinên ku cîhan bi xwe ve dibîne û roj bi roj alav û nêrînên nû derdikevin holê, û bûye sebeb ku pêvajoya jiyanê aloz û riftar û livîna bi wan guhertinên jiyanê dijwartir bibe.

Hekî takek di civakê de nekare xwe digel wan guhertinan biguncîne û ev hokerên ku di beşa yekem a basa me de îşare bi wan hat kirin di derûn û riftarên wê de hebin, karek weha dike ku tak nekare di gel wan arîşan berbirû bibe û bo xwe rizgarkirin û derbazkirina ji wan, riya xwekujiyê hildibijêre. Lewre amarên cîhanî bas ji zêdebûna diyardeya han dikin.

Amarek ku ji aliyê Rêxistina Cîhanî a WHO hatiye piştrastkirin, derxistiye ku di seranserê cîhanê de û di her salê de 1 Milyon kes kiryara xwekujiyê encam didin. Wate di her 40 Çirkeyan de kesek xwe dikuje. Xwekujî di cîhanê bi giştî weke dehemîn sedema mirinê tê hijmar û welatê Çînê bi % 30’an di pileya yekem a cîhanê de ye. Herweha piştî welatê Çînê, welatên Lîtwanî, Bilarûs û Rûsiye ku di pileya duhem heya çarimê de ne û ji her 100 hezar kesan 45 kes jê xwe dikujin.

Li gor lêkolînên civaknasan diyardeya xwekujiyê li Îranê weke diyardeyek civakî ber bi zêdebûnê ve diçe û bi dirêjahiya rojê gelek kes bi sedemên ciyawaz bi encamdana vî karî radibin. Lê xala balkêş ev e ku kêm roj hene di çarçoveya coxrafiya Îran bi giştî û Kurdistanê bi taybetî de bas ji babeta xwekujiyê nehê kirin. Eva jî vedigere ser hindek hokar û sedemên taybet ku taken civakê ber bi vê diyardeyê radikişîne. Bo mînak; sedemên namûsî, arîşeyên xêzanî, xwendin, zewicîn, şikest û bê hêvîtî, destkurtî û hejarî, eşkerebûna hin nihêniyên takekesî, têkilî bi madeyên hişber û …hd.

Arîşeyên navbera xêzan û malbatê bi 35 heya % 40 ji amara giştî ya xwekujiyê, weke yekemîn sedema xwekujiyê di Îran û bi taybetî di Kurdistanê de tê hejmar. Dûre tinêtî û bê hêvîtî weke sedemên duyem û sêyem a xwekujiyê di welatê Îranê de ne. Li rûyê regezî ve, mêr 8 hemberî jinan zêdetir dest dawêjine xwekujiyê û piraniya wan jî selt (zigurtî –nezewicî) in.

Herweha sedema sereke ya piraniya wan jî babeta abûrî ye. Li jinan de jî sedema sereke pirsgirêkên malbatî ne bi taybet anîna jina duyem li ser wan de.

Xwekujî yek ji wan diyardeyan e ku di civaka Kurdistanê de heye û mixabin ber bi zêdebûnê ve dice. Li gor amaran, Parêzgehên Îlam, Kirmaşan û Sine rêjeya herî zaf a amarên xwekujiyê bi xwe girtine. Di nava her 1000 kesan de, 12 kes kiryara xwekujiyê encam didin ku piraniya wan jî ciwan û jin in.

Di sala 1390’î de, li Parêzgeha Îlamê ku xwedî 600 hezar kes heşîmetê ye, 1200 kesî bi awayên cur bi cur dest avêtine xwekujiyê. Bi giştî li bajarên ku Kurd têde akincî ne ji her 100 hezar kesan, 10 kes xwe dikujin, ku piraniya wan jî jin in û ji riya xweşewitandinê ve vê kiryarê encam didin. Lêkolînan derxistiye ku sedema zêdebûna rêjeya xwekujiyê di navbera jinên Kurdistanê de vedigere ser komelek sedem û fekterên cuda weke; Nizimbûna asta hişiyariya jinan li hember mafên xwe û hevdem zewtkirina van mafan û bêdeshilatbûna wan di nava malbatê de, bi vê wateyê ku kesê yekem yê malbatê (bab, mêr, bira) bi çawek sivik û bênirx ji jinê dinêre û li hemû aliyên derûnî û cesteyî de givaşê dixin ser.

Herweha hebûna asteng û berbestên yasayî li hember jinan, wate hekî jin bi berevanîkirin ji xwe bersiva kiryara kesê hemberî xwe bidin, tu yasayek nine ku berevaniyê ji mafên wan bike û nemaze gelek caran bi zirara wan jî tewaw dibe. Hebûna kêşeyên malbatî weke telaq, nehawsengî û bûna ciyawaziyên zaf, tûşbûn bi nexweşiyên derûnî ên demdirêj weke Xemokî û Şîzofrînya û …htd, hejarî, hest bi nemana abirû û şerefê (bebetên exlaqî ku dibne sebeba nemana abirû di civakê de), xwe kêmdîtin di hember civak û malbatê de, wate hest bi pûçî û bê nirxiyê di nav civakê de dike û … .

Tak dikare bi xwe rêrewa jiyana xwe diyarî bike û xwebaweriyek bihêz û tehemûlkirina arîşe û astengên ku di pêvajoya jiyanê de di gel berbirû dibin, bi mifahwergirtin ji alavên pêşkevtî û hewcehiyên serdem, bo jordebirina asta hişyariya xwe û herweha bo berbirûbûna bi diyardeyên nebaş ên civakî bixebite û jordeçûna asta rewşenbîriya koma wan takan e ku civakek saxlem pêk tîne. Bi wateyek din asta hişyariya tak di civakê de dikare arîşeyên civakî û malbatî kêm yan jî jinav bibe û bi ser hemû astengên ku di pêvajoya jiyanê de dikewin ser riya me, serdest bibin.