Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizbullah siyasetên rejîma Îranê bi rê ve dibe

18:02 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: “Nehad Elmeşnûq” Wezîrê navxwe yê Lubnanê, di gotûbêjekê de bas ji vê kiriye ku, Hizbulah birêveberê siyasetên rejîma Îranê ye.

Wezîrê Navxwe yê welatê Lubnanê di vê gotûbêja xwe de gotiye ku: “Li gora guherînkariyên navdewletî, êdî nayê tehemilkirin ku, Hizbullah weke birêveberê siyasetên rejîma Îranê di deverê de bilîze, û li ser vê baweriyê jî ninim ku li dijî rejîma Îranê biryarnameya navdewletî  pesend bikin”.

 “Elmeşnûq” di vê gotûbêjê de gotiye ku, di bingeh de, siyasetên rejîma Îranê, tu demî di rastaya aramiya welatan de nebûye û berevajî, rejîma Îranê bi awayekî berdewam bi xwe pirsgirêkan diafirîne”.

Navbirî derheqê dîtingeha Erebistanê li ser rejîma Îranê daye eşkerekirin ku, dîtingeha Erebistanê derheqê destêverdanên rejîma Îslamî  ya Îran û çalakiyên Hizbullahê di welatên Erebî de neguherî ye.

Rejîma Îranê piştevanê serekî yê girûpa terorîst a  Hizbullaha Lubnanê ye, û bi hemû hêza xwe ve, piştevaniya vê girûpa terorîstî dike.

Her di vê derheqê de, “António Guterres” sekreterê saziya NY, bi bê vê ku navê welatekî bîne, ji hemû piştevanên Hizbulahê daxwaz kiriye ku, heta çekdanîna  tewaw a wê girûpê, alîkarê hikûmet û artêşa Lubnanê bin.

Hevdem “Mikk Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê jî ragehandiye ku: “Em di seranserê cîhanê de bi awayekî berdewam li pey destûpêwendiyên Îran û Hizbullaha Lubnanê ne, û van peyda dikin û  ji nav dibin.

Civaka cîhanî û welatên deverê, gellek caran hişdarî dane rejîma Îranê, da ku dest ji destêwerdanên xwe di deverê de bikişîne, lê rejîma Îranê bi xisarkirina sermayeya welatê Îranê, xelkê vî welatî rastî kirîza aborî kiriye, û di deverê de mijûlî çalakiyên siyasî ye.

Hizbulaha Lubnanê li sala 1997`an ji aliyê Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê ve, weke saziyeke terorîstî hate naskirin û ji sala  2001`an şûnda bi awayê berdewam çendîn dorpêçên cuda  bi ser de hatine sepandin.