Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdam, siyasetek bo fetisandina civakê

12:26 - 12 Çirriya paşîn 2012

Dara Natiq

Rejîma dîktator û mirovkuj a Komara Îslamî a Îranê, yek ji wan rejîman e ku bi hegera birêvebirina rêjeyek berçav ji îdamkirina hemwelatiyan, bi komara sêdare hatiye nas kirin û pêka rapora cîhanî a mafê mirov, bi pileya duhem di warê binpêkirina mafê mirov û birêvebirina hikmê îdamê di asta cîhanî de tê hesibandin.
Ew siyaseta han a rejîmê, çavkanîgirtî ji vê eqliyeta hişk û îdeolojiya paremayî a Wilayeta Feqîh, wek nawenda sereke a tev mosîbet û rezaletiyane ku îro welatê me pêve bendewar e û qedera civaka milyonî a Îranê ber bi rewşek aloz û nediyar ve dibe.
Siyasetek mirovkujane ku Komara sêdarê bo heyamê zêdetir ji sê dehikane ku bi awayek sîstematîk û hovane, li dadgehên nîzamî û çend deqîqeyî de û bi dûr ji her terze yasa û zagonekî mirovî, di bin nav û sûçên cur bi cur de, cezayê îdamê bi ser hezaran mirovê azadîxwaz û welatparêz yên welatê me de sepandiye û birêve biriye. Siyasetek ku heya îro jî bi awayek berçav birêve diçe.
Merema sereke û biyom a rejîmê ji vê kiryara dijî mirovî, tirsandina xelkê û çêkirina rewş û zirûfek bi tirs û xof û bêdeng kirina civaka azadîxwaz û mafxwaz a Îranê ye.
Siyasetek ku serbarê ev hemî zext û givaşên hovane, nekariye, pêş bi îradeya şoreşvanî û mafxwazane a gelên têniyê azadiyê di vî welatî de bigre.
Ligor rapora Ehmed Şehîd, rêporterê taybet ê netewên hevgirtî, Komara sêdarê tenê di heşt heyvên derbasbûyî de, bi sedan kesî lidarve kiriye. Zêdetir ji deh li sedêye wan îdaman bi bi merema tirs û beicandina civakê, pêş çavê xelkê û di cihên giştî de reêve diçin. Her ligor wan amarên fermî di rojekê de, du kes di îranê de, tên darvekirin.
Ewa di demekê de ye ku amara îdaman zor li vê zêdetire û rejîm parek ji zîndaniyan di bin eşkencê yan bi avayek veşartî darvedike û nadirkîne. Lewma rêjeya îdamê li Îranê zor li vê zêdetir e ku rejîm bas jê dike. Her di deh rojên derbasbûyî de, pêka nûçegehaniyên ser bi rejîmê nizîk bi 20 kesên din ku piraniya wan Kurd bûn bi hinceta qaçaxa madên hişber hatine darvekirin.
Şîpelên berfireh yên darvekirina hepsiyan û îşkence kirina wan bi taybetî di rojên derbasbûyî de, carek din civaka mirovdost di cîhanê de, heyrîmay û nigeran kir. Rêkxistinên mafê mirov û civaka navneteweyî carek din, serbarê şermezarkirina siyaseta mirovkujane a rejîmê, nigeraniya xwe ji rewşa aloz û nebaş a bitirs a mafê mirov di Îranê de da eyanê û daxwaza sekinandina maşîna îdama Komara Îslamî bûn.

Lê serbarê şermezarkirina Komara Îslamî di asta raya giştî de û daxwaza civaka navneteweyî di heyamê sê dehikên derbasbûyî di pêxema sekinandna maşîna îdamê di Îranê de, mixabin pêvajoya tepeserkirin û zext û givaş û binpêkirina mafê mirov û darvekirnê, roj li pey rojê li zêdebûnê de ye.