Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îdareya Îtila’ata Seqizê zext xistiye ser malbata çalakên siyasî

20:06 - 1 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Pêleke nû ji gazîkirina kesûkarên endamên PDKÎ ji aliyê îdareya Îtila’ata Seqizê ve dest pê kiriye.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera Kurdistanmedia, heyama çend rojan e ku li bajarê Seqizê Îdareya Îtila’atê dest kiriye bi zextxistina li ser malbatên pêşmergeyên PDKÎ , û herwisa ewên ku pêştir pêşmergê vê hizbê bûn.

Li gora vê nûçeyê, berpirsyarên îdareya Îtila’atê, ku navê beşek ji wan li cem malpera Kurdistanmedia hatiye parastin, malbatên çalakên siyasî ên ser bi PDKÎ gazî dikin Îdareya Îtila’atê, û derheq çûna wan bo serdana zarokên xwe, pirsyaran li wan dikin.

Herwisa ewên ku dema pasporta wan bi ser çûbe, û dixwazin pasportên xwe nû bikin, gazî dikin û wan dixin jêr zext û givaşê.

Eva yekem car nîne, ku hêzên dijî gelî ên Komara Îslamî ya Îranê, bi armanca tirsandinê, li dijî malbatên kesayetiyên siyasî, û têkoşerên riya azadiya Kurdistanê, pêngavên bi vî rengî hildigrin, û di salên borî de jî, çendîn carî hewlên bi vî rengî hatine dayîn, lê qet nekarîne, bigihîjin armancên xwe ên qirêj.