Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û kiryarên Terorîstî

15:22 - 7 Tebax 2012

Îran û kiryarên Terorîstî

Şehab Xalidî

Piştî wan teqînên bihêz yên roja 18’ê Tîrmehê li nawenda ewlehiya Netewî ya Sûriyê, ku têde wezîrê parastina rejîma Beşar Esed û cihgirê wî wezîrî, û wezîrê Îstiabaraxtê .... canê xwe ji dest dan, çend teqînên din jî li herêmên curbicur ên Îraqê de rû dan, û gellek kuştî û birîndar lê ketin.

Derheq wan teqînan balyozê berê yê Sûriyê li Îraqê de ku ji hikûmeta Beşar Esed cuda bûye, ragehand ku destê Îran û Sûriyê di wan teqînên li Îraqê de hebûye, jiber ku ew dixwazin ku bi wan teqînan bala bîr û raya giştî ya derve û navxwe vegerînin ser Îraqê.

Eva ku ew teqîn çende destê Sûriye û Îranê têde hebûye, carê nehatiye selimandin, lê pêka vê rewşa ku niha Îran û Sûriye têde dijîn, û li gorî sîstema deshilatê û hewildana wan ji bo domandina deshilatê û ji hemiyê girîngtir, li gorî pêşînr û rabihuriya ku rejîma Îranê bi taybetî li warê kar û kiryarên terorîstî de heye, dûr nine ku destê rejîma Îranê di wan teqînan de hebe, û bi wan teqînan armancên xwe ên siyasî bipêkin.
Çend rojan berî niha jî li Bolxaristanê teqînek li wesayitekê de çê bû, ku li encam de pênc Îsraîliyan canê xwe ji dest da, û piştî vê teqînê gellek ji çavkaniyan tiliya tawanbariyê bo aliyê Îranê dirêj kirin.

Ew teqîn jî rast li salvegera teqandina nawenda Cihûyan li Boynis ayrisa Arjantînê di sala 1994’ê de rû da. Li gorî zanyariyan û li gorî gotina polîsê Niyoyorkê eva di vî heyamî de neh kar û kiryarên terorîstî ên rejîma Îranê yan hatine eşkerekirin, yan jî hatine bê bandorkirin. Sandî Taymzê jî roja 22’ê Tîrmehê ragehand ku dewleta Îsraîlê, endamên saziya Îtilaati, û ewlehiya navxweyî (Şîn bit) şandine Londonê da ku canê sportvanên xwe biparêzin.

Ji ber ku Îsraîlê tirs ji ducarîbûna tirajidiya Olempîka Monîxê heye.
Di dema lîstikên olempîka Monîxê di sala 1972’an de yazde sportvanên Îranî li encama teqeya terorîstên Felestînî de canê xwe ji dest dan.

Li gorî gotina polîsê Niyoyorkê Sipaha Pasdaran ji destpêka sala 2012’an pêde heya niha li neh pîlanên bi dijî Îraniyên dijber û Cihûyan de dest hebûne, ku sê ji wan pîlanan li meha Çileya Paşîn, sê ji wan li meha Şibatê, û sê jî li meha Hezîranê de bûne, ku her hemû jî yan hatine eşkerekirin yan jî hatine bê bandorkirin.

Di vê derheqê de şirovekarên beşa ewlehiya polîsê Niyoyorkê raporek amade kirin, û dane Royterzê, ku di vê raporê de hûrdekariyên du kiryarên terorîstî li Bankûkê û kiryarên din jî li Nîyo Dêhl, Tiflîs, Bakû, Qibris, û Kinyayê de eşkere kirin, polîsê Niyoyorkê dibêje ku Îran û Hizbullahê dest di wan kiryarên terorîstî de hebûne.

Berpirsyarên payeberz yên Amrîkayî ragehandine ku rejîma Îranê gellek ji wan Ewropayiyên ku bûne misilman, bo aliyê xwe rakêşane û ji wan bona cîbicîkirina kiryarên xwe mifahê werdigire.

Her weha niha bi sedan malbatên berpirsyarên payeberz yên rejîma Îranê li Amrîka û Kanada de hene ku di gel balyozxaneya Îranê li Kanada, û di gel beşa parastina berjewendiyên Îranê li balyozxaneya Pakistan li Amrîka de hewkariyê dikin û zanyariyan didne wan.

Di rastî de ya ku di warê pêkanîna alozî û tevdanîkariyan ji destê rejîma Îranê bê, encam dide, da ku bikare bi vî awayî dirêjiyê bide deshilata xwe. Lê ya ku eşkere ye ew e ku ew hewildanên wan yên dûr ji exlaq, mirovatî, şer’, û yasayê qet nikarin bo heta heta deshilata wan biparêzin, û derbazbûyiya dîktatorên herêm û cîhanê belgeya herî baş di vî warî de ye.