Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê dîsan terorîst girtin

15:16 - 9 Hezîran 2013

Şehab Xalidî

Wezareta Îtilaata Îranê wek her car dîsan jî bona belengaz nîşandana xwe, û bona vê ku tenûra rakêşana xelkê bo ser sindûqên hilbijartinê germ ragire, ragehand ku wan girûpek destbiser kiirye ku ku dixwastin hejmarek ji kesayetiyên siyasî û ayînê ên ser bi neteweyên cuda li Îranê de teror bikin, û piştre vê yekê bixin stûyê dewletê. Li gorî daxuyaniya wezarteta Îtilaatê jî welatek Erebî bi Îsraîlê re ew girûp perwerde kirine û bona encamdana karê têkderane şandine wir. Her di wan çend rojan de ku li Îranê de bas basa hilbijartinê ye eva cara sêyemîn e ku rejîma Komara Îslamiya Îranê nûçeyên weha diweşîne.

Ew daxuyaniya wezareta Îtilaata Îranê di demekê de ye ku cuda ji vê ku li wan çend mehên borî de çend girûpên terorîstî di welatên curbicur ên cîhanê de hatin girtin û bixwe ew tawan kişane stûyê xwe ku dezgehên Îtilaatî ên Îranê ew şandine, her çend rojan berî niha girûpek li Turkiyê de hate girtin ku jin bûn û navê “Miqestokên bê nav ên Îmamê zeman” li ser wan hatiye danîn û bona karê sîxorî û ajvantiyê bo wir hatibûn şandin.

Bê guman mifahwergirtina ji jinan bo karê sîxoriyê gellek hêsantir û rihettire ji bikaranîna mêran bo vî karî, lewra jî hikumeta ku xwe wek hikumeta Îslamî bi nav dike, jinan bo karên fehşa û sîxoriyê bi kar tîne.

Ji aliyek din ve di demekê de Îran basê destêwerdana welatên erebî li nav karûbarên xwe de bi alîkariya Amerîka û Îsraîlê dike ku welatên Erebî heya niha bi dehan belge li ser destêwerdanên Îranê li herêmê de bila kirine û ji destê Îranê de asê mane.
Şandina girûpan bo welatên herêmê gihîştiye astekê ku welatên kendavê li bajarê Cedê de civînek lidar xistin û têde qala belgeyên curbicur li ser destêwerdana Îranê li nav karûbarên wan de kirin û ew kiryarên rejîma Îranê bi tundî şermezarkirin.

Bêguman ew hemû siyasetên têkderane nikarin heya dawiyê rejîmê li ser pê ragirin û dîrok di vî warî de baştirîn şahid e.