Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“John Bolton”: Dibe ku Ewropa zextê bixe ser rejîma Îranê

12:22 - 7 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Şêvirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî derheq biryara Ewropiyan bona hevkariya bi rejîma Îranê re ragehand ku em zextê dixin ser Ewropayê da ku li dijî rejîma Îranê alîkariya me bike.

“John Bolton” şêvirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî roja borî piştî vê ku bi awayekî fermî hate ragehandin ku Amerîka wê tehrîmên xwe yên nû li dijî rejîma Îranê bixe piraktîkê de, di gotûbêja bi CNN`ê re got: Emê zexteke wisa bixin ser rejîmê, da ku reftara xwe biguhere. Herwisa got ku vegerandina tehrîman li ser rejîma Îranê, heya niha bandoreke berçav di vê biyavê de hebûye.

 Navbirî herwisa zêde kir ku heya niha her dema ku rewşa aborî xiraptir bûbe, em şahidê meşên zêdetir ên nerazîbûnê di Îranê de bûne.

Serkomarê Amerîakayê roja Duşemiyê biryara vegerandina dorpêçên aborî li ser rejîma Îranê îmza kir, ku ji sê sal berî niha ve hatibûn rakirin.

Li hember de jî, YE di daxuyaniya hevpar bi wezîrên karê derve ên Alman, Birîtaniya û Firansayê re, ragehand ku ew ji vê biryarê aciz in. 

Komîsyona Cîbicîkar ya YE her di vê derheqê de, ragehandiye ku wan yasayên pêşgîrane danîne, ku li gora vê yasayê, şirketên Ewropî nabe ku dorpêçên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê cî bi cî bikin.