Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karesatek bi navê giraniyê

14:04 - 9 Îlon 2012

Şehab Xalidî

Serbarê vê ku îro rojê baskirina ji giranî, tewerom (helawsan), bêkarî û xisarên civakî bûne mijarek asayî, lê berpirsyarên paye bilind ên rejîmê radigehînin ku xelk ji rewşa heyî razî ne, û dewlet jî bi xelkê re ye, û heke arîşeyek hebe wê hewlê bidin ku zû çareser bikin.

Ew îdiayên berpirsyarên rejîma Îranê di dmekê de ne ku hinek hokaran li doma pêvajoyekê de, dest dane destê yektir û encama wê jî pêkhatina vê rewşa pirr ji kirîz e ku em dibînin. Siyasetên dewletê, û sîstema banka nawendî sedema bingehîn ya vê pêvajoyê ne, lê kerta taybet di vê pêvajoyê de bê bandor nine, herweha hinek hewil didin ku tewaya kêşeyan vegerînne ser pirsa tehrîman, lê divêt em bêjin ku kêşe û arîşe zêdetir ji vê hindê ye.

Para beşa dewletî û şibhi dewletî di aboriya welat de %70 e, çavkaniya bingehîn ya malî bo vê aboriyê jî dahata çavkanîgirtî ji hinartina neftê ye. Diravê zêde û bêqas yê neftê ku di destê dewletê de ye, û kêmiya berhemanîna kalayan sedemek din ya giraniyê di Îranê de ye.


Herweha ew giranî dikare encama tehrîman jî be. Zexta li ser bankan, daketina buhayê diravê Îranê û jêhelçûna nirxa dolar bi awayeke berbiçav, û kêmiya kalayan nîşaneya bi bandorbûna tehrîman e ku dewlet bi çavê xwe dibîne. Dewlet gellek hewil dide ku weha nîşan bide ku tehrîm bê encam in, û eva şerê rewanî ê rojawayiyan e, lê tenê rawestana xelkekî zaf li goviya kirîna mirîşkan de, bi başî radeya giraniya karesatbar û encama tehrîman diselimîne. Rejîm ji tirsê serhildana xelkê nerazî dixwaze weha nîşan bide ku di welat de ewlehiyek tewaw heye û giranî jî wê zû bê çareserkirin û ew giranî ne encama tehrîman e.

Lê li gorî raporên fermî ên navnetewî ji destpêka qedexekirina kirîn û veguhastina nefta Îranê bo welatên Ewropayî pêde, dewletê rojane nêzî 133 milyon dolarî xisar dîtiye. Herweha li encama wan tehrîman de hinardeya nefta Îranê heya %50, wate rojane 1.2 milyon bermîl kêm bûye, û tê texmînkirin heke ew rewş heya salekê berdewam bike, Îran wê 48 milyard dolarî xisarê bibîne.

Hinek ji karnasan li ser vê bawerê ne ku encama tehrîmên aborî li ser Îranê kêmtir ji êrîşa leşkerî bo ser wî welatî nine.

Lê gellek şarezayên pirsên siyasî li ser vê bawerê ne ku ew giranî û bêkarî û hejariya xelkê, bê guman wê serhildanek giştî bi dû xwe re wê hebe. Jiberku vê carê tenê serhildan ji bo demokrasiyê nabe, belku vê beşek zaf ji civakê ku niha hejar in, û ji destê bêkarî, hejarî û bê dadiyê de dinalînin, wê têde beşdariyê bikin.

Renge li serhildana sala 1388’an de beşek ji xelkê hebûn ku digotin heke azadî û demokrasî jî tunebe, lê rewşa aboriya me baş be, em tevlî serhildanan nabin, lê niha êdî giraniyê pişt ji xelkê çemandiye û ew neçarb in ku tevlî serhildanên îhtimalî bi awayek ektîv bin. Ji aliyek din ve wê demê diruşma “ka dengê me?” zortir li ser zar û zimanan bû, lê niha bê guman diruşm wê pêkhateşikên bin. Ji aliyek din ve şoreşa li welatên Erebî û bi taybetî li Sûriyê de niha êdî morala xelkê û baweriya wan bi xwe çend hember zêde kiriye, û ji aliyek din ve zext û guşarên navnetewî bo ser hikumeta Îslamiya Îranê gellek zêdetir ji sî salên berê ye.

Bi awayek giştî serjimêriyên heyî diselimînin ku rewşa aboriya welat li encama tehrîman de ber bi xirapiyê ve çûye, û pêkhateya diravî-malî ya welat û tewaya jêrxanên aboriya welat di gel gefên jinavçûnê berbirû ne, û karbidestên rejîma Îranê jî emrazên hewce bona çareseriya vê rewşê di destê xwe de çininin.

Çavkanî:
Gotara; Giranî û helawsan ji nivîsîna Behram Rehmanî
Gotûbêja di gel Cemşîd Esedî
Gotûbêja di gel Mêhrdad Derwîşpûr
Gotûbêja di gel Dr. Ehmed Elewî