Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kawe Serkevt!

17:50 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2017

Kerîm Perwîzî

Di doma destanrêsiya Kosalanê de, dema ku desteyek ji pêşmergeyên can li ser dest ên Kurdistanê, di Kosalana baregeha xweragirî û destanrêsiyê de, li dijî bose û pilanên hêza stemkar a Komara Îslamî rawestiyan, û bi ew qasê cangorîtiyê ve, pozê (difna) spaha hov û wehşî li erdê sûn (malîn), du têkoşerên evîndarê azadî û canfîdayiya riya azadiya Kurdistanê, boseya dijminan têk şikandin, û selimandin ku vîn û îradeya wan gellek bihêztir e ji vê ku dijmin bi xeyala xwe ya xaw, û bi hemû çek û teqemeniyan ve, agir berde çiyayê Kosalan, da ku wan pêşmergeyan bixe qedeman.

Hêzên dijî mirovî yên rejîmê dixwastin ku Kawe bi çok de bînin, lê berevajiyê wê, Kawe Serkevt! di şerê destewyexe ê di navbera tarîtî û ronahiyê de, di pevçûna di navbera hovîtî û camêriyê de, di şerê dijwar ê merdî û nemerdiyê de. Eva bihêzî û baweriya hesinîn ya Kawe û Serkevt bû ku di destanrêsiya Kosalanê û di tirajidiya Boriyerê de, dîrok pencoyî (kedî)kir, û her çawa ku di ketîbeya Tengîwerdê de, bi ser texteberan bûyerên dîrokî hatine hilkolandin, Kawe û Serkevt, bi ked û xuha eniya xwe, û bi xwîna hezkirina ji azadiyê, li ser dilê texteberên Kosalanê, destanrêsiyek hilkolîn.

Komara Îslamî wisa belav dikir, ku hêza pêşmergên PDKÎ bi tenê maye, û xelk amade nine pariyeke nan jî bide wan. Wan wisa xewnên qirêj û gemar diditînin, ku pêşmerge bê moral e, û baweriya wan nemaye, û wisa hizir dikirin ku bi danîna pilanekê û boseyekê wê hemiyan neçar bi serîtewandin di hemberî tarîtiyê de bikin.

Eva pîlan û şerê wan digel baweriyên bi Kurd û Kurdistanê bû, bona vê ku xwe bi deshilata reha bi ser hizr û mejiyê Kurdistaniyan de nîşan bidin, û hêza pêşmerge jî dorandî û sivik û rezîl bi xelkê bidin nasandin, da ku êdî tu kes hêviyên xwe li ser Demokrat û Pêşmerge û Kawe û Serkevt ava neke.

Di doma pîlanên xwe de, hêzên rejîmê ketin pey şûnpiyê Kawe û Serkevt, û roja 15`ê Pûşperê di meha peymannûkirina xortên Demokrat digel rêberê navdar Dr. Qasimloyê nemir de, xwastin ku bi êrîşa ji nişkêve û çaverênekirî , Kawe û Serkevt wekî du kewên bêdeshilat destbiser bikin, û di nava raya giştî de, wan bêçare û destbiserkirî nîşan bidin, da ku li riha şoreşgeriya neteweyekê bidin, û ne tenê şereke kurt ê taktîkî belkû di şerê berdewam ê dagîrkariyê ya li dijî morala serhildan û xweragiriya Kurdistanê de, peyka serketina mezin lêxin.

Roja 15`ê Pûşperê di şerê destewyexe ê di navbera şoreşgerî û tawanbariyê de, du nûnerên aza û leheng û çav pirr ji birûska kolnedan û serînetewandin û berxwedanê de, dîrok ber bi Kosalan û Boriyerê rakêşan, û cardin dijmin bê hêvî kirin, û di vî şerê bi tewahî neberamber de, du îradeyên bilind û narincokek bi ser sedan pasdarên terorîst û cebilxaneyên tarîperestiyê de serkevtin, da ku cardin biselimînin ku îradeya şoreşgerî û bilind ya mirovî bihêztir e ji çek û teqemeniyên dijminan.