Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kengê dê felaket di Îranê de bi dawî were?

18:02 - 22 Adar 2020

Elî Munezemî

Dîroka Îranê ya modern şahidiyê bo vê yekê dide, ku xelkê welat bi sedema nebûna hikûmeteke xelkî, qet nekariye xelkê xwe bo aliyê bexteweriyê ve pêşve bibe, û roj bi roj ew xelkê ser xatirê pêşkevtina zanist û teknolojiyê di cîhanê de, gavên xwe bo paşve avêtine. Ew paşketina li heyamê zêdetir ji 41 salan li desthilatdariya rejîma Îslamî a Îranê lezûbeztir li caran diherike, û hemû civak bo aliyê krîz û karestek mezin pal daye. Di wê gotarê de armanc ji krîzê yanî rewşek aloz û nedilxwaz ku dikare jiyan, tenduristî, hawîrdor, mal û milk yan jî navûdeng tehdît bike, û di wê rewşê de hewceyî bi biryarek bilez û çalakiyên cihêreng ji wan tiştên ku di xebata rojane de heta wê demê hatine rêkxistin û encamdan hebe. Bi vê pênase ku hate dayîn pirsyarek sereke tê pêş: Gelo rewşa Îranê di serdema desthilatdariya rejîma Îslamî a Îranê de çawa hinde aloz bû ku ew krîza lê şîn bû?

Krîz hem dikare bi sedema bûyereke nişkêve serî hilbide, û hem jî dikare govannama doza çareseriya meseleyekê be, ku çareseriya wê hêdî hêdî zehmet û zehmetir dibe, û di dawiyê de li ber çaresernekirinê dibe krîz.

Çar cureyên sereke yên kirîzê:

Bûyerên nexwastî – yanî  hemû ew bûyerên ku diqewimin an bi mebest ji aliyê kesekî ve ku dixwazin zirarê bide rêxistinê an civakê, an jî dikare ew kiryarên nebaş bin ku mezin dibin û pêşve diçin heta dibin krîz.
Rewşên krîtîk- ew rewşên ku bi demê re dirêj dibin û bi giranî mezin dibin.
Qeza – hemû qezayên giran dikarin wekî krîz bêne hesibandin (mînak: otobûs bi piştrastkirina ajotina rêyan).
Felaket - bi gelemperî li ser bingeha yek an çend ji cureyên sereke yên jorîn têne pêşxistin, lê mezin dibe û bandorê li beşên mezin ên civakê dike û bi vî rengî hem asta herêmî hem jî navçeyî ji xwe ve digire. (mînak: Karesata surûştî ya tund ku bandor li ser tevahiya civakê dike).

Dema ku kontrola rewşê li destê desthilatdarê rejîm derket, Serkomarê rejîmê Hesen Rûhanî, di axaftinên xwe de cehd kir ku sûçê wê krîza Îranê bêxe stuyê dujminên rejîmê û got ku: «Dujmin pîlan gerandiye ku welat bê daxistin. Lê dibe hemû kar û tekoşînê bikin û ewa li nexşe û pîlanên dujmin e ku bi belavkirina tirsa zêde di nav civakê de. Welat bo aliyê daxistinê bikşînin.» Wateya wê axaftina Serkomarê rejîmê rohin û eşkere ye ku dixwaze ew karesata mezin ku di Îranê de serî hildaye, wek bûyerek nexwastî û pîlanê dujmin bide nîşandan û hemû xeletî û reftarên şaş yên rejîmê bêxe bin perdê û veşêre.

Lê, dîroka rejîmê şahidê berevajî a axaftinê Rûhanî dide. Rejîma Komara Îslamî rejîmeke ku di afirandina karesatan bo mana xwe şarezayiyek bêhempa heye. Wê rejîmê di destpêka gihîştin bi desthilatê di Îranê de, bi êrîş bo ser Kurdistanê yekemîn pêngav bo afirandina karesatan di hundirê Îranê de hilgirt. Paralel digel karesatên navxweyî, xwe li afirandina karesatên derve jî neparast û bi girtina balyozxana Amerîka «DYA»yê li Tehranê, bo sedemê wê hindê ku welat rûbirûyê baykotan bibe.

Di heyamê wan 41 salan de karbidestên rejîmê nexwestin û ne jî karîn reftarên xwe li gor pîvanên ciyê pejirandinê di asta navxweyî û navneteweyî de rêkbêxe. Di hundirê welat de semxatirê siyasetên rejîmê yên xelet di meydana aborî, civakî, kultûrî, parastina mafê mirovan û hurmetdanîn bo mafê neteweyên di çarçoveya fermî ya dewleta Îranê de dijîn, roj bi roj jiyan li xelkê tal kir û bi hezaran kesan rûbirûyê girtîgehan, sêdaredan, kuştin, teror, dûrketin li welat û…hwd kir.

Karbidestên rejîmê destê Spaha Pasdaran di hemû meydanan de wekirî hêlan û ew hêza çekdarî dest danî ser hemû cemserên hêz û desthilatê û civak ber bi hiloşiyana yekcarekî ve bir.

Di meydana pêwendiyên navnetewî de jî, her ew pîlana serê hate birêvebirin û taya Spaha Pasdaran ya derveyê sînoran,  (Spaha Quds) bû meydandarê wê meydanê û bi mudaxilekirin di welatên cîran û herêmî û hindek welat li parezemîna dûr de, bi kiriyarên terorîstî û piştevaniya girûpên terorîstî wisa li civaka navnetweyî kir ku bo sekinandina wê rejîmê hindek micid tevbigerin. Ewan gava ku ew hemû şaşitî li karbidestên rejîmê dîtin û pê hesiyan ku rejîmê bername heye bo çêkirina çekên «etomî», di sala 1385`an ya Rojî de, tehrîmên tund xistine ser rejîmê di pêxema guherîna armanca wê. Wan di warê zanistî, aborî, siyasyî, kirîna çekan, êksporta neftê, sîstema bankdariyê û xizmetên bankî, bazirganiya navneteweyî a Îran dorpêç kirin û xisarên mezin li Îranê dan.

Li ber ku danê Îranê û cîvaka navneteweyî di dîzikekê de nedikeliya, hemû salê xelkê Îranê qeyranên aborî bi çavên xwe dîtine. Wan qeyranên siyasî û aborî, qeyranên navxweyî û nerazîbûna xelkê pey xwe re dianî û roj bi roj mewdaya navbera xelkê û rejîmê zêde bû. Di sala 1378`an a Rojî, xelkê bi eşkere, bi xasmanî qata xwendekar, li dijî rejîmê serî hildan. Her di wê serdemê de bû ku destê rejîmê bo terora kesayetiyan di hundirê welat de eşkere bû û xelkê bi yekcarî hêviya xwe bi rejîmê û reformê ji dest dan. Heta rewş hind xirab bû ku serkomarê wî demî, Xatemî serkomar bi tedarukatçî nav bir.

Hindê dem derbas dibû, qeyran jî kûrtir dibû. Di pêvajoya hilbijartinên sala 1388`an de xelkê encama hilbijartinê nepejirand û berevrûyê rejîmê bûn. Hereketek di Îranê de destpê kir bi navê «Bizava Kesk». Xelk ji aliyê rejîmê ve hatine kuştin, binçavkirin û heta destdirêjî kirine ser çendîn kesan de. Her piştî hingê jî di nav xudê karbidestên rejîmê de bi eşkere nakokiyan serî hilda û serokê mecliîs û desthilatdariya zagonî û malbata wan, Larîcanî ji aliyê serkomarê rejîmê Mehmûd Ehmedînijad ve bi gendel û dizîyê hatin tometbarkirin û aloziyên zêde di navbera xudê karbidestên rejîmê de çêbû.

Di sala 1396`an de dîsan xelk derkete qadê û di çendîn bajaran de di pêş de li ber giranî û xwestekên xwe yên aborî û paşê jî li dijî rêberê rejîmê silogan dan. Eve yekemin şerê xelkê li dijî hemû rejîmê wek yekîneyek bû. Dîsan serhildanek wek wê di sala 1398`an de derket û rejîmê bi hezaran kesan kuşt û cenazeyên wan bi dizî ve veşartin yan bêserûşûn kirin û hêşta jî kesê amara wê rastiyê nizane ka çend kes hatin kuştin.

Di heyamê wan 41 salan de zaf bûyerên xwezayî jî wek erdhej û lehî û hişkesaliyê, jiyana xelkê Îranê zêdetir aloz kiriye. Rejîma Îranê di sala 1398`an de balafira Ukraynê xiste xwarê, dixwest wê jî wek qeza û qeder bide nîşandan. Lê dezgehê sîxurî û çavdêrî yên welatên din nehêlan rejîm wê pîlana xwe bibe serê û wek rejîmek fêlbaz û derevîn hemû perde ber rûmetê wê yê şeytanî ketin xwar.

Niha bi wê kurte mijara ku me li serê bas kir, derdikeve ku ew krîza piştî nexweşiya Korona li Îranê pêşiya xelkê girtiye, li ser bingeha çendîn cureyên sereke yê krîzê hatiye pêşxistin û li ber çaresernekirina wan mezin bûye û bandor li ser hemû beşên mezin ên civakê daniye.

Krîz çawa têne «mudîriyet»kirin û rejîmê çawa ew kar kiriye?

Rêverberî û mudîriyetkirina krîzê bi koma tedbîran re têne gotin ku gava krîzek çêdibe zirarê bide sînordarkirin û xeterê bide sekinandin. Yekek li tedbîrên girîng eve ye ku rewşa kesên lawaz û xedar bi başî bête berçavgirtin heta ku zirar kêmtir bibin. Lawaz û xedar yanî nebûna şiyanê li hember kiryarekê yan rûdaweke nexwastî, û herwisa nebûna şiyanê di hember destpêkirina kiriyarên xwe de.

Li ber ku bikaribin çareseriyê bo krîzê peyda bikin, hewceyî bi tîma krîzê heye. Tîma krîzê yanî birêkxistinkirina karmend û yên din bo çareseriya kirîzê. Çawaniya komkirina kesan bo karê lezgînî û hewce û danîna planê bo rewşa awarte. Li ber ku tîma krîzê bikaribe bernameyên xwe cî bi cî bike, dibe di pêş de gefan destnîşan bike. Gef yanî şiyan û armanca yek yan çend aktoran ku bi zanebûn bo encamdana kiriyarên kirêt dixebitin.

Rejîma Îslamî a Îranê xwediyê organîzasiyona birêvebirina rewşa awarte ye. Piştî ku Îsmaîl Necar, Serokê wê organîzasiyonê, bi xwe tûşê nexweşiya koronayê bû, erkê birêvebirina wê rewşê kete stûyê serkomarê rejîmê, Rûhanî. Her wek dizanin Rûhanî û dewleta wî bi xwe sûçdarin li hember wê rewşê û bixasma piştî wan hemû astengiyên ketinê pêşiya xelkê, li ber ku xelk bo Rûhanî û rejîma wî negirîng e û xelkê bi dujminê xwe dizanin. Ew dujminatiya demekê bi başî derket ku xelkê di Reşemeya îsal de nexwest di hilbijartina meclîsa rejîmê de pişikdar bin. Rewşa aborîya rejîmê jî li ber reftarên wê yê şaş, hind xirab e ku gava daxwaza 5 miliyard dolar qer li banka cîhanî kir, daxwaza wan hate redkirin. Rewşa pirraniya xelkê Îranê xedar e û ber hindê jî rejîmê dest jê berdaye ku bi kiryar bikare tiştekê bike.

Her rast li ber wê hindê ye ku rêberê rejîmê Ali Xamineyî li cihê hindê ku îmkanatan bêxe xizmeta xelkê, wan han dide ku penaha xwe bibin bo «duaya 7`an ya sehîfa Secadiye».

Prensîpên pilançêkirinê bo rewşa awarte:

Prensîpa berpirsayetiyê: Evê ku di dema normal de berpirsiyaretiya wî/wê heyî, di dema krîzê de jî xwedî berpirsyaretî ye.
Prensîpa wekhevî: Rêxistina ku mirov rojane digel de tevdigere dibe, wek saziyek ku mirov di dema krîzê de digel tevdigere, bibin wekhev.
Prensîpa nêzîkatiyê: Pêdivî ye ku qeyran di nizimtirîn asta mumkin ya nêzik krîzê de were çareserkirin.
Prensîpa hevkariyê: Rêxistinê bi xwe (ewa ku tûşî qeyranê bûyî) berpirsyariya serbixwe ji bo danûstendina çêtirîn hevkariya mumkin a di navbera aktor û îdareyên têkildar de ye.

Amadekarî bo rewşa awarte dibe pêvajoyek sîstematîk be. Bi karê berdewam ku zanist li ser xeterê û rewşek nexwastî çêdibe.

Gava karê pêşîlêgirtinê zû were kirin, dibe alîkar yan jî ew rewşa ku pêk neyê û yan jî bandora wê kêmtir bike. Hebûna amadekariyek baş yanî pêşvext haziriya xwe kirin. Çareseriyek baş yanî ewên ku dibe çareseriya qeyranê bikin, xwediyê dethilat û zanista pêdivî ne. Gava krîz ber bi xilasbûnê ve diçe, dibe bikarin dîsa rewşa normal vegerînin.

Li ber ku her şirket/organîzayionek bi xwe berpirse di hember her hegeregê de ku li wir bê pêş, dibe bi xwe jî bera xwe bidê ka amadekariyên hewce û pilan hene bo rewşa awarte. Amadekirin, domandin û nûkirina pilansaziyên rewşa awarte pêvajoyek domdar e ku divê di hemû astên organîzasiyonê de xelk tê de beşdar bibe.

Rejîm hinde xwe di hember wê rewşa awarte de bêberpirsyar dibîne ku heta xudê mohreyên rejîmê jî dengê xwe bilind kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan. Heta basa dest li kar kişandina Wezîrê Nojdariyê (bêhdaştê) hate kirin. Eger ew yeka nerast be jî, xwezaya mohrê rejîm derdixe ku hindî berjewendiya wan bixwaze di desthilatê de dimînin, lê gava pirsgirêkek derkeve, zû direvin. Heykela sîstema rejîmê wisa hatiye danîn ku hemû karbidest di beramber rêberê wê de berpirsyarin û ti yek ji wan xwe di hember xelkê de berpirsyar nizanin û li ber wê hindê ye jî derevkirin tevî xelkê wek prensîpek bal wan hatiye pejirandin û her karbidestek bi keyfa xwe derevan dike bêy ewa ku wijdana wî aciz bibe.

Prensîpek din ku di wê sîstema serero de cih girtiye, eve ye ku karbidest hemû di karê xwe de bê şarezayî û kesên şareza jî bêdesthilat in. Ew yeka jî nahêle ku çi karek bi durustî herine pêş. Li ber hindê jî hemû amadekariya rejîmê bo du tiştan têne kirin: Rawestan li hember dujminê navxweyî (xelk) û dujminê derve (hemû cîhan xêncî hindek girûp û rejîm terrorîstî nebin). Li ber hindê jî rejîm nikare pêşiya belavbûna nexweşiyên wek Korona bigre. Bûdca welat hemû bûye xercê çêkirina mûşek, girtîgeh û hevkarî bo girûpên terorîstî û rejîmên totaliter wek rejîma Esed.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine