Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî nîştimanperwer çû ser dilovaniya xwe

15:40 - 19 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Kesayetiyekî nîştimanperwer li bajarê Şinoyê, çû ber rehmetê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî rêkefta 27`ê Gelawêjê, (18`ê Tebaxê) “Hecî Melaqadir Qurbanî” xelkê gundê “Çeperavê” a girêdayî bajarê Şinoyê li temenê 96 saliyê de çû ser dilovaniya xwe.

Xwedêjêrazî hevdem kesayetiyekî nîştimanperwer û olî û civakî di deverê  de bû, herwisa malbateke dilsozê hizbê û nîştimanperwer bû.

Berê kurekî xwedêjêrazî kadrê PDKÎ bûye ku piştî heyamekê pêşmergayetîkirinê li ser îzna hizbê vedigire navxwey welat.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbata xwedêjêrazî, û xwe şirîkê vê xema wan dizane.