Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kimheşîmettirîn parêzgeha Îranê di pileya yekemîn a bêkariyê de ye

14:54 - 3 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Bêkarî sedema sereke a koçkirina ciwanên bajarê Abdanan bo deverên din ên Îranê ye û seba nebûna jêrxana abûrî, kerta taybet di wê deverê de tu çalakiyek nine.


Li gor rapora “Mehr” pirsa bêkariyê di parêzgeha Îlamê ku kimheşîmettirîn parêzgeha Îranê ye, pirsgirêkên zêde çêkirine. Ew parêzgeh di pileya yekemîn a bêkariyê di nava parêzgehên Îranê de ye ku nîşanderê nebûna jêrxana abûrî di wê parêzgehê de ye.
Bajarê Abdananê li parêzgeha Îlamê bi 60 hezar heşîmet ve û tevî hebûna hêza jêhatî a kar û “pifişnal”, lê seba nebûna jêrxana abûrî û herweha nebûna destmaye, ciwanên wî bajarî neçar bi koçkirin bo deverên din ên Îranê kirine.

2088.jpg


Ciwanên Abdanaê revîn û koçkirin bo bajarên senetî ên Îranê bi baştirîn rêkar bi armanca dûrketin ji bêkariyê dizanin.
Pîşeyê sereke yê xelkê Abdananê, werzêrî û ajeldarî ye, ku seba hişkesaliyê di wan çend salên dawî de xelkê gundakincî bi neçarî rû li bajaran kirine û vê yekê jî berhemên beşa werzêrî û ajeldariyê di wê deverê de tune kiriye.
Karnasek warê abûrî dibêje: Jêrxana abûrî a bajarê Abdanan di lawaztirîn awayê mimkim de ye û ev yek bûye seba lawaziya sermiyedanîn di wî bajarî de û pirsa han roj bi roj rû li zêdebûnê ye.