Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî kurd hat kûştin

13:55 - 12 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd xelkê Pîranşehrê li deverên sînorî, bi goleyên hêzên Întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja şemî 11’ê Gulan a 2013’an, “Seîd Çiya Perhîzkar” temen 30 salî, kurê Seîd Mihemed û xelkê gundê “Tirkeş”a ser devera Berî Mêrgan a Pîranşehrê bi teqeyên hêzên Întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê hat kuştin.

Ew kolberê Kurd cihek bi navê “Mêrgijan”a bajaroka Pîranşehrê kevte kemîna hêzên rejîma û di encam de canê xwe ji dest dide.

Yek ji xizmên malbata “Seîd Çiya Perhîzkar” bi malpera Kurdistanmedia ragehand, ew kolbere xercê jiyana xwe tenê li kara ser sînor bû û ew ker jî li encam de bi nirxa ji dest dana canê wî tewaw bû.

Hevwelatiyê han ku nexwast navê vî eşkere be got: Seîd Çiya xwediyê jin û zarokan bû. Heya bilav bûna wê nûçeyê termê kolberê Kurd li ser Mêrgijanê ye û malbata wî jî nekarîna termê wî bibene naw gundê Tirkeş.