Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî di navbera êrîş û gefan de

12:49 - 15 Çirriya pêşîn 2012

Arif Vêlzî

H evdem digel belavbûnan nûçeya egera êrîşa leşkirî ya Îsraîlê bo ser Îran û binkeyên etomî ên vî welatî, û hevdem digel birêveçûna mezintrîn manora deryayî a bi fermandeyiya Amerîkayê û bi beşdariya pitir ji sî welatên cîhanê di nava avên Kendavê de û herweha piştî gotinên balyozê Amerîkayê li ser Îsraîlê li dor egera êrîşa leşkeriya Îsraîlê bo ser Îranê û ji aliyek din ve, hereketên siyasî û leşkerî ên Amerîka û Îsraîlê li nav welatên cîran ên Îranê û komek belgeyên din, bûne sedema vê yekê ku berpirsiyarên payebilind ên siyasî û leşkirî ên Îranê, di ragehandinên giştî de, dijkiryarên tund ji xwe nîşan bidin.

Mihemed Elî Ceferî, Fermandeyê Supaya Pasdarên Komara Îslamî di gotinek xwe de ragehand ku dibe em hemû bo şer digel Îsraîlê amade bin û herweha em dizanîn ku dujminatiya digel Îsraîlê bi tenê li riya şerê leşkerî bi dawî tê.

Nîgeraniya Îsraîl, Amerîka û bi giştî welatê rojavayî li dor pirograma navikî ya Îranê di vê yekê de ye ku hekî bêt û Komara Îslamî çeka etomî berhem bîne, bê guman dibe sedema pitir yaxîbûna wê li hember civaka cîhanî û navendên navnetewî û herweha eva jî dibe sedema serhildana pêşbirkêya berhemanîna çeka navikî li navbera welatên herêmê de.

Hinek ji şarezayên karûbarên siyasî û leşkerî li ser vê baweriyê ne ku heya destpêkirina helbijartinên serkomariya Amerikayê, Îran dikare bi dana bersivek erênî bi Obamayê li dor pirograma etomî ya xwe, şansê xwe yê dawî taqî bike û di vî haletî de jî Obama dikare piştî helbijartinan eger cardin bo vê postê hat helbijartin, hemû hewla xwe bide bo pêşgirtin ji egera êrîşa leşkirî ya Îsraîlê.

Lê weke xûya dike haya niha rejîma Komara Îslamî tenê gotubêj ne bo çareseriyê, belkû bi merema kirrîna dem bi kar tîne, û herweha pêka vê yekê ku Netanyaho piştî vê yekê ku Obama amade nebû hêla sor bo pirograma navikî ya Îranê bikişîne, bi xwe li korra Giştî ya NY de, ev hêla sor bo pirograma etomî ya Îranê diyarî kir, pir zehmete ku rejîma Tehranê bersivek erênî û cihê hêviyê bide civaka cîhanî.

Lewma hekî gefên Îranê, şerê leşkirî lê bikeve, bêguman berpirsyarê sereke yê vî şerî ku encama wê her tiştek be, rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye ku bi siyasetên xwe ên tevdanîkarane û destêwerdana di nav karûbarên welatên heremê û guhnedan bi civaka cîhanî li dor pirsa etomî ya xwe, rê ji şerek weha re xweş kiriye.