Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî, piştevanê selefiyên cîhadî

17:52 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2017

Mistefa Hicrî

Ebûbekr El-bexdadî bo heyameke zaf, heya dawiya sala 2013`an fermandarê hemû çalakiyên serbazî ên Elqaîdeyê di Îraqê de bû, û di vê heyamê de, gellek kiryarên terorîstî di Îraqê de bi rê ve birin.
Piştî vekişiyana hêzên Amerîkayê ji Îraqê di sala 2011`an de, destê wê zêdetir vekirî ma, bona vegeşandina çalakiyên wê, û di sala 2013an de dest bi ser bajarê Reqayê de girt, û ji wê demê şûnda peyva “Elşam” bi nav “Eldewletul Islamiyet fil Iraq” zêde kir, ku kurtiya wê dibe “DAÎŞ”.

Ji wê demê şûnda DAÎŞê di Sûriyê de dest kir bi kar û kiryarên tundûtîj ên zêdetir wekî serbirîna leşkerên Sûrî û bertengkirina deshilatên din ên girûpên tundrev ên terorîstî, û ew şêweya serederiyê bû sedema şer û kuştarê di navbera DAÎŞê û hinek ji taqmên terorîstî ên din bi taybetî taqma “El-nusre”. Li gora rapora çavdêrên mafê mirovan di Sûriyê de, di heyama sê mehan de, nêzî 1700 kes di van şeran de hatin kuştin. Di vê heyamê de DAÎŞê ragehand ku rêberên El-nusre îxanetkar in, lewra jî El-nusre li cem Eymen Zewahirî, gilî û gazinde li Ebûbekr El-bexdadî kir. Zewahirî piştî vê gazinde û şikayetê, û bi armanca dawîanîna bi şerê di navbera van du taqman de, daxwaz ji Bexdadî û Cûlanî rêberê El-nusre kir, ku di dadgeheke şer`î de, ku bo vê armancê pêk tîne amade bin, lê Bexdadî di fayleke dengî de, ku ji televîzyona El-cezîrê belav bû, ragehand ku ew bi tenê Bin Ladin wekî rêberê xwe dizane, û amade nine ku peyrewiyê ji fermanên El-zewahirî bike.

Piştî vê yekê di destpêka sala 2014`an de, veqetiyana xwe ji Elqaîdê ragehand. Ji wê demê ve, DAÎŞê hevdem digel vegeşîna hêz û deshilata wê, tundûtîjî û kuştareke zaf û wêraniyeke bêqas encam da.

Sedema sereke ya vegeşîna bilez ya DAÎŞê vedigere bo pilaneke serkevtî ya rejîma Komara Îslam bi alîkariya hevpeymanên wê di şerê Sûriyê de (Hizbullaha Lubnanê, rejîma Esed û Nûrî Malikî serokwezîrên wê demê ên Îraqê). Pilan ew bû ku li ser pêşniyara Îranê û bi armanca nifûz û heya qasekî kontrola hêzên terorîstî bi taybetî Elqaîdê, hejmareke berçav ji xelkê şareza û xwedîşiyan, di biyavên cuda cuda de, pêkhatî ji awareyên Efxanî li Îranê, Hizbullah û Erebên Îraqê, û ên Sûrî bo nava hêzên Elqaîdê û bi taybetî DAÎŞ`ê bêne şandin, da ku ew hêzane rû bikin tundûtîjiyê, û kuştar û wêraniyeke zêdetir bafirînin û bona vê ku rûçikeke hovane ji wan nîşanî cîhanê bidin. Ew cîhana ku bawer bû ku Beşar Esed li ser kar vêde bide. Derxistina cergê leşkerekî kuştî ê hêza Beşar Esed ji aliyê yek ji terorîstên Eêqaîdeyê ve, û xwarina wê li hember dûrbîna televîzyonan ku li wir amade bûn, û belavbûna vê nûçeyê li televîzyonan û ragehandinên cîhanê de, hemû aliyek mat û kirr kirin, û bandoreke gellek girîng li ser bîrûraya cîhanê bi taybetî wan welatanm danî, ku biryar dabûn Beşar Esed di deshilatê de nemîne, ku yek ji wan jî Amerîka bû. Wan bîr ji vê kir ku hekî piştî Beşar Esed ew hov û wehşiyane di Sûriyê de deshilatê bi dest ve bigrin.

Çi karesatek wê rû bide? Ew yek jî bi cih hatina niyet û armanca Îranê bû, di biyavê xavkirina biryara vêdedana Esed li ser deshilatê.

Her li gora vê pilana Îranê, û bi armanca bihêzkirina DAÎŞ`ê di sala 2013`an de, DAÎŞê biryara êrîşa li ser girtîgehên Îraqê û berdana girtiyên xwe da, û li gora fermaneke veşartî deshilata Bexdayê, tu berbirûbûnek di hemberî van êrîşan de ji xwe nîşan neda, û deriyê hemû wan girtîgehan hatin şikandin, û piraniya şerkeran ku Elqaîde bûn hatin azadkirin. Tenê di girtîgeha navendî ya Bexdayê de, wate li Ebû Xoreybê de, di navbera 500 heya 600 kes ji şerkerên xwedîezmûn û girîng ên Elqaîdê, ji girtîgehê hatin azadkirin, û hemû jî çûne nava rîzên DAÎŞê de. Di nava wan kesan de gellek kesên pispor û şarezayê danîna bombeyan û teqînan û fermandarên şerên çirîkî û…hwd hebûn, ku hemû jî çûne nava DAÎŞ`ê de.

Destbiserdegirtina serbazgeha mezin û naskirî a Mûsilê jî, ji aliyê DAÎŞî ve bi bê tu berbirûbûnekê bi hebûna wan hemû fermandar û serbaz û bi van hemû çek û teqemeniyan ve, her qulpek bû ji qulpên vê zincîra pilanekê, ku DAÎŞ kire ew hêza ku bo heyama çendîn sal e di hemberî hêza yekgirtî ya hevpeymanan de xwe ragirtiye.

Ew pîlana rejîma Îranê di warê yarmetîdan û bihêzkirina DAÎŞ`ê deskevteke mezin bo Komara Îslamî desteber kir, ku ew deskevt jî ew bû ku bi navê şer digel DAÎŞ`ê û bergirîkirina ji hikûmeta Îraq û Sûriyê di hemberî DAÎŞê de, ne tenê her hêzeke berçav ya xwe ji Spaha Quds di van du welatan de cihgir kir, belku nifûz û deshilata xwe, di hemû biyavên vê hikûmetê de zêde kir, û bi awayekî ku lawazkirin, û helandina vê dehsilatê, gellek zehmet e û heyameke zaf dikêşe.

Lewra niha rejîma Îranê nîgeranê lawazkirin û jinavbirina DAÎŞê di navçeyê de ye, bi riya êrîşên hevalbendên Amerîkayê. Di hemberî vê alîkarîkirin û bihêzkirina DAÎŞê de, ew jî qedrê vê xizmetpêkirinê dizanin, û di hember de, tu demekê bi awayê bernamedarêtî êrîş nekirine ser Îran û Îraniyan, û herdu aliyan pêwendiyeke germ û gurr û veşartî li ser asta serve parastine, heya vî qasî ku serbarê vê ku di warê îdeolojî de, her yek ji wan ên din bi dijminê xwe dizane, lê rejîma Îranê tu demekê astengî li ser riya teblîxat û piropagendeyên selefiyên cîhadî pêk neaniye, ku di mizgevtên Kurdistanê de, piropagendeyê ji bo bername û bîr û baweriyên xwe dikin, û heta gencên Kurdistanê pal didin (han didin, tûj dikin, nav tê didin) ku herin li Pakistan û Zahidanê di xwendingehên selefiyan de hînî îdeolojî û baweriyên wan bin, yan jî wan bişînin, nava refên DAÎŞ`ê di welatên cîran de, tenê eva nebe ku carna bona ji rê derxistina bîrûraya cîhan û xelkê, êrîş kiribin ser hinek ji kom û komeleyên wan selefiyên li Kurdistana Rojhilat, û çend kesek ji wan bo heyamekê destbiser kiribin, û piştî heyameke kurt azad kirine, ew kesên ku ji vê girûpê hukmê dirêjheyam ji wan re hatiye birîn, û yan çend kesek jî ji wan hatine îdam kirin, ew kes bûn ku bi vê şêweya pêwendiya di navbera DAÎŞ û Îranê nerazî bûn, û her bi vê sedmê ve, li nav rêkxistina DAÎŞê derketin, û niha jî hejmarek ji wan kesan di girtîgehên rejîmê de destbiser û heta hinek ji wan jî hukmê îdamê bo wan hatiye birîn.

Pêwendiya di navbera Komara Îslamî û taqmên selefî ên cîhadî her di destpêka vegeşîna van taqman ve dest pê kir, û rejîma Komara Îslamiya Îranê bi vegeşandina van pêwendiyan karî ji aliyekî ve, pilana destdirêjiyên xwe li navçeyê û duberekî sazkirina di nava her girûpekê de ku bi hewce zanî, bibe pêş, û ji aliyekî din ve, ji vê riyê ve kuntrola van taqman bi dest ve girtiye, û xwe ji zirara êrîşa wan parastiye. Bo nîşandana emegdarmana bi van pêwendiyan her demekê ew taqmane berbirûyê tengaviyan bûn, rejîmê bi hemû awayekî alîkariya wan kiriye, û ew ji mirin û tunebûnê rizgar kirine.

Bo mînak piştî êrîşa buhara sala 2003`an a Zayînî bo ser binke û baregehên Ensar El-Islam ji aliyê Amerîkayê û YNK`ê, ve û rûxana îmareta wan, bi şepirzeyî xwe gehandin Kurdistana Îranê, û ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve hatin vehewandin, û bi piştgiriya Îranê, piştî çend mehan xwe organize kirin.

Pêwendiya Îranê digel Elqaîdê û alîkariyên wê bi vê rêkxirawê di hemû biyavekê de bo hemû aliyekî eşkere ye, Îran stargeheke qahîm û ciyê baweriyê ye bo endamên malbata Bin Ladin û hinek ji nûçeyan bas ji vê dikin, ku Bin Ladin bo xwe jî gellek caran ku êrîşeke bihêz li ser bû, hatiye Îranê, û ji aliyê rejîmê ve, cih û riya mane jê re hatiye dabînkirin.

Lewra hewce ye ku cîhan ji vê rastiyê tê bigihîje, ku hekî rejîma Komara Îslamî bi piropagendekirinê dixwaze wisa nîşan bide, ku ji aliyê DAÎŞê ve, di metirsiyê de ye, û heya carna radigehîne ku kesên ser bi DAÎŞê li ser sînoran destbiser kirine, û piropagendeyê bi van ve dike, ew yek ji şanogeriyekê zêdetir nine. Heya bûyerên roja 17`ê Cozerdanê di Tehranê de, ku êrîşek li ser meclisa rejîmê û qebrê Xomênî çêbû, bixwe dehan pirsyaran û guman li ser hene.

Lê piştî vê pîlanê sedan kes ji Kurdên Îranê ji Tehranê û bajarên din, ên Kurdistanê bi hêceta pêwendiya wan bi êrîşkarên Tehranê hatin girtin.

Niha rejîma Komara Îslamî dixwaze ku çalakiya siyasî û çekdarî ya Kurdan li dijî xwe, girêdayî bi kes û girûpên ser bi DAÎŞê bi cîhanê bide nasandin, û her bi vê navê jî, wan bi giranî cezas bike.

Ew yek hemû nîşana pilaneke nû ya rejîma Komara Îslamî ne, bona serkut û zexta zêdetir bo ser neteweya Kurd û neteweyên din ên bindest, û ji aliyekî din ve wisa nîşan dide, ku jiber ku niha şer bi DAÎŞê re dike, di ber gefa wan taqman de ye, ew yek di demekê de ye, ku bi şahidiya dîroka van çend salan ya şerê DAÎŞê li Sûriyê, û ên ku şahidê qadên şer bûn, rejîma Îranê di vê heyamê de tu şerek di vî welatî de li dijî DAÎŞ`ê nekiriye, û tu kesekî wan jî di şerê DAÎŞê de nehatiye kuştin, belku tewahiya kuştiyan û birîndarên wê ku di Sûriyê de hatin kuştin û birîndarkirin çend hezar kesek in, ku ew li şerê li dijî opozisyona Sûriyê hatin kuştin, ku ew şer jî bi xwe di berjewendiya DAÎŞ`ê de ye, jiber ku DAÎŞ jî li dijî opozisyona Sûriyê di şer de ye. Bi watayeke din li Sûriyê Komara Îslamî û DAÎŞ di eniyekê de şer li dijî dijberên Beşar Esed dikin.