Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya Kurd li Sosyal Enternasyonalê pêk hat

20:37 - 13 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Li dirêjahiya bas û pirsiyarên civîna pişdere ya rêxistina Sosyal Enternasyonala navnetewî de ku bo pêk anîna komîteyeke taybet bo Kurd di vê bizavê de hetibû ber bas û pêkanîna komîteyek li vê babetê li cihê gropa kariya Kurdan di vê rêxistinê de ku piştir pêk atibû, civîneke din li bajarê Silêmaniyê birêve çû.

Li gor rapora nûçegehaniya malpera Kurdistanmedia, roja înê berwar 12’ê Nîsan a 2013’an, civînek bi beşdariya Luyîs Ayala sekerterê giştî yê Sosyal Enternasyonala navnetewî û Deftera Papanşro a serokê Sosyal Enternasyonalê û bi beşdariya 22 heyetê Partî û bizavên siyasiyên her çar aliyê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê birêve çû.

Di vê civînê de heyeta Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi serpereştiya Rêzdar “Hesen Şerefî” cêgirê sekerterê giştê yê wî partiyê beşdar bû.

Di destpêka civînê sekerterê Sosyal Enternasyonala navnetewî çend gotine pêşkeş kir.

Rêdar Ayala di nav axavtina xwe de serbarî got avirdanewe li dîroka Kurd û Sosyal Enternasyonala navnetewî li çend deheya derbas bûuî de, pjraye ser rola Dr. Ebdulrehman Qasimlo û got: Kurd li rêya Dr. Ebdulrehman Qasimlo vê bi rêxistina Sosyal Enternasyonala navnetewî hat nasandin.

paşan Mela Bextîyar kargêrê mekteba siyasî a YNK axavtinek di vare dîroka Sosyal Enternasyonala û rola Dr. Qasmilo , Celal Telebanî û Dr. Mehmûd Osman di hember vê rêkxistina cîhanî de bilind nirxand.
Di pişkek din ya civîna han de hêz û alyên siyasî ê her çar perçên Kurdistanê nêrînên xwe li ser vê komîtê û rewşa beşa niha ya Kurdistanê anîne ziman.

Her di vê pêywendiyê de rêzdar Hesen şerefî cêgirê sekerterê giştî yê PDK Îranê bo civîna ENS basa rewşa nihaye Kurdistanê Rojhilatê û siyasetên nemirovaneya komara Îslamî a Îranê kir u serhişkiya vê rejîmê di hember teror û dest avêtine nawa hindrê wilatên din bas kir.

Herwisa şerefî bas ji derbaz bûya PDKÎ di vê rêkxistiyê de kir û wiha got: komîte ya kurd li ENS dibe tû ferq û cudahiyekî nexe navbera perçên kurdistanê u hemî perçan weke hev bibîne û xebata vê komîta han hemî kurdistanê bigre nav xwe.

Paşan mûnerê pişikdar nêrînên xwe li ser vê rêkxistiyê anîne ziman.

Di daviyê de ji boy serok û 2 cegirên vê komîteya han hilbijartin hat kirin ku: YNK weke berpirs û PDKÎ û BDP jî weke cêgirên berpirsê komîta han hatin hilbijartin .