Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya Navendiya PDK Îran: Em sipsiya hemû ew kesan dikin ku peyam a pîrozbahiyê ji me re şandine

15:50 - 11 Çirriya pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Komîteya Nevendiya Partiya Demokrat Akurdistana Îran’ê, sipasinameyek pêşkeşî wan kesan kir ku peyama pîrozbahiyê ji rêberatiya PDK Îran’ê re şandine.


Deqa pêzanînnameyê:

Piştî bi dawîhatina Kongireya 15’mîn a Demokrat Akurdistana Îran’ê û berbijêrkirina birêz Mistefa Hicrî bo cara Duyemîn weke Sekreterê Giştiyê wê Partiyê, hijmarek berçav peyamên pîrozbahiyê li hindirî welat û derveyî welat, ji aliyê hevalên me, dilsoz û endamên Partî û Saziyên siyasî, bi destên rêveberîtî û Sekreterê Giştî ê Partiyê gehîştine ku xuyaderê hesta xweşhalî a wan û nîşandana dilsoziya wan ji bo Partiya Demokrat Akurdistana Îran’ê bûn.
Di wlê pêwendiyê de Rêberîtî û Sekreterê PDK Îran’ê bi erka xwe zanî ku sipas û pêzanîniya hemû ew kesatî û aliyan bike ku bi her awayî û ji her rêyekî ve peyama pîrozbahiya xwe şandine û hesta xwe a dilsoziyê derbirîne. Em bi çavên rêz ve ji wê hest dilsoziyê dinihêrin û sipasiya xwe car din ji wan ezîzan Dubare dikin.
Partiya Demokrat Akurdistana Îran’ê
Komîteya Navendî
11’ê Çiriya Pêşîn a 2012’an a Zayînê