Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kompaniyayên Almanî dev ji Îranê berdidin

19:25 - 15 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Ev Kompaniyayên Almaniyayê ku piştî lihevkirina Bercamê, hewl dabûn da ku pêwendiyên bazirganî yên xwe digel rejîma Îranê qahîmtir bikin, lê bi vekişiyana Amerîkayê ji Bercamê, niha ev Îranê diterikînin.

“TV”yeke Almaniyayê, roja Sêşemî 23`ê Gelawêja 1397`an (14`ê Tebaxê) di raporteke taybet de bas ji bi cih hêlana kompaniyayên Almanî yên di bazarên Îranê de kiriye, ku bi sedema destpêkirina dewra yekem a dorpêçên Amerîkayê yên bo ser rejîma Îranê çê bûne.

Piraniya kompaniyayên Almanî bi hêsanî hevkariyên xwe yên digel rejîma Îranê sekinandine, ji bo mînak Komapaniya “Fort” ku navûdengtirîn kompaniyaya behemanîna pîç û mohreyan e, hevkariyên xwe digel rejîma Îranê sekinand.

Sekinanadina çalakiyên vê kompaniyayê di demekê de ye ku biryar wisa bû di demeke nêzîk de, li bajarên  wekî Tevrêz û Meşhed de jî çalakiyên xwe berfireh bike.

Li sala 2016`an heyanî niha, piştî vajokirina lihevkirina navikî digel rejîma Îranê, kompaniyayên Almanî çalakiyên berfireh yên xwe di Îranê de destpê kirin, bi merema zêdekirina dahatê, lê piştî vekişiyana Amerîkayê li Bercamê û destpêkirina dorpêçan bo ser Îranê, piraniya van kompaniyayan çalakiyên xwe li Îranê sekinandine.