Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konferansa “Mafê Xwendinê Bi Zimanê Daykî Li Îranê” li Saziya “NY” li Jinêvê birêve çû

20:17 - 22 Îlon 2012

Kuridstanmedia: Komeleya Mafên Miroan a Kurdistana Îranê – Jinêv, Konferansek li ser “mafê xwendinê bi zimanê daykî li Îranê” lidar xist.


Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, konferansa han hevdem li gel 21’mîn gerra civîna Komîsyona Mafê Mirovan a saziya “NY” li binkeya sereke a wê saziyê li Jinêvê bi alîkariya saziya navnetewî a Geşepêdan û Perwerde, Parêzerên Navnetewî ên Mafên Mirovan li Amerîka û bizava Dijî Rasîzm û Bo Dostiya Navbera Gelan hat lidarxistin.
Konferans ji aliyê birêzan “Têmûr Elyasî” Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê û birêz “Karl Parkêr” Serokê Saziya Parêzerên Navnetewî ên Mafên Mirovan dest pê kir.

2255.jpg


Navbiriyan li ser benda 15 a yasaya bingehîn a Komara Îslamî a Îranê ku dibêje zimanê fermî yê welat Farsî ye û herweha girîngiya xwendinê bi zimanê daykî li Îran û Kurdistanê base pêşkêş kir.
Birêz Salih Ekîn pisporê ziman di zanîngeha “Riwan” li Firansa, di gotarek zanistî de bas ji siyaseta 100 salî a “Asîmîlasyon” û jinavbirina zimanê Kurdî ji aliyê dewletên Îran, Tukiyê, Îraq û Sûriyê ve kir. Navbirî tekez kire ser aliyên nerênî ên nexwendin bi zimanê daykî ji bo zarok û kartêkeriya li ser pêgihîştina kesayetiy wî mirovî.

2256.jpg


Navbirî di axaftina xwe amaje kir ku, di demekê de dewletên Îran, Turkiyê û Sûriyê mafê xwendin bi zimanê daykî ji pêtir 30 milyon Kurdan qedexe kiriye, lê Swêdê 500 mamostayên Kurd ji bo perwerdeya zimanê Kurdî damezrandine û her bajarokekê ku pêtirî 10 zarokên Kurd lê be, mamostayek zimanê Kurdî heye.
Piştre birêz “Ozcan Yelmaz” mamostaya zanîngeha Jinêvê, gotarek bi zaraveya Zaza pêşkêş kir û di axaftina xwe de amaje bi metirsiyên jinacvçûna wê zaraveya Kurdî kir û herweha bas ji siyaseta dewleta Turkiyê ji tunekirina zimanê Kurdî de kir.
Di beşek din a konferansê de birêz “Nasir Bolîdeyî” nûnerê Kongireya Netewên Îrana Federal basek li ser asmîlasyon û şuvînîzma dewleta Fars ji bo tunekrina zimnaên Beloçî, Kurdî û zimanên netewên din ên Îranê kir û bêdengiya hêzên opozîsyona Fars di wê derheqê de mehkûm kir.
Martîna Tîrîsva, pispor di warê ziman li zanîngeha Jinêvê, di gotarekê de bas ji girîngiya parastina zimanê gelên bindest kir û daxwaz ji saziya “NY” kir û mîkanîzm û riya guncaw bigrin ber xwe ji bo parastina zimanê gelên bindest û geflêxwarî.
Konferansa han bi siponseriya kuvara “Hawlatî” hatibû lidarxistin.