Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Konferansa navnetewî a gola Urmiyê wê bê lidarxistin

15:01 - 28 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Konferansek navnetewî ji bo gola Urmiyê bi navê “Astengî, kirîz û rêkar”, di havîna îsal de li bajarê Urmiyê dihê lidarxistin.
Li gor nûçegihaniya “Peyamnêr”, konferansa han bi beşdariya zana û pisporên sernanserî cîhanê di meha Îlonê de li Zanîngeha Urmiyê de birêve diçe.
Li gor gaziya konferansa navnetewî a gola Urmiyê “Astengî, Kirîz û rêkar” di 22 mijarên pisporane û zanistiyane ji aliyê birêveberên vê konferansê hatine diyarîkirin ku vekoler û şarezayên seranserî cîhanê ên warê jîngeh av û çavkaniyên sirûştî û ekosîstem dikarin gotar û berhemên xwe sebaret bi wan mijaran bo nivîsîgeha zanîngeha Urmiyê bişînin.
Gola Urmiyê mezintirîn asta avê di Îranê de ye û dirêjahiya wê 140 kîlometr û pamahî di navbera 16 heya 63 kîlometran e. Rûberê gola Urmiyê li gor pîvana 1990’an, 5 hezar û 263 kîlometrên çargoşe ye, kûrtirîn cihên wê golê 13 metr, cihên mamnawedî jî 4 metr û nîv e.
Gola Urmiyê di wan salên dawî de seba hişkesalî û kimbarînê, bi taybetî xemsariya navendên pêwendîdar ên rejîma Îranê ev gole berbi hişkbûnê diçe û li gor gotina nûnerê Uirmiyê di Meclîsa rejîmê de, tenê 30 ji sedî a ava gola Urmiyê maye. Di vê derheqê de jî li bajarê Urmiyê û Tewrêzê sala derbasbûyî çendîn xwenîşandan bi armanca çareseriya hişikbûna gola Urmiyê hatin lidarxistin, lê rejîmê tenê bi soz û qerarê mîna her car derewîn meşên hat bidawî anîn.
Heya niha jî rejîma Îranê ji bo çareseriya hişikbûna gola Urmiyê tu kiryarek micit ji xwe nîşan nedaye.