Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongireya 15’a PDK Îranê bi fermî dest bi karê xwe kir

18:29 - 29 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Kongireya 15’a PDK Îranê, îro bi rê û resmekê bi fermî dest pê karê xwe kir.


Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, îro Şemî, berwar 29’ê Îlona 2012’an, 15’mîn Kongireya PDK Îranê bi beşdariya gişt endamên Kongireyê û hejmarek bebiçav a mêvan û di navde birêz “Mesûd Tek” Sekreterê Giştî yê PSK destbi karê xwe kir.
Rê û resmê bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina xulekek bêdengî bo canê paqij yê şehîdan destpê kir.
Piştre birêz mihendis”Riza Xeyatî” pêşmergeyên dêrîn yê PDK Îranê peyama vekirina Kongireya 15 pêşkêş kir.
Birêz Xeyatî di peyama vekirina Kongireyê de got: Ez tevgera netewa Kurd bi tevgerek biheq û mafxwazane dizanim ku taybetmendiyên demokratîk ên PDK Îranê bala min û kesên mîna min kişand.
Wî herweha got: Ez ji rêberên wê partiyê, vê yekê hîn bûme ku bîranîna “Qazî, Qasimlo û Şerefkendî” hertim di dilê xwe de zindî rabigrim. Ez bi hevxebatiya rêber û endamên wê partiyê şanaziyê dikim.
Di beşek din a rê û resma vekrina Kongireya 15’ê de, rapora Komîteya Amadekarî a Kongireya 15 a PDK Îranê, ji aliyê birêz “Nahîd Husênî” Endama Komîteya Navendî a PDK Îranê ve hat pêşkêşkirin.
Piştre birêz “Mistefa Hicrî” Sekretê Giştî yê PDK Îranê rewayiya kongireyê xist ber dengdana endamê kongireya 15 û bi gişt dengên endaman Kongireya 5 bi rewa hat zanîn.
Di dirêjahiya rê û resma vekrina Kongireya 15 de, birêz Mistefa Hicrî beşa seretayî û pêşgotina rapora Komîteya Navnedî bo Kongireyê xwand.
Birêz Hicrî di raporê de amaje bi nav û dirûşma Kongireya 15 kir ku ji aliyê Komîtreya Navnedî a PDK Îranê ve bi navê “Kongireya Dr. Sadiq Şerefkendî” û li jêr dirûşma “Hewildan Bo Yekrêzî Di Pêxema Serkevtinê De” hatibû diyarîkrin, bi gişt dengên endamên kongireyê hat pesendkrin.